Sê çîrokên mînîmal:
Keviravêjên Aram
Di kelîjana navê rojê de,ji qirikê û bi xwar ve ew di nav axê de çandibûn; çima bê dêstûra Xwedê ew û hezkiriyê wê di ser hev de girtibûn. Hezkiriyê wê jê re digot: "Tu zeviya min î, ez ê tovê jiyanê di te de biçînim." Awirên jinikê ber bi jor dibûn û bi dengekî ku tenê ew bibihîse: "Ez zeviyek bûm, di zeviyekê de çandim da ku mirinê ji min biçinin." Hezkiriyê wê digot: "Ev xwîna ji nav ranên te diherike nîşaneya jiyaneke nû ye." Bi kevirê herî dawî yê ku li patika serê wê ketî û serê wê kiribû du felq re xwîn pijiqî û ev bû nîşaneya mirina jinikê.
Keviravêjan wekî ku namûsa Xwedê paqij kiribin, bi dilekî aram ber bi malên xwe ve çûn, di berêvariyê de.
***
Tûrikê Zikbirçiyan
Rahişte berdaxa çayê û hinek ji çaya berdaxê berda binika berdaxê û li ber kurê xwe danî. Ji tûrê li pişta xwe qetek nanê hişk derêxist û firidand binika berdaxa li ber kurê xwe. Dema ku kurê wî yê birçî, ji binika berdaxê, nanê bi ser çayê de firîdandî ber bi devê xwe ve dibir bi destên xwe ên ricifokî, ji çavên bavên wî hêstir diniqutîn bi ser berdaxa çaya wî.
Dema ku ew ji qehweya hefnikîbûyî derketibûn, zilêm, tîqe tîqa ziktêran jî tevî tûrikê li pişta xwe kiribû.
***
Rêzika dawî ya çîrokekê
Jinika rûqermiçî û enî deq deqî, libên tizbiya not û neh libî dihijmêre bi tilîkên xwe yên ji ra ketî. Meyzê, dibêje, zimanê xwe di lêvên xwe ên ziwa dide û bi berdewamî: Ya min jî çîrokek bû, ji ber destê çîrokvanekî nebikêrhatî. Ev rêzika dawî ya çîroka min e ku ji te re dibêjim, dibêje û libeke şîn ji tizbiya wê bi pekînekê xwe li nav çavê min dide.
gernus@msn.com
**
Çîrokên mînîmal ên din ên Şengul Ogur:


