logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Reprodîksiyon -hilçinîneke ji nû ve

  • Dîrok: 01/12/2023
Qedera mirov ji niqitkan pêk tê. Em û bi her tiştê xwe ve, pêkhateyek ji temambûna wan niqitkan in. Qasî niqitînekê ye şopa me ya li vê heyatê. Temendî şop û guvêşa ji derb û kerba niqitkan hatiye pê. Niqit hebûna me diniqitînin û ji verêja xwe “navek; nasnavek”, “ciyek; pênavek”, “hizrek; teşejiyanek” ji me re dirust dibe.
Em ji sertapê ji lihevristina niqit niqit a xêz û gîrikên jiyana xwe têne medarê. Lewra, di vê maneyê de jiyana me belkî jî ji dabînkirina xewn û xeyalan, ji serenû ve hilçinîna tevn û rîsê xêzikên reşbelek ên şûnpê me dirust dibe. Niqit her ku diniqitin ser hev û li meydana heyata me ya bêhawe li hev dipengirin, bêrmek ji serboriyan ji me re dirust dibe. Bêrm, ji avên derakî, ji devê mesîlên dûvedirêj xwe têr dibe û xudan dibe.
Ava bêrmê ji derve ye û tu zeynok û serçaviyên wê yên “xwemalî” nîn in. Lewra serborên me ku tevayî ji xêz û niqitînan pêk tê, dişibin wê. Xasma em xwe bi “bîrê” ku ava wê ji hundir e û di demarên kaniyên binerdê xwe xweyî dike, helbet ferqa wê ji bêrmê ew e ku ava wê ji nava wê ye. Ev kartêkeriya serboran e ku niqit êdî di hişê me de dibin xwedan dews, êdî av vedikişe bin erdê.
Dengê we hat min; îja niha hûn dibêjin te go çi? 
Hê jî çavên we dikişin ser sernavê û dixwazin pêwendiya wê û van gotinan, li cihekî bi hev ve girê din, ne wisa?
Nexwe doxîna xwe bişidînin û xwe ji bo firînê amade bikin :-) 
Me çîrokek heye. Em tev pêkhateyê çîrok û serborên xwe ne. Qasî çîroka xwe “deng”, qasî “dengvedana dengê xwe jî “rengekî xwe” me heye; rengvedan û dengvedaneke xwe ji me çêdibe. Em bi niqitînên ji dengê xwe hatine pê, ber bi çizirînên ji xêz û tîrêjên rengê xwe hatine pê, hebûnekê li xwe vedigirin. Hebûna me bi ser “bikêrbûna me” ya di gastîna vê gorepanê de ye. Îlem her deng li guhekî, her reng li çavekî dialiqe; em ji aliqînên xwe dirust dibin. Bi qasî bikêrhatina xwe ya ji xêz û xemla jiyana xwe dirustbûyî, tên pêş. 
Welhasil, ji sernavê gotarê jî kifş e, îro me niqitînên xêz û xêlan daye ber xwe.
Reprodîksiyon, tê maneya jinûve şîrovekirina bi xêzan a şiklekî. Wisa bifikirin, hûn bi serê pênûsa xwe mîna ku tevnekê dirêsin dav bi dav, niqit bi niqit resmekê ji nû ve çêdikin. Her derba hûn li rûberê wê kaxizê didin, şopekê lê hildiçinin. Ev hilçinîn ji nava we, dengvedana hest û ramanên we, rengvedana rih û derûnê we dide dest. 
Êdî ew resim ji wî resmê heyî derdikeve, bi ser destê we dibe berhemeke nû. Ev êdî jinûveravekirina we ye. Ev êdî hunera destkariya we ye. Êdî hûn û ew resimê ser kaxizê, neynika hevdu ne. Di her niqita ser rûkalê wê niqitî, her çizirîna ligel derba hingaftina serê qelema te tê de hilçinî, veçinî û êdî vehênaneke ji te ye. Êdî ew repro-dîksiyona bi destê te ye.
Wisa bifikirin, hûn çûne ber xwendinê. Rastî derseke wiha tên. Mamoste resmekê hema çawa lê hat, dide ber te. Tu wî hildidî, dibî kopiya wê çap dikî, hildigirî û tînî da ku ji nû ve reprodîkse bikî, ji nû ve bihilçinî. 
Îja êdî gava piçekî xwe ji kaxizê dûr bikî û bi çavekî dûrayî ve li wêneyê xwe yê “reprokirî” dinêrî, derz û derbên li rûkalê kaxizê çav dikutin nav reşika çavên te û di bin simbêlan re tîqotîq li te dikenin. 
Tu her hingaftina li her niqitekê dibî şahidê reng û şemla ruhiyeta xwe ya di bêrma jiyana te de pengiriye. Peşk bi ava wê dikevin, peqûşk bi ser avê xuya dibin. Mewc li dorê çêdibin û mîna gêrestûna li doranên Stûrnê xerçeng ji rihê te diçizirinê; xerçengên ji êş û tengasiya nava te xwe didin der, xerçengên ji şahî û destkeftiyên te neqişîne; ya ji hemûyê giringtir jî tu pirûskên jêrhişa xwe ya dewisandî, li wir, diwênî û ew niqit niqit dizîçikin di reşika çavê te.
Ez şikê nabim êdî ku seranser reprodîksiyonek e jiyana me. Em ji niqitînên civaka xwe, ji çirîskînin bîr û baweriyên xwe hilçinîne nav kevaleke beyirî û rengjêçûyî, ji qewlê dayê ve renglêavêtî.. 
Vêca wisa bifikirin, niha resmek para te ketiye. Heçî resmê gul û kulîlkekê, heçî resmê stêrk û stêrenasekê, heçî resmê delalî û xezalekê, heçî resmê dev û lêv, çav û birûyekê, heçî resmê çiya û cismekê..
Çi bi para te ket?
Ê min, resmê teyrekê. Na. Ne teyr.. Tenê navekî wî giyanewerî heye; tawis. Ew ji pirûskê tavê hilçiniye û ji ronahiyê çêbûye. 
Vî tawisî ne refa xwe ya wekî teyrên dîtir, ne jî demeke xwe heye. Ew tixûbşikên e, zemanbezîn û bi tu refan re nafire, belkî qet nafire tenê carina hin firan dide xwe.      
Hasilê qet tesadif nîn e ku ew resim bi para te ket. Ew reprodîksebûna jiyê te ye. Ji refan der, ji koman veder; lê bi rewş û arê nava xwe jî bê hevta, takî tenê ser darê vê dinê. Qasî tîroşkên tavê dil pîroz, qasî gepek nanî jî tibarek. 
Tu tişt ne tesadif e, ne heyata li bendî me geriyaye, ne jî serbor û qewamên bûne nîr û di xerbenda stûyê meriv de dardakirî. 
Mirov, paleyên hizrên xwe ye. Derba mirov, ji derz û derbên hildayî berhem tê.
Mirov, di neqşê her niqitîna ji niqitkên wî resmê heyatê pêk tê; tawiseke bê ref, teyîsîneke bê rengder e. Behî.. bêdeng û bi takî tenê.        

Hin Nivîsen Nivîskar

Ligel hin ramanên taletirş

  • 20 Adar 2025

Ji bo guhdarîkirinê: Van rojan, mirovî ji her tiştî bêhtir piçekî hewceyî bi axaftinê heye, na; belkî hewceyî bi famkirinê heye: Gelo çi dibe, çi diqewime? Belkî jî di rastiya rastî de tu tişt naqewime, her...

bo demê

  • 22 Adar 2023

dem heye mirov bê havildinya xewle, bajar kavilinsan sar, xwerist silçûçik mit, robar bê dil                dem heye, dewran jê hildem di tasika...

Destarê hizrê robarê hişî-n

  • 03 Kewçêr 2022

Pa çi kesî ji me bizmar li felekê nedane, lê nekutane.. em hemû rêwiyên ‘wê rêkê’ ne. Wê rêka nehatnaveyê.. Li ser serdera...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gava yekemîn: Lîste hatin teslîmkirin

ad

Xwediya Xelata Nobelê Morrison wefat kir

ad

9 sal cezayê hepsê dan rojnameger Îbrahîm Karakaş

ad

Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand

ad

Serokê HEDEP'ê Bakirhan bi kurdî bersiva Bahçeli da

ad

Beştaş ji Serokwezîr pirsî: We xwest Demirtaşî kelebçe bikin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname