Diyarname
Îro ji bo dozekî Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê bianiyana Dadgeha Enqereyê lê neanîn. Mesele piştî kurtedemek diyar bû: Leşkeran dixwest destên Demirtaş kelebçe bikin û wisa bînin dadgehê lê Demirtaşî ev red kir û nehat.
Demirtaş duh ji parêzerên xwe re gotibû ku ger wî neynin dadgehê bizanin ku wî kelebçekirin red kiriye û dij vê kiryara nemirovî derketiye.
Pişte vê yekê hevseroka HDP'ê Serpil Kemalbay û mebûsên HDP'ê li ber dadgehê daxuyanî dan, bûyer şermezar kirin.
Mebûsa HDP'ê Meral Danış Beştaş jî li Meclisê ji bo Serokwezîrê Tirkiyeyê bibersivîne pirsiyarnameyek da û pirsî: "We ferman daye ku destên Demîrtaş bêne kelebçekirin?"