logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

ŞEQŞEQÇÎ

  • Dîrok: 12/07/2008

 

Îro jî wekî gelek rojan, min derdawên kirasê xwe hildan, lewendî li zend û bendê xwe badan û min xwest bi du dest û deh pêçiyan dakevim qada nivîsê.
Xuyaye vê qanê jî dixwazim mîna agirê bi pûş ketî, nivîsê û mijarê û şêwazê bidim ber xwe…û piştî ku biqede, bibêjim ‘erê welleh, hêjabû’!

De ka… ez û tel’a xwe!

Berî şoreşa teknolojiyê gidîno, gidyanino min jî wekî hin nivîskarên gewrey gewrekan ji kaxeza spî û xameyê ku di hibirdankê de dihat dakirin, hez dikir!
Lê niha?! Niha vê kompîturê jehr xistiye nava nivîskariya min; ne kaxizên mîna pîvazên qeşartî sikî sipî mane li ser maseyê rex rex vezilandî, ne jî xameyên ‘parker’ ê  di xamedankê de bi perûbask û nikil-eylo, ku xwişka min a li li vî serê dinyayê, ji bo helbestên herî law û spehî binivîsim diyarî min kiribûn…

Lê şikir, sed carî şikir ku maseyek min heye ji ferşekî ji van ferşên limêjê ferehtir û dirêjtir.

Ku tînim bîra xwe, pê re dişêkirînim û xweziya xwe bi halê xwe tînîm: Niha mîna seydayê xwe Cegerxwîn ji ber destê Desthilata Baasiyan di kadîn û axurinin gundên Binxetê de qaçax bûma, min ê çi bikira?
Dîsa sed carî şikir, sed hemd û sena ku piştî giregir û gewrey gewrekan ên mîna Biraboz û Xanî û Namî… ez jî yek ji helbestkarên vî qewmî û vî zimanê me!

Kalê kalê min, Xanîyê ‘kuhensal’ gotibe jî :
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek…
bi saya wî em jî niha xwedî xwendevan û piştevan û berevan in!

Kit kit bin jî, hezkiriyên me yên ji dil û can hene ku name û enameyan ji me re rê dikin û dilê me şad û xweş, û rûyê me spî û geş dikin:
 ‘Axir tu heyî, lomekar, qelemşûr, xwediyê Eroûtîkayê. Ezbenî, nayê bîra min ev dubara çendan e serî li hember "çiyayên rûspî" diçemînim, bi xwendina Eroûtîkayê dihesidim, hildiweşim, wekî stêrka li asîmanan dixuricim. Bi eroûtîkayê, kolan û taxên Amedê razên xwe pêşkeş kirin. Hemû xortên bajêr tevî min, bûn mirûdên te. Me ji ber kir helbestên te lê mixabin hê me kesek nedît em bixwînin ji wan re. Arjen Arî, tu ji me çi dixwazî em bê yar bûn dildar. Dengê seriyên ku li yar digerin û li hev dikevin nayên te? Em wekî te li esmeran, kinikan, hûrikan, lêv erxewaniyan digerin. Ezbenî, sedema serkeftin û têkçûnên me tu yî.’*

Piştî ku min nameya hêja û xoşewist Şevger Çiya bi we re li hev pahr ve kir, ez bêm ser ‘kakilê giwîzê’, ‘memikê qîzê, ango termê vê nivîsê:
Wekî Xwedê, vê siharê qet mahdê min nediçû nivîsê!
Lê… piştî xwendin û geryanekê di ‘êvargeha’ xoşewîst Yeqîn H. -ku sihar sihar meriv ji can û dil, ji mêlak û mil ve ditengijîne- derbasî ‘taxa’  Şêxmûs Sefer bûm û min dit ku Sefer hemû nivîskar vexwendine ser sifreya tore û edeba qewmî.
Ji ber ku cîranê hevbûn, nedibû ku ji wir jî nequlibîm ‘dol û guherên’ Çiya yên mişt çîrok û dîrok û rastiya heqîqetê, ku me bi mêrxasî û ciwanmêrî û xayintiya qewmî dihesîne, û pê re jî bi romana Heciyê Cindî ya ku di sala 1960’î de hatiye nivîsîn…
Saeta her nivîskarî xweş be, dibêjim.
Lê…ji ‘sefarê sefaran’ Ehmedê Xanî heta bigihe Osmanê Memed yê hêlekî wî şûm, hêla din givark givarkî, ku li helbestinan an jî li nivîseke ji milk û zeviya dil a nivîskarekî kurd rast têm, serbilindiyeke bêpawan eniya min berztir û berjortir dike!
Ji ber ku di nivîsê de ez wekî xwendevanekî li du-sê tiştan; li teperepa dil, li aqilê aqilmend, li vegotina şîpî digerim; her ku li ber vê mîrata kompîturê rûdinim, berî ku hevokekê saz bikim, nexş û nexşînkariya qîzên berê tînim bîra xwe û bi dû re mîna paleyê ku rahije dasê û bibeje ‘ya ellah’, dikevim ber berê xwe.

Her ber wisa bi hesanî naçe serî…

Tên bîra min; di hênikahiya destê êvarê de li wê navçeya ku her ku çû, ber bi bajarvaniyê de beziya û zû xişn bû, li devê deriyê xaniyên bi hewş qîzên bi ser hîzarê çik-spî de xûzbûyî:

Dema ku dinivîsim, vê kêliyê, niha jî ew qîzên ku di kêla her nexşê de dahatûyeke rengîn dixemilandin di asoyên pêşeroja xwe de bi wan tayên rengîn ên zirav, li ser wî hîzarê sik î spî, bi wê derziya hûr hûrik…têne bîra min

Niha têdigihîjim ku nivîs jî dûrvekî îbadetê ye!

Dema ku di ber şibakeya kek Rifat Arya re dibihurîm, dibêjim fersend ev fersend e, sûretê maqûlekî dikim tûrik, û hêdî hedî didim evrazê nivîsînê.
Carinan nivîs bêhnê li min diçikênê!
Cirinan jî mîna yarekê, bi destê min digirê, û ez û wê serberjêrî kûrahiya çalên  têramînê dibin, di bendavên hest û dilînan werdibîn… û piştî yarî û laqirdî û henekên dilsotîner ji milkê xewn û xeyalan dadigerin kêlîka ‘niha’yê!

Niha tune di nivîsê de!
Yê ku bidin dû ‘niha’yê, dê ‘mehkûmê niha’ bin!
Her ‘niha’ divê bibin ‘kilîla dergehên’ ‘niha’yên zemanên din!

Ez, niha, di niha de niha û kêlîkên nihayan bi her bêjeyê dispêrêm ‘niha’yên dahatûyê!
Û zanim, zanim bi qasî ku ‘niha’ karibim bispêrim dahatûyê, ez ê jî hebim û sibe bim!
Niha, vê kêlîkê, vê kêlika ku mîna kêleka li qerexa Tigrîs bi her pêlê re diçelqim bi wir û bi vir ve de, sê tişt çogên min giran dikin:
1. Mitirbên ku ji bo du qiruşan lodên şabaşê didin ser hev.
2. Nivîskarên ku binê bîrekê û serê sîrekê didin ber hev.
3. Û…şeqşeqçiyên piştî nivîsê ku destên xwe didin ser hev…

 *Nemaya Şevger Çiya, Rojnameya Azadiya Welat

10/07/2008

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Herûwer Salveger

  • 30 Kewçêr 2008

 Her sal 29’ê vê heyvê salvegera damezrandina Komarê ye.Her sal vê rojê, ba be bahoz be, qir be qelan be…heta heta ji ezman kevir jî bibarin; tevî serokomar:...

Rojeke*

  • 30 Adar 2008

Wekî hemû rojên Xweda rojeke Çilê çil... Zivistan bi hemû rûspîtiya xwe mînanî hîzarekî çîk spî axa Xwedê nixumandiye. Li...

Piçek merhamet

  • 20 Adar 2009

Duh salvegera yadkirina Şehîdên Çanaqaleyê bû.Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi salekê 150 hezar mirov di wî şerî de mîna geyayê...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sirri Sakik kirin berendamê Manîsayê

ad

Di "Golden Globe" de Fatih Akin bi ser ket

ad

Mulan, Star Wars û Avatar 2 jî hatin taloqkirin

ad

Meclisa Aştiyê Orhan Doganî bibîr tîne

ad

Rasthatina li Laçînê

ad

Serêşandinek li ser arşîvên dijîtal

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname