Di dîroka dinyayê de çi dizî, talan û qirkirinên mezin hatibin kirin, li ser navê ol û xwedayê wê olê hatine kirin. Ji xwe pûtên di perestgehên sumeriyan de ji hêla rahîbên wan ve ji bo diziyê hatibûn çê kirin. Ji sumeriyan hetanî niha çi ol dibe bila bibe, navê xweda çi dibe bila bibe, bûne amûrên bi bandor a ku dizî, talan û qîrkirinan pê hatiye rewa kirin.
Talanker û qirkirvanên ku bi ser Amerîkayê de girtin, bi Tewrratê dizî, talan, qirkirinên ku li ser gelên niştecih ên Amerîkayê sepandin rewa dane nîşandan.
Hemû nirxên neteweyî û azadiya me kurdan jî bi hindikayî ev çar sed sal in ku li ser navê dîn, mezhep hatine talan kirin û wêran kirin.
Kurd çar sed salan di navbera kurdbûn misilmanbûnê de mane. Ev her du nasname wekî dijberî hev li ber kurdan hatiye danîn. Me di dîroka çar sed salî de çi winda kiribe bi gotina ''biratiya îslam''ê winda kiriye.
Di van çend dehsalên dawî de ku êdî kurd ber bi azadiya xwe ve nêz dibin de, ev gotina gunehkar (biratiya îslamê) dîsa li ber me tê danîn bi destê ''misilmanên nerm'.
Di 18'emîn Plattforma Abantê a ku li Hewlerê pêk hatî de ji devê Altan Tan ''biratiya îslamê' wekî projeyek hate îlankirin. Ev gotina 'biratiya îslamê'' qet masum nîn e, ev gotin ji nav pelên dîroka gemarî hatiye deranîn li ber me hatiye danîn, da ku kurd û kurdîtî û hemî destkeftiyên kurdan di vê gotinê de were helandin.
Wiha dixuya ku Altan Tan û aqilmendê wî pir bawerî bi vê projeyê anîne. Altan Tan gotina xwe bi gotinek pêşiyan ku hinekî guherandibû qedand. Ev gotina pêşiyan ji wan kesên ku ji projeyan wan bawer nakin re hatibû gotin. Gotina pêşiyan a ''xweş xeber e lê min ne bawer e' wekî 'xweş xeber e lê kesî jê bawer nekir'' guherandibû.
Lê di vir de diviyabû Altan Tan gotina pêşiyan a ''ew war e lê ne ew bihar e" bi bîr anîba. Ger ku wî ev gotina pêşiyan fêm bikira teqez dê di wê civînê de neba.
Ji bo talanê amûra talan û qîrkirinê ''biratiya îslamê'' ji devê Altan Tan derketibû.
Ji devê Cengîz Çandar jî tiştê ku dê bê talankirin hatibû vegotin. Çengîz Çandar piştî bêwatebûna sînorên ku bi hevpeymana Qesra Şîrîn de hatibûn xêzkirin îlan kir. Lewma ev sînor li gor Çandar da ku sunî û şiiyan ji hev veqetînin hatibû xêzkirin û ji ber ku êdî li Iraqê û li Filistînê û hwd. şîî hatibûn desthilatdariyê êdî tu wateya van sînoran nemaye. Di vir de ya ku Cengîz Çandar dixwest bibêje û ne gotî ew bû ku diviyabû xaka kurdan bi tirkî ve bê girêdan bû. Lê di berdawamiya gotina xwe de ev gotina wî eşkere bû. Çandar digot ku, dewlemendiyên binerd hetanî ku di biniya erdê de bin tu qîmeta wê nîn e. Bi qasî hestiyên di biniya erdê de ne jî nîn e. Da ku ev dewlemendiyên binerdê bi kêrî tiştekî bên divê ji wir bên derxistin û bazar kirin. Helbet kurd dê nikaribin vî karî bi serê xwe bikin, ji bo vê jî divê tirk vî karî bikin.
Belê armanca vê paltformê, bi navê îslamê talankirina dewlemendiyên sererd û binerd a kurdan e.
Ji bo vê jî dive em diruşmeya wan a ''bi hev re li aştî û pêşerojê gerîn''ê wiha bixwînin; ''bi hev re li talan û qirkirina kurdan gerîn''.
gernus@msn.com


