Diyarname
Barselonayê di fînala Kûpaya Qral a Spanyayê de Atletico Madrid têk bir û kûpa bir mala xwe.
Di Kûpaya Qral a Spanyayê de du tîmên ne spanyol derketin fînalê: Atletiko Madrîd a tîma Baskan û Barselonaya tîma Katalan.
Barselona di Lîga Spanyayê de di rêza yekemîn de ye û wisa diyar e ku vê hefteyê dê şampiyoniya xwe îlan bike. Di heman demê de Barselova hefteya borî di Kûpaya Şampiyonê Şampiyonan a Ewropayê de Chelsea têk bir û derket fînalê. Û di Kûpaya Qral a Spanyayê de jî derketibû fînalê. Barselona dixwaze di her sê waran de jî îsal kûpayê bi dest bixe û bibe mala xwe. Gava yekem pêk hat: Barselonayê bi 4-1 bi ser ket û Kûpaya Qral bi dest xist. Bi vê yekê bû 25 caran Barselona Kûpaya Qral dibe mala xwe.
Gola Atletiko Madrid Tokiyero û golên Barselonayê jî Yaya Ture,
Kirkiç, Messi û Çavi avêtin.
Li Îtalyayê Lazio bi serket
Her wiha li Îtalyayê jî fînala kûpayê hate lîstin. Fînala Kûpaya Îtalyayê di navbera Lazio û Sampdoria de bû. 90 deqîqeyên maçê bi 1-1 bi dawî bû, di demên dirêj a maçê de wekî din gol nehatin avêtin û derbasî penaltiyan bûn. Di penaltiyan de Lazio bi 7-6 serketin bi dest xist û kûpa bir mala xwe.