logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di romana ‘Xaniyên Şîn’ de karakterên têkçûyî

  • Dîrok: 09/11/2019
Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û Binevşê ye, malbata duyemîn jî malbata Sêvdîn û  Menîconê ye. Wesîlayê jî Cîranê malbata Cembelî û Binevşê ye. Du kurên malbata Cembelî û Binevşê hene, navê kurên wan yê lawik Tajdîn e, navê keça wan jî Norîn e. Malbata Sêvdîn û Menîconê de gede hene an jî tune ne ne diyar e. Xumamî maye. Wesîlayê û Binevşê di romanê de dostên hev du, hesthevparên hev du û cîranên hev du ne.
Karaktera me Wesîlayê karektereke zehîf e, tim û tim bi gazin û êşkêş dixuye, derdê wê tim heye, tim bi xemgîn e, lê belê em di romanê de bi awayekî eşkere derdê wê fêm dikin ku lawê wê  tevlî şervanan bûye û tim bi hêvî ye ku di devê deriyê hewşê de lawê wê xuya bibe, lê tu agahiyê jê wernagire. Loma jî tim tim bi hestiyar û xemgîn e. Wesîlayê û Binevşê car caran tên ba hevdu, derd û kulên xwe ji hev re verdişînin. 
Di romanê de hevsera Sêvdîn ango Menîconê miriye, lê belê di derheqê mirina wê de agahî tune ye. Feqet Sêvdîn ji berê de ji Binevşê hez dike, lê belê Binevşê haya wê ji vê rewşê tune bûye, an jî bi qasî ku xwe bikuje û xwe daliqîne haya wê jê tune bûye. Helbet Sêvdîn paşê xwe dadiliqîne, dema ku zewiciye û jina wî dimire bi şûn de xwe dadiliqîne. Ev herdu malbat ji ber zilm û zordariyê koçî Amedê kirine, ji gundê xwe bar kirine û hatine Amedê niştecih bûne. Malbatek li Baglarê niştecih dibe, malbata din jî li Sûrê niştecih dibe. Herdu malbat ji ber dewletê ji gundê xwe barkirine, ji ber deshilatdariyê neçar mane û koçkirine. 
Mijara romana me, piranî li ser malbata Cembelî û Binevşê rawestiyaye. Cembelî li bazarê fêkiyan difiroşe, lê belê debara xwe tam nikarin bi cî bînin loma jî ji hêla aborî ve rewşa wan ne pir baş e, dijwariyê dikêşin. Yanê di rewşeke dijwar de dijîn. Cembelî karekterekî tevlîhev e, li dijber hevsera xwe Binevşê, bi dirustayî tevnalive, hin tiştan jê vedişêre, dikeve nakokiyan, divê gelo ez ji Binevşê hez dikim an na? Di nakokiyan û di dudiliyan de dijî. 
Mînakek ji romanê: “Binevş li ba min e. Ji min hez dike. Gelo ez jê hez dikim? Belê ez jî jê hez dikim. Lê min ew xapand. Min berê xwe da sing û berê Aynûrê.” (Rp, 72)
Em dibînin ku Cembelî di nakokiya de ye, lê belê ji bo çi diçe kerxaneyê û bi Aynûrê re dikeve şehwetê gelo? Sedem nehezkirin e, an jî sedem  şehwet e, azwerî ye? Çi ye gelo? An jî jin wekî bireserê dibîne, welew nivîskar xwestiye bi saya mejiyê Cembelî em nêrînên mêran ên li hember jinan bibînin. Welhasil mehê carekê Cembelî bi awayekî dizî diçe kerxaneyê ba Aynûrê. Ji ber vê sedemê rih û mejiyê Cembelî tevlîhev e. Him  divê ez hez dikim û hem jî diçe cem Aynûrê, di rewşeke paradoksal de ye karekterê me. Esil di navbera du jiyana de tê eciqandin. Di rewşek biyanî de dijî, car caran xwe biyanî hîs dike, em  vê biyanîbûnê û tenêbûnê ji rewşa wî ya derûnî û ji axaftinên wî fêm dikin. Loma jî dikeve şikan, divê gelo ez ji Binevşê hez dikim  an na? Heke ez hezkiriyê wê bim  îcar çima ez diçim cem Aynûrê? Cembelî karekterekî rihtevlihev û hestevlihev e. Karekterîkî nakok û bêbiryar e. Binevşê jî karektereke derûnîk e. Lê karekterek hîna saxlem  e li gor Cembelî. 
Binevşê rojekê li sûkê li Sêvdîn rast tê, gelekî pev re nîqaşê dikin. Sêvdîn behsa xwe ya gund û dema ku ji wê hez dikir dike heta Sêvdîn xwe nagire dibêje ez aniha jî ji te hez dikim. Min tu ji bîr nekiriye. Binevşê ecebmayî dimîne, Binevşê pirsa hevsera wî dike, Sêvdîn dibê hevsera min rehmet kiriye. Divê ez tenê me, ez û dîwar em li hev mêze dikin, wiha didome nîqaşa wan, Binevşê divê ez wî vexwînim gelo? Lê belê di dudiliyê de dimîne heke ez wî vexwînim  ez ê ji Cembelî re bêjim çi? Welhasil her du jî diçin malên xwe, lê haya Cembelî ji Sêvdîn hebû, berî Binevşê ew zûde pêrgî Sêvdîn hatibû û gotibû silavên min li Binevşê bike. Lê belê Cembelî qet behsa wî ji Binevşê re nekiribû, her duyan jî rastiyek ji hev veşartibû. Çima? Îcar ji ber hezkirinê her duyan ev rewş ji hev veşartibûn an jî ji ber hesûdiyê ji hev veşartibûn gelo? Ma hesûdî eşq e? Taliya talî her du karekterên me jî ji ber “tirsê” ji hev re rastî venegotine. Her du jî pêrgî Sêvdîn tên lê her du jî ji hev vedişêrin. Sedem “tirs” e, welew wisa dixuye. An jî windakirin û hesûdî ye. Madem hezkirin be, îcar bo çi Cembelî diçe cem  Aynûrê kêfê û şehwetê diqewimîne. A Cembelî ne eşq û hezkirin e, a Cembelî hesûdî ye, ne tirs e jî, lê a Binevşê tenê tirs e, hezkirina Binevşê resen e, lê ya Cembelî nediyar e, mirov bi şikdar lê dinêre, hesûdiya Cembelî hesûdiyeke çewt e, divê ji bilî min û ne tu kes, divê ji hêlkê ve jî ez ê li kêfa xwe binêrim, nikare bi eza xwe, eza wî desthilatdariyê li wî dike, loma hesûdiyeke desthilatdar dimeşîne der-bin-hişiya wî, loma dudilî û nakok dijî. 
Îcar em  werin ser kurên wan, Tajdîn mamosteya wekîltiyê dike, Norîn jî beşa derûniyê qedandiye. Tajdîn ji Nazanê hez dike, lê tenê di hezkirinê de dimîne. Norîn jî li hemberî mala wan dikaneke heye û yek li wir pirtûkê dixwîne, ew jî di pacê de lê dinêre meraq dike divê gelo  çi dixwîne, gelek caran ev rewş didome, heta di xewna xwe de bi wî re radizê, di xewna xwe de lê dinêre xwîn ji navrana wê de tê-diherike. Di vê derûniyê de bi xwe dihese. Dêya wê dibêje were xwarinê bixwe. Lê di romanê de ew kes navê wî Qutas e, beşa edebiyatê qedandiye, welew wisa dixuye. Di dema zaningehê de hevalên hev in, rojekê Norîn tê girtin û Qutas jî diçe çiya, çîrok wisa didome. Feqet di romanê de Norîn di xeyalên xwe de dijî, karektereke xeyalperest e. Rastî û xeyal carinan li nav hev dikevin loma jî carinan mirov dibêje kesê ku pirtûk dixwend û Qutas heman kes bû gelo? Ji ber ku Norîn aşiqî kesê ku pirtûk dixwend bûbû, her carê dihat ber pacê û li hemû tevgerên wî dimeyzand. Norîn jî karektereke tevlihev û derûnîk e. Tajdîn jî kêmzêde karekterekî wisa ye, bi malbatî karekterên derûnîkîn. Lê ji her çar karekterên me jî ji terefê nivîskar ve bi awayekî wekhevî rol û nirx daye wan, yanê nivîskar bi awayekî edaletî rol daye karekterên xwe, lê dîsa jî ê ku rola wî herî kêm Tajdîn bû, ên herî xwedî roldar jî Norîn û Binevşê, Cembelî bûn taliya talî hemû karekterên me rihên wan, hiş û aqilên wan û hestên wan giş tevlîhev bûn. Çar karekterên derûnîk û serketî bûn, belê karekterên me têkçûyîbûn lê hûnandina karekteran û têkçûyîna hûnandina wan serketî hatibûn lîstin. Mijar jî serketîbûn, mijar ne tevlihev bû, lê belê karakterên me rih û mejiyên wan tevlihev bûn. 
Ji bo fêmkirinê ne romaneke dijwar e. Herkes dikare bi rehetî bixwîne û fêm bike, romaneke herikbar e. Mirov miraq dike encama romanê û dawiya romanê, ango meraqê bi mirov re çêdike, ji ber vê miraqê ji xwe roman herikbar e. Ji ber derûniya karakteran û mijara romanê jî roman herikbar e. Mijar desthilatdarî ye, koçkirin e, ji cih warên xwe dûrketine, mijar biyanîbûna rih û dirûvekî din e, niştecihîbûna warekî din e. Mijar têkiliyên eşqê, têkiliyên di navbera hevserane, mijar feqîrî ye, mijar dijwarbûna jiyîna bajara ye. Yanê piştî malbatên ku ji gundên  xwe hatin koçkirin, ew malbatan heta demek dirêj xwe biyanî hîs dikin, xwe aîdî wî cihî nabînin. Loma jî tesîra biyanîbûnê desthilatdarî li karakteran kiriye. Li gund desthilatdara desthilatî li karekteran kiriye, li bajêr jî biyanîbûnê desthilatî li karakteran kiriye. Tiştekî gelekî dijwar e koçkirin û biyanîbûn.
Encam: 
Mijar: Koçkirin, biyanîbûn, desthilatdarî, sadiqbûn û hwd
Şêwaz: Hinekî romantîk, hinekî lîrîk, hinekî jî melankolîk lê di esasê şêwazê û mijarê de bûyerên rasteqîn ên diqewimin û ên qewimîne hatiye hûnandin û hwd

Hin Nivîsen Nivîskar

Şevên metaforîk û reşik

  • 23 Sermawez 2019

Nivîskar Welat Dilken di vê romana xwe ya yekem de “Reşek”’ ji xwe re kiriye alava axaftinê û afirandinê. Di bîr û hişê romanûs de metafora me ya reşik...

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • 25 Gulan 2026

Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet...

Çîrokên Dîrokî û Bîrdozî

  • 28 Tîrmeh 2019

“Li gor Ritterî heyînparezî, mirovên ji kokên xwe qetiyayî(...), bingeha xwe windakirî,  baweriya xwe ji tarîx û raborîyê windakirî(...), di...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Gerok îsal diçe sê bajaran

ad

'Li Çewlikê hejmara dengan ji hejmara hilbijêran zêdetir e'

ad

Xwediya Nobelê Ernaux: 'Em nivîskar gere em bîrek ava bikin'

ad

Juriyê ‘Klîba Herî Serketî ya Salê’ ya bi kurdî hilbijart

ad

Festîvala Çand û Hunerê ya HRRK'ê li dar dikeve

ad

"Rêxistina Xoybûnê" çapa nû kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname