Ji bo guhdarîkirinê:
Van rojan, mirovî ji her tiştî bêhtir piçekî hewceyî bi axaftinê heye, na; belkî hewceyî bi famkirinê heye: Gelo çi dibe, çi diqewime?
Belkî jî di rastiya rastî de tu tişt naqewime, her tişt “normal” be, an jî hema çi biqewime jî tiştekî “normal” e.
Em ê xwe hînî “normalîzekirinan” bikin an em ê her tiştî ji xwe re “norm” û “normalî” qebûl bikin?
Aya em celebek pişaftinê ye, entegre ye, rengguhorîn e, an ev manevrayeke zîrek û mantiqî ye?
Em ê xwe li kîjan “norm” û “normaliyê” biedilînin? Dê hedra me bi kîjanê were?
Pirs û tirs di bêdera hişê min de li hev siwar dibin. Gelo, ma hewce ye mirov, serê xwe bi her tiştî re biêşîne? Ma xune em ne Eliyê xemxur in!
Gelo em tiştan li pêş çavên xwe mezin dikin? An bi rastî jî “tiştên mezin çêdibin” û me hay jê nîn e?
Tê zanîn, pirolekirin taybetiyeke însan e, ku mirov siya xwe ji bejna xwe dirêjtir nîşan didin. Nexasim jî gava tîrêj xwar dibin, sîber dirêj dibe. Û sî bi ser bejnê dikeve. Sî, dibe sîpeleke mezin û her tiştî –hemû reng û tonên rengan- dimije.
Te dî ji lîstika bi siyê re me digot, canbazî. Yanî şîr û şekirkirina pirolekirinê. Êdî ku te kirasekî hunerî jî lê kir, hasil digihîje Mûsilê.
Gelek caran, hizrek wiha bi min re çêdibe; gelo nebî aniha, em bi dormandor û bi seranser pêçayî bin ji aliyê sî û sîberên pirolekirî ve?
-Meydan meydana Bavê Fexrî ye, egîdên mala bavê min bêhna barûdê hildane, heçî li dîwana egîdên mala bavê min lê rûne, bila xwe mit ke, ku gotina kin û dirêj meke, gotin gotina egîdên mala bavê min wan e. Ewê mêran bikujin, jinan li ber hembêza mêrên wan derînin û ji xwe re bo cariye birevînin…
Însan, meydaneke vala ye, heçî xwedan şiyan be cirîdana peyv û gotinên xwe lê dike.
Her ji zemanê FÎ ve ye, hê berî penîrî, tarîx bi destên muzeferan hatiye nivîsandin. Ya însanan lêkirî û biserxistî di bin siya qelemşoran de şikiyaye û nehatiye ser nikulê xameyê.
Me tu carê dengê şikestiyan nebihîstiye û îskeîska wan, tenê di nav peyvên heftkiraskirî de, bi pêlepaş û çeperast gihîştine me. Gelek caran me nalînên wan stran zanîne û em li ber “şewata wan” reqisîne.
Bîngol şewitî mij dûman e, megrî megrî, dayê megrî
Zeman xirab em tê da ne, megrî megrî, dayê megrî
Me şewat û xweliya wê gelek caran kiriye kilê çavên xwe, hestîkên li berqef û zinaran me kirine guharên guhê xwe û em li dû dongiya zemanî çûne. Me guh daye merşa “serkeftiyan” û me demildest kirasê xwe guhertiye.
Pênc sibe piştî Helebçeyê me xwe bi agirê Newrozê germ kiriye. Pênc dan, me pênc hezar di gorna agirê sor de çal kirine.
Em xwedan bîreke pir ko ne û êşên me di kenîna ser lêvên me de dibişkive. Em girîn û kenînê bi hev re dikin, kelogirî di ferhenga me de gotina herî naskirî ye.
Aniha çi diqewime?
Belkî çêtir be ku em pirsê berevajî bikin: Ma çi naqewime? Zeman, bi firên teyrê bazî ketiye. Her tişt, her wekî tu bendê biherivînî û lêmiştekê berdî, welê, pêl bi pêl, peyderpey tê. Her tişt bi beza kîvroşkê bi ser me de digire. Tu hew dibînî, îqlima me ya siyasî, di danekî rojê de çar demsalan bi hev re dijîyî. Çavek wê bihar, yek payîz e û havîn û zivistan di lehzekê de xwe didin pêş.
Di rojekê de sînorên dewletan diguherin, ala û merşên wan ji nû ve tên nivîsandin. Di rojekê de gur û bizin, dibin destebirak, şivan û xwedan dibin xinamî. Kî dostê kê ye?
Belkî jî divê ev pirs neyê kirin, -rast e ku kişika siyasetê bi ser riknên dostanî û dijminiyê ava nabe, siyaset “bizav” e, hemle ye, xwendina rihê demê ye, têgihîştin û zîrekiya ser maseyê ye û dîplomasî ye. Çi zanim, siyaset, belkî ligel van hemû tiştan –bêwijdaniya bazara ser xwîna mirovên bê guneh e.
Kê gotibû ku, ev ên şeran didin destpêkirin pir baş hevdu nas dikin û evên di şeran de qira hev tînin ji bo van kesên hev baş nas dikin, li dijî kesên ku qet nas nakin û çîroka wan nizanin, şerî dikin. Xwe didin kuştin û kesanên din dikujin.
Ji ber hindê jî gotina “silamet”, belkî kirina “silamet” û “qenc” her di pêkhatin û mesilhetê de bit. Aştî, her dem ji cengê zehmetir e çimkî bi aştiyê re, tu sifreya xwînê hildiweşînî, ew nan û bazara qirêj ku gelek alî jê sûdê werdigirin, êdî namîne. Tu bi nanê “hinek kartelan” re dilîzî ku ev kesanên han, xwedan desthilat, xwedan biryar, xwedan qezenc û xwedan dezgeyê xwînxweriya ser kedxweriyê ne.
Pê re kedwer dê bê miştê bimînin.
Di dûmahiya qisedana xwe de, min dil heye, silavekê li dilê terefdarên Amedspor û Zapsporê bikim. Êdî em ji xwe re ser kitêbên kurdî, spor û tiştên halo biaxivin.
Dûmahîka gotinê: Nedin dû hevalê parî, bibin hevrêyê hevalê barî.
Îro ji her demê bêhtir, pêdiviya me bi hev heye; de ka dilê xwe li hev vekin!


