Dema ku mirov bala xwe dide helebesta Arjen Arî, mirov di rêzikên helbesta wî de li çiyayan rast tê. Ji bo vê jî em dikarin ji rêzikên helbesta Arî re rêze-çiya bibêjin. Û ji Arjen Arî re jî, wekî ku wî gotî “şa’îrê çiyayî” bibêjin. Jixwe Arjen Arî, di “Şêrgele” de ev nav li xwe kiriye, lê biya min ev navekî kêm e; ligel “şa'îrê çiyayî” divê navê wî, her wiha “Çiya” jî be. Belê, “Çiya!” 'Ku em helbesta civakekê wekî erdnîgariyekê bisêwirin, çiyayên helbesta kurdî jî Arjen Arî; helbesta Arjen Arî ye. Ev pesindayinek nîn e. Mirov ji ya dev derketî bêhtir, ji ya qelemê derketî ye. Qelem zimanekî terbiyekirî ye, zimanekî xwe yê hiş e, qelem (bi taybetî jî ya helbestê) yan ya hişî vedibêje, yan jî ya binhiş.
Vêca, ku em guh bidin xameya Arjen Arî, em ê baş bibînin ku hiş û binhişê Arjen Arî, dil û giyana wî mişt çiya ye. Wî hemû heyîna xwe (helbesta xwe) li ser çiyan kiriye, li ser çiyana ava kiriye.
Ew, hemû dinyayê wekî çiya têdigihe. Dinyaya wî bi çiya dorpêçkiriye. Pîvana wî ya estetîkî, ya wêrekî, ya berzetiyê, ya azadiyê, ya rûmetê û hwd. çiya ye. Ger ku tiştek di rengê çiya de be, di bêhna çiya de be, di dirûvê çiya de be, li gor Arjen Arî, ew tişt xweşik e, wêrek e, berz e, xweyî rûmet e û hwd. Ji ber vê jî Arjen Arî helbestvanekî çiyayî, helbestvanekî çiya ye. Tu pênaseke dikin, bi qasî vê pênasê nikarê Arjen Arî û helbesta wî bide nasîn.
Di helbesta wî de em li çiyayên Herekol, Cudî, Gebar, Bagok, Agirî û hwd. rast tên. Em dibînin ku li derekê Herekolek bi me re diaxive û dibêje: “Herekol im ez, ez Herekol im/li jor im, eniya xwe rak! Hê jî li jor im” Li devereke din em dibînin ku Cudî bi me re diaxive û dibêje: “Ez Cudî me, cih dabime kê, mirad jî dame...kurd bûme, kurd mame, Cudiyê mirada me.”
Belê, em dibînin ku Arjen Arî carinan bûye Cudî û ya Cudî, carinan bûye Herekol û ya Herekolê ji me re gotiye.
Arjen Arî çima hebûna xwe bi Çiyayan re kiriye yek? Çima ji çiyan pê ve tiştekî nabîne? Ku em bizanibin çiya ji bo Arjen çi ye, wî çaxî em ê hinekî fêhm bikin ka bê ma Arjen çima hemû hebûna xwe (helbesta xwe) li ser çiyan kiriye û li ser çiyan ava kiriye. Çiya bo Arjen sebr e ku dibêje “Sebra mino çiya, bihar va ye tê”, em dibînin ku çiya bo wî mirad e “Cih dabime kê, mirad jî dame”. Çiyayên wî “bi bext û ol, va ye Cudî” Çiya bo wî star, paxil û al e ku dibêje, “star im, paxil im, al im” Çiyayên wî “nestêle ne” Dema ku Agirî di şayesîne wiha dibêje: “Ev çiya bejn agir, Agirî, yanî tacîdarê tacîdaran textê rojê” û herî pir û girîngtir, di helbesta Arjen de çiya serhildêr in, tu carî li ber tu zilmê serî netewandine û natewînin: “Çiyayekî bibîne heyran, çiyayekî, ku serê hilnedabe li wext û zeman”, li derekê din: “kîjan çiya sû-xwar e?” dîsa dema Cudî dide axaftin: “Nebûm keleh, neketim destê dijmin” û dema ku Herekol dide axaftin: “Min, serî netewand li ber riman tu carî” Belê, ji van rêzikên ku me dayin, baş diyar dibe ku çiyayê wî serhildêr in û tu carî serî li zilmê netewendine û çiyayên wî ji “şervanê azadiyê re paxil” in. Dibêm qey, sedema ku Arjen bûye Memê çiya jî, ev serhildêrî û berxwedêriya çiyan e ku her bihar lê “kulîlk” şên tên! Belê, li çiyayên wî kulîlk şîn tên; “Kulîlkên bihara derengmayî” lê vedibin. Ev “kulîlk”, “her vebûn, her vedibin”, “di çiyan de” lê navê van kulîlkan sosin û nêrgiz nîn e. Navê van kulîlkên ku li Herekol, Gebar vedibin, navê van “kulîlkên bihara derengmayî”, Riza, Barzan û Mazlûm in. geh “li vî çiyayî” geh jî “li wî çiyayî vebûne” Arjen Arî, cudahiya van kulîlkan û kulîlkên din wiha dibêje: “Kulîlk hene; her sihar vedibin, êvar diçilmisin/kulîlk hene qurmiz qurmiz, ji qefesa dil didizin/Kulîlk hene; bejn aza, çiya çiya dilerizin.”
Belê, Çiya di helbesta Arjen de tê wateya hebûn û nebûnê. Çiya ji bo wî pirsigrêkek ontolojîk e. Ew Çiya ye û çiya jî ew e ku dibêje: “Çûkno, min bikujin, ha bejna min, ha deviyên li Gebarî” em di vir de baş têdigihin ku Arjen êdî xwe çiya dibîne û dema ku dibîne deviyên Gebarî tên kuştin, dibêje, min bikujin çêtir e li şûna ku ez bibînin deviyên Gebarî dişewitin. Ew bejna min e. Dema ku hûn wê dikujin, hûn min jî dikujin. Di deverek din de jî em dibînin ku Arjen Arî xwe dişibîne çiya û dibêje: “Dilê min bi qasî deh çiyan e” Di deverek din de dema ku li Koyê Spî temaşe û dike wiha dibêje: “Ev ko Koyê Spî ye, ev ko mîna min çiyayî ye heyran”
Belê, ji van rêzikan em dibînin ku Arjen bûye Memê çiyan, heyîna xwe bi çiyan re kiriye yek. Hemû xewn û xeyala wî li ser çiyan e ku dibêje:
“şiyar dibim her sihar, bi straneke azadiyê re li Bagokê”
Me gotibû ku di Arjen Arî de ger tiştek bişine çiya xweşik e. Dema ku dixwaze xweşkahiya keçika xwe bibêje, ew nabêje, bejna wê wekî spîndara yan jî wekî dara selwa ye; lê dibêje:
“Qîzek min heye, qîzek min: kilabêj û bejnçiya” Her wiha dema ku porê Apê Mûsa dişayesîne jî wiha dibêje:
“Porê wî berfa Cudî”
Di helbesta wî de çiya wekî însanan in; çiyayên wî “dibehitin”, “û çiya kanî bi kanî vedireşin”, “Çiya bê ser” dimînin.
Xwesteka wî ew e ku di “taldeyek tehtek Gebarî de”, “pal dabûya” lê ev xwesteka wî carinan bi birîn dibin û diqîre: “Çiyayên xewna şewitî heyran, çiyayê xewnan.”
Belê, Arjen çiya ye, çiyayî ye, sûc be ne sûc be rastiya wî ev e. Ji bo vê jî dibêje:
“Li Cûdî şîn hatibim, bilind bûbim li van axan, ma guneh yê min e?”
Wekî encam: Baş e ku tu şîn hatiyî li xaka helbestê Çiyayo! Çiyayiyo!
Çavkanî:
Pirtûkên helbestan ên Arjen Arî:
- Şêrgele
- Ev çiya rûspî ne
- Ramûsan min veşartin li geliyekî
**
Têbiniya Diyarnameyê: Îro rojbûna nivîskarê me Arjen Arî bû. Em rojbûna wî pîroz dikin û hêviya temeneke dûdîrêj, temeneke tije bi berhemên nû...


