FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Zarokatî xweÅŸ e. Di zarokatiyê de bi taybetî çîrokên ajalan, ango fabl bala mirovan dikiÅŸînin. Mirov wer zen dike ku ajal jî dipeyivin. Di warê fablan de jî xwerû navê Jean de La Fontaine bi aliyê tevahiya cihanê ve tê zanîn. Her kesê ku çîrokên fabl xwendine, sedîsed navê wî bihîstiye. Bi taybetî jî zarok ji çîrokên wî yên fabl wek "Rovî û Qirik" û "Bizinên SerhiÅŸk" pirr hez dikin. Bi çîrokên wî bi tîqînî dikenin, ÅŸadibin. Ne tenê zarok, em giÅŸt li ser fablên wî fikirîne û me ders jê girtine. Me xewjînê zarokatiya xwe bi wan xemiladine.
Bêguman dibe ku di dema xwendin û guhdarîkirinê de, hin kesên ji kal û pîrên xwe çîrokên bi heman rengî guhdarî kiribin jî, gotibin, "Heyran, bav û kalên me jî tiÅŸtên wiha digotin! Nebe wî ji me girtibe, bi navê xwe nivisandibe û cardin firotibe me?" Ma ev pirsekî ÅŸaÅŸ e? Bi dîtina min na û na. Têkiliya gelan tim bi hev re hebûye. Gelan di her warî de dane hev û ji hev standine. Her gelî çîrokên di forma fablan de jî afirandine. Hin kesên jîr, zana û têgîhîÅŸtî jî, ev civandine, hinek reng dane wan û cardin pêÅŸkêÅŸê civakê kirine. Mînak: Birayên Jakop û Wilhelm Grîmm çîrokên di nava gel de civandine û bi ÅŸêweyeke gelek xweÅŸik pêÅŸkêÅŸî gel kirine. Li ser wan fîlmên rast û karton jî hatine kiÅŸandin.
Dibe xwînêr bibêjin: Çima îro ev mijar? Ev jî ji ku derket? Ma ewqas derd û kulên me yên siyasî, civakî, perwerdeyî, tendûristî û xwezayî hene, çima tu me tînî û li mijareke wisa bi pirseÅŸan asê dikî? Na, wisa nefikirin, em bixwazin, nexwazin, ev mijara bi guman, rasterast bi demekê dîroke ve me girê dide. Gelek Ewropiyan hin mijarên diroka me girtine, hinek reng danê û wek yê wan bin, cardin pêÅŸkêÅŸê me kirine. Hima bigire, di her aliyê jiyanê de mijarên wiha bi guman hene. Divê ev werin lêkolîn û rastiya wan were derxistin. Ev nivîsa jî zextkirineke wisa ye.
Ez bawer dikim hemû xwînêran navê Împaratoriya Urartuyan (Xaldî) û navê keleha TuÅŸpa ya li nava Wanê bihîstiye. Ev împaratorî li gor dîrokzanan li dora sala 1300´î beriya zayînê bi aliyê Xaldiyan ve ku bi bingeha xwe ve Hûrî ne û ji devera WaÅŸûkanî hatine, hatiye damezrandin. Assuran jê re "Kur-Artaya /KUR-URÎ" Akadan KU- UraÅŸtu û Heredot jî Urartu gotiye. Em îro êdî baÅŸ dizanin ku navê eÅŸîra Xalta /Xaldî ji wir tê. Yanê ev împaratoriya xwedanê çand û hunereke zengîn ji pêÅŸiyen me yên bi rûmet, yek e. Urartuyan gelek berhemên bi nirx li pey xwe hiÅŸtine, wek keleha TuÅŸpa, Palû, Piranya Keleha Xarpêtê, Keleha Seyîdbegê û hê bi dehan kelehên din wek mîrate ji me re kirine diyarî. Li gel wan rûmetan, Keyê Urartûyan, Sardûr II gotareke bi abc´ya mîxî li ser zinarekî di keleha TuÅŸpayê de li pey xwe hiÅŸtiye.
Ji paÅŸmayîyên Urartuyan yek jî kembereke ji bronzê ye. Ev kember bi çand, bawerî û wêjeya demê hatiye neqiÅŸandin. Ew niha li Muzeya Edenê ya herêmî (Adana Bölge Müzesi) ye. Naveroka mijara me ya îro li ser vê kemberê ye. Li ser vê kemberê li gel wêneyên din, du bizinên li ser xêzekî bi rikî ling dane ÅŸah, bi serhiÅŸkî li hemberî hev sekinîne, hene. Di navbera wan de yan jî li kêlekê, darek heye. Yanê bi tevahî wek wê çîroka fabl a La Fontaine ye. Dema mirov vê rastiyê dibîne, bi awayekî xwezayî dibeje; "Gelo La Fontaine ev çîrok ji wê kemberê girtiye?" difikire û dibêje; "Sedîsed wî yan li derekê ew dîtiye, yan jî li ser wê xwendiye, bihîstiye û ew çîrok nivisandiye!" Yanê, ewqas tesadûf nabe.
Ewropî nebêjin û derbaz nebin. Her tiÅŸta li Ewropayê hatiye nivîsandin, wekî hilberîneke nû hatiye pêÅŸkêÅŸkirin, ne bi tevahî ya ewropiyan e. Bes gelek tiÅŸt berê bi qelemên wan derbazê ser kaxizê bûne. Lewma jî her kes wer zen dike ku her tiÅŸt yê wan e. Ewropiyan dema welatên parzemînên din dagir kir, ne tenê dewlemendiyên wan ên aborî talan dikirin, xwerû di warê wêje, zanîn, ezmûn û agahiyan de jî, ew welat talan dikirin û danîn li welatên xwe dadixistin qada jiyanê. Ji ber vê rastiyê, divê em ne tenê li hemberê tiÅŸtên dagirkerên welatê me ji me dizîne, lê belê divê em li hemberî hin tiÅŸtên wekî yên ewropî tê zanîn jî, bi guman nêzîk bibin. Mînak ev çîroka "Bizinên SerhiÅŸk“.
balani51@gmx.de
15.11.2017, Yenî Ozgur Polîtîka