Pirs ev: Qedexekirina Rûdawê li Rojava tişteke rast e? Bersiv hêsan e ne? Baş e, qedexeya Ronahî TV? Ew çi ye? Lê DW û RT ji ku hatin?
Ka werin em lê binêrin.
Roja 5’ê mehê Rûdawê nûçeyeke belav kir (1) ku li Rojava saziya wan hatiye qedexekirin. Li kîjan welatî dikare qedexe bê parastin? Çi bû sedem ku qedexeyeke wisa bê dayîn? Berî sedeman ez a xwe eşkere bêjim: Bi ya min ev qedexeyeke şaş e û divê Rêveberiya Xweser li ser vê yekê bisekine, biryara xwe bi paş ve bikişîne.
Em werin ser sedemê: Rûdaw eşkere alîgirê beşek ji PDK’ê ye. Navenda wê li Hewlêrê ye. Li Rojava ofîsa wê hebû wisa diyar e beşek xelkê Rojava ji xeta wê ya weşanê hez nake.
Li aliyê din kanaleke bi kurdî Ronahî TV heye. Bi qasî diquye nêzî PYD’ê ye. Navenda wê li Ewropa ye, lê li Rojava jî navendeke wê heye û li gelek bajarên din jî. Lê li Hewlêrê ofîsa wê tune ye. Çima?
Çima ofîsa Rûdawê ku alîgirê beşek ji PDK’ê û her wiha bi giştî alîgirê rêveberiya Başûr e li Rojava heye, lê ofîsa Ronahî ku alîgirê PYD’ê bi giştî jî alîgirê rêveberiya Rojava ye li Başûr ofîsa wê tune ye?
DESTÛR NEDAN RONAHÎ TV
Em biçin salek berê. Roja 14.01.2021’ê kesekî bi navê Dildar Dylan (2) di twittirê de wisa nivîsiye: “Li gor peymana di navbera PYD û PDK’ê de Rûdaw TV li Qamişlo, Ronahî TV li Hewlêrê gere ofîs vekira. Rêveberiya Rojava ji bo Rûdawê rê vekir û kanalê li Qamişlo navenda xwe saz kir. Lê PDK’ê destûr neda Ronahî TV li Hewlêrê ofîsê veke. SOS’ê li vir dest pê kir.”
Ev çiqas rast e yan na, peymaneke nivîskî ya wisa heye yan na em nizanin. Lê bi gotinî qala nerm bûn, lihevkirineke wisa tê kirin. Ha, biryareke wisa hebe jî nebe jî pratîkê ev nîşanî me da: Destûr nadin ku Ronahî TV li Hewlêrê ofîsê veke. Em ji ku dizanin?
Va ye: Roja 03.02.2021’ê Ronahî TV daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ev pênc meh in wan serî li Hikumeta Başûrê Kurdistanê daye lê destûr nedane wan (3) ku ofîsê vekin. Em hatine sala 2022’yan hê jî destûr nedane Ronahî TV û hê jî wan nekariye li Hewlêrê ofîsê vekin.
Ev pirs tê bîra me: Ev yek mafê dide Rêveberiya Rojava ku Rûdawê li Rojava qedexe bike? Bi min na. Dema yek qedexekar be, tu jî dest bi qedexeyan bikî ferqa te û wê/î/wan namîne.
ÇIMA YEK ALÎ REXNEKIRIN?
Ev jî heye: Heta niha ez jî têde, gelek kesî êrîşên li ser Rûdawê yên li Rojava şermezar kirin. Di vê roja ku Rûdaw hate qedexekirin de gelek navdarên kurdan ev qedexe rexne kirin lê wan negot “Ka çima Rêveberiya Başûr destûrê nade Ronahî TV?” Ma divê em her du aliyan rexne bikin ne? Çima em aliyek rexne dikin, aliyê din rexne nakin?
Ger li Rojava navenda Rûdawê hebe, divê yê Ronahî TV jî li Hewlêrê hebe. Em ji bo Rojava qala azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê bikin divê em ji bo Başûr jî qala heman tiştî bikin. Yan na, em ne demokrat in, em tiştek din in. Ligel vê yekê jî wekî min got, divê li Rojava ofîsa Rûdawê neyê girtin. Çima? Ji ber ku rêveberiya Rojava îdîa dike ku ji hemû pergalan pêşketîtir e. Ev jî heye, rêveberiya Rojava wisa îmajek daye ku ew azadîxwaz in, loma em ji wê ne li benda qedexeyan in, welew ku saziya çapemeniyê ne li gor rêgezan tevgeriya be jî.
Ha, ez vê jî bêjim, li gor min weşana Rûdawê ne weşaneke neteweyî ye, ya aliyek e, alîgirê beşek e. Çi dibe bila bibe ew beşek ji çapemeniyê ye û gere em bihêlin xelk bi xwe jê hez dike yan na.
Ev mînaka derketiye holê vê yekê jî nîşanî dide: Rojava û Başûr bûne du parçeyên cuda, du welatên cuda, wekî Koreyê (ne hewceye yek Başûr yek Bakur be, wekî mînak min got Kore), êdî ew du welatên cuda ne. Em hez bikin, nekin ev yek wisa ye.
MÎNAKA CNN INTERNATIONALÊ
Li welatên paşketî li nav welat tiştên wisa diqewimin, nîqaşên wisa dibin û wisa diyar e dê bibin jî. Lê li welatên pêşketî tiştên wisa li nav welat çênabin. Mînak, li DYA’yê dema Donald Trump serokdewlet bû, ji ber nûçegîhanê CNN Internationalê ew rexne dikir, Trumpî qerta nûçegîhan a ketina Koşka Spî betal kir (4). Nûçegîhanê CNN’ê Jim Acosta serî li dadgehê da û dadgehê di cih de biryar da, “Di cih de qerta wî bi paş ve bidin û çalak bikin.” Piştî biryarê nûçegîhan Acosta gotiye “Divê bizanin ku li DYA’yê azadiya çapemeniyê pîroz e û ew di bin parastina Zagona Bingehîn de ye. Ev ezmûnek bû, çapemenî di vê ezmûnê de bi ser ket.” Kêfa nûçegîhan Jim Acosta hatibû, gelek kêfa min jî hatibû bi rastî. Vê biryarê nîşan dabû ku dadgehên rê nadin dîktatoran jî hene. Dadgehê nîşan dabû ku çapemenî karê xwe dike û Serokdewlet be jî nikare rê li ber rojnamegeran bigire.
MESELEYA NAVWELATAN
Her çiqas ne tiştek rast be, di nav qada navneteweyî de jî saziyên çapemeniyê têne qedexekirin. Welat sedemên cuda nîşan didin û wan qedexe dikin, wan dersînor dikin. Mînaka dawî ji Rusya û Almanyayê tê (5).
Komîsyona Qontrolkirin û Destûrdana Çapemeniyê ya Almanyayê dawiya meha yekemîn a îsal weşana RT DE (Russia Today bi Almanî) qedexe kir. Li ser vê yekê roja 03.02.2022’yan Rusyayê biryar da ku weşana Deutcshe Welle (DW) qedexe bike. Rusyayê ofîsa DW a Moskovayê girt û akredîtasyona nûçegîhanên wê betal kir.
Mînakên din hene: Misirê, Erebistana Siûdî û gelek welatên din weşanên El Cezîre bi sedema alîgirê Katarê ye li welatên xwe qedexe kirin (6).
ENCAM
Bi vî awayî gelek mînak hene. Hatiye dîtin ku weşan ne li gor etîka rojnamegerî li gor berjewendiyên welatê xwe (partiya xwe) tevdigerin. Heta wisa be her dê nîqaş, qedexe çêbin. Her ku mesele warê me ye, em ne alîgirê qedexeyê bin, em alîgirên azadiyê bin dê baştir be. Her wiha ji ber ku em pere ji partiyeke (aliyek) digirin em tenê li ser xeta wê weşanê bikin dê tu fêdeya me ji bo gelê me nebe. Em ji cihek debara xwe bikin jî em li gor rêgezên rojnamegerî tevbigerin emê bikaribin bi serbilindî karê xwe bikin. Rastiyeke me ev e: Li nav me ji ber konjoktura rojane dê carinan qedexe-astengiyên wisa çêbibin. Tiştê em bikin bêyî binêrin li ku ye, kî ye dijî qedexe-astengiyan deng bilinid bikin.
---
1- https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0502202214
2- https://twitter.com/prehumain/status/1349795959228813312
3- https://diyarname.com/news.php?Idx=51029
4- https://www.amerikaninsesi.com/a/federal-mahkeme-beyaz-saray-cnn-muhabirine-akreditasyon-kart%C4%B1n%C4%B1-derhal-i%CC%87ade-etmeli-/4661767.html
5- https://www.dw.com/tr/rusya-deutsche-welleyi-yasaklad%C4%B1/a-60648703
6- https://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-40204789


