Diyarname
Piştî DTP hat girtin her kes li bendê bû ku dê mebûsên DTP'ê çi bikin? Îro mebûsên DTP'ê li Enqerê civiyan û biryar dan ku derbasî BDP'ê (Partîya Demokrasî û Aştiyê) bibin. 19 mebûs bi beşdariya mebûsê serbixwe yê Stenbolê Ufuk Uras jî komê ava bikin. Uras daxuyand ku ew amadeye beşdarî wan bibe.
Li ser mebûsê DTP'ê dê çi bikin û BDP dê çi bike îro civîneke hevpar li dar ket. Piştî civîkê serokê berê yê DTP'ê Ahmet Turk daxuyanî da çapemeniyê. Turk got ku HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DEHAP hat girtin girtin lê îro ew ji bo baweriya xwe ya demokrasî, aştî û biratiyê mezin bikin û ji bo biratiya gelan saz bikin beşdarî BDP'ê dibin.
Turk got ku digel ku şeş partiyên kurdan hatin girtin jî ew hê li ser demokrasiyê disekinin û dixwazin her kes vê yekê bibînin.
Vane notên ji axaftina Turk:
- Berî her tiştî emê BDP'ê xurt bikin û derxin, emê wê derxin asat ku bikaribe bersivê bide daxwazên gel. Ya diduyan jî emê bikin ku dengê gelê kurd, dengê baweriyên cihê, yê kedkaran derxin holê.
- Li hemberî qedexeya siyasî ya min û ya Aysel Tugluk hevalên me yên mebûs helwesteke bi rûmet nîşan dan û xwerî li me derketin. Ez sipasiya van hevalên me yên mebûs dikim.
- Em bi gel re axivîn, wan xwest em li meclisê xebata xwe bidomînin. Saziyên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan xwestin em li meclisê xebata xwe bidomînin. Roja çarşemê di hevdîtina bi parezêran re birêz Ocalan jî xwest ku em dev ji parlemenê ber nedin û têkoşîna xwe bidomînin.
- Em li ser hemû pêşniyaran fikirîn û biryara li meclisê sazkirina biratiya gelan me da. Ji bo ku em pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane çareser bikin emê xebata xwe ya li meclisê bidomînin.
- Girtina partiyeke guhen û eybeke mezin e.
Uras: Ez beşdarî BDP'ê dibim
Mebûsê serbixwe yê Stenbolê Ufuk Uras ku berê jî piştgiriya xwe ya ji bo DTP'yiyan eşkere kiribû vê êvarê beşdarî televîzyoneke bû û da zanîn ku ji bo avabûna koma di meclisê de ewê beşdarî BDP'ê bibe.