Polîsên alman vê hefteyê dîsa girtin ser şîrketa VIKO ya ku ji Almanyayê ji Roj Tv re bernameyan çêdike û gelek malên rojnamegerên kurd jî bûn armanca heman lêgerînan.
Kurdan dîsa piştî vê bûyerê gilî û gazindên xwe kirin lê belê ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku sedema vê yekê piçekî kurdên li Almanyayê bi xwe ne jî.
Rast e, berjewendiyên dewletên mezin bi kî re hebin, dostên wan in û ev yek ji bo wan ne giring e ka ew metînger, demokrat an tişteke din bin. Demokrasiyeke zêde xurt ji bo xwe û ji bo gelê xwe ava kirine lê belê piraniya şerên cîhanê bi çekên wan têne kirin. Lê belê divê em kurdên li Almanyayê jî ji xwe pirs bikin ka gelo me bi xwe ji bo xwe çi kiriye?
Li dor 800 hezar kurd li vî welatî dijîn lê belê me ne lobiyek ji xwe re çêkiriye û ne jî kariye dengên xwe yên hilbijartinan bikin di bazara siyaseta almanan de. Heta niha komeleyên kurdan yên li Almanyayê xebatên siyasî yên dîrekt berê wan li welêt meşandine û jiyana kurdan a li Almanyayê piştguh kirine.
Ger komele û saziyên kurdan heta niha bi pirsgirêkên civakî û siyasî yên kurdên li Almanyayê vr mijûl bibûya dê loby û piştgiriya kurdan jî heba. Ev bi dehan salan in ku bi dehan komeleyên kurdan li Almanyayê xebatê dikin lê belê di xabatên wan de tenê û tenê rewşa siyasî ya welêt heye.
Di navbera van bi dehan salan de, du-sê nifşên kurd yên nû li Almanyayê hatin dinê û bi awayekî xwezayî di bin bandora çanda Almanyayê de mezin dibin. Nifşên kevin ji xwe re û zarokên xwe re xanî kirîn û kargeh vekirin. Ev xanîkirîn nîşana vê yekê ye ku ev der bû warê wan ê heta hetayê. Ev jî tê wê wateyê ku êdî pêdivî bi vê yekê heye ku divê saziyên kurdan berê xwe bidin ser projeyên siyasî û civakî yên kurdên Almanyayê jî.
Ger kurd ev hêza xwe ya 800 hezarî bikaribin bikar bînin, dê di her warê jiyanê de derî ji bo wan vebin. Ji muxatabgirtina partiyên alman bigirin heya derxistana parlementên kurd. Ji desteka madî û manewî ya ji bo komeleyên kurdan bigirin heya perwerdeya kurdî ya fermî.
Di rewşeke wisa de ne dê kesek bikaribe êrişî tv´yên kurdan bike û ne jî rojnamegerên kurd bigirin bin çavan. Her wiha êdî dê pêwîstî pê nemîne ku kurd tv'yên biyaniyan ji bo balê bikişînin li ser bûyerên li welêt dagir bikin. Tv´yên biyanî xwe bi xwe wê li dû kurdan bigerin.
Kurd di vî warî dereng mane û divê rojek berî rojê dest bi xebatên siyasî û civakî yên ji bo çareserkirina kurdên li Almanyayê bikin û pêvajoya entegrasyonê cidî bigirin.
Ev kar bi şer, gazind û lavan çênabe, riya vî karî xwedîderketina projeyên hevpar yên li ser entegrasyonê ne.


