Diyarname
Îro li Şengalê dibistanan dest pê kir. Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê dibistan vekirin û serdema nû ya perwedehiyê dest pê kir.
Va ne agahiyên li ser vê perwerdehiyê:
- Li 5 navendên sereke dibistan hene
- Dibistanên kurdî (kurmancî) ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê ve tene bi rê ve birin.
- Yek ji mamosteyan Pîr Dawid ji bo Rojnewsê gotiye: Bi vegera gel a ser cih û warên xwe, ew hewl didin dibistanên nû li Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê jî vekin.
- ÎRo li Serdeşt, Geliyê Kersê, Xanesor, navenda Şengalê û Gundê Çelên deriyê dibistanan vebûn.
- Di van dibistanan de ji refa yekem heta refa 4’emîn hemû ders bi zimanê dayîkê tên dayîn.
- Ji refa 4’an şûn ve dersên erebî û îngilîzî li ser bernameya perwerdeyê tê zêdekirin.
- Li dibistanan zêdetirî 600 xwendekarî dersê dibinin.
- Mamoste Pîr Dawid: "Li Iraqê tirkmen û kemîneyên din, her wiha li başûrê Kurdistanê ji bo Behdînan û herêmên Soran bi du şêwazên cuda maf hatiye dayîn ku perwerdeyê bibînin, lê li Şengalê heya niha dibistanên me nehatine qebûlkirin û Iraq fermiyetê nade me. Gelek caran hewildanên me çêbûne, ji Şengal heya Mûsil û Bexdayê serlêdan ji bo cihên peywendîdar hatiye kirin lê wan daxwaza me red kirine. Em dibînin zextên siyasî nahêlin ku dibistanên me werin fermîkirin û zarokên me bi zimanê dayikê bixwînin.”
- Dewlet saziya me fermî nake û ji bo ku zarok xwe ji me dûr bikin vê mijara nefermîkirinê wekî şerê taybet li ser saziya me dide bikaranîn. Lê dîsa jî her ku diçe zarok berê xwe didin dibistanên me û hejmara şagirtan zêde dibe