Azîz Ogur
Qedexe, asîmîlasyon, tevkujî û jiholêrakirin a li gelan tê ferzkirin bi xwe re êÅŸ û azarên bêhampa anîn. Hewldana jiyana li gor çanda xwe, li ser axa xwe û parastin, pêÅŸxistina ziman mîna refleksa hemû gelên bindest ên bûne hedefa polîtîkayên kirêt ên serdestan yên piÅŸaftin ji holê rakirinê.
ÊÅŸ û azarên gelê bindest ên di bin zilm û zorê de mîna hev in. Lê mixabin ji ber mêtîngerî, nexweÅŸiyên desilatdariyê, nijadperestî û faÅŸîzma hate meÅŸandin ziman ên mîna kulîlkên bexçeyên gelan in yek bi yek tune bûn û hena jî bi hezaran ziman bi heman xeterê re rû bi rû ne.
Li gor daneyên Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê-UNESCO’yê ji 6700 zimanên di xetereyê de 2400 ji wan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li gor vê saziyê parastina zimanan bi rêbazên mîna; “Zedebûna hejmara kesên bi vî zimanî diaxivin”, “NifÅŸ bi niÅŸf derbaskirina ziman”, “Hebûna metariyalên ji bo fêrbûn, xwendin û nivîzandina ziman”, “Helwesta erênî ya saziyên dewletê li hember ziman û fermîbûna wî”, “Helwesta mirovan a li hember zimanê xwe yê dayikê”.
Gelê kurd jî yek ji wan gelane ku ji ber daxwaziya jiyana li gor çanda xwe û bi zimanê xwe êÅŸ û azar kiÅŸandin. Qedexe, tevkujî û polîtîkayên asîmîlasyonê dîrokek dûr û dirêj berdewam kirin. Lê belê jiyana xwezayî ya li çiyayên Kurdistanê, jina kurd û kurdewar ku nifÅŸên nû bi zimanê dayikê afirand û gihand, hêza edebiyata devkî ya kurdî û berxwedana bêhempa ya sedê salan hemû polîtîkayên kirêt ên ji holê rakirina çand û zimanê kurdî vala derxistin.
Kurdan ne tenê li dij çandekê li dij sê çandên serdest desilatdariyên ereb, fars û tirk li ber xwe dan û zimanê xwe, çanda xwe parastin. Bi ziman û çandê re jî dikare were gotin hebûna xwe parastin. Naxwe hebûneke fizîkî ya ji ziman û çandê qut û asimîlebûyî wê ne jiyan bûna.
Li Tirkiyeyê ku salên 1970’yî rejîmên tevkujên çandî gihiÅŸtibûn ber qonaxa encamgirtina polîtîkayên asîmilasyonê. Lê belê tevgera PKK’ê û berxwedana ku 40 sale tê meÅŸandin ev têkçûna bi lez û bez a gelê kurd rawestand û berovajî wê rewÅŸê niha di her qada jiyanê de hebûneke kurd bi înkarvan û mêtîngeran daye qebûlkirin. Lê belê ev nayê wateya ku polîtîkayên asîmilasyonê û tevkujiya çandî rawestiyane. Di encama berxwedanê û zexta gelê kurd hin gavên taktîkî hatibin avêtin jî israra di înkarê de didome.
Qedexe li ser kaxizê rabûye, di pratîkê de polîtîkayên asîmilasyonê bê navber didomin. Divê were zanin ku niyeta dewleta tirk, hikûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, naskirina gelê kurd û dayina mafê van tev di helwesta wê ya ji bo mafê perwerdeya zimanê kurdî de diyar dibe. Heta mafê perwerdeyê neyê bidestxistin tu mafên din mîsoger nabin. Yanî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mak an dayika hemû mafên çandî, siyasî û civakî ye.
Lewra bi destpêkirina dibistanan re îsal jî boykota dibistanan wê pêk were. Ev boykot û çalakiyên di vê çerçoveyê de pêwiste ne mîna çalakiyên demî, boykoteke peryodîk a salane were fahm kirin.
Hêza vê boykotê û çalakiyan wê bibe bingehekî bihêz ê piÅŸtgiriya pêvajoya çaraseriyê û anîna ziman a gelê kurd a mafên rewa. Boykota dibistanan û çalakiyên ji bo perwerdeya zimanê zikmakî pêwiste mîna kilîda ku pêvajoyê veke û hikûmet-dewleta tirk neçarî gavavêtinê bike were dîtin. Ji ber ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî çavkanî û bingehê hemû mafan e, divê wisa were fahmkirin ku ast û ÅŸêwazê çalakiyên bi daxwaza vî mafî jî wê reng û ÅŸêwazê pêvajoya dema pêÅŸ a li Tirkiyeyê jî diyar bike.
*Gotina pêÅŸiyan a Adige
05.09.2014, Azadiya Welat