15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji bo vê rojê xebatan dest pê kir. Yek ji wan jî bi pêşengiya Med-Der, Komeleya Hunerê ya Dîcle Firatê û Ma MuzKê li Taxa Seyrantepe ya Bismila Amedê li dar ket. Bi lêdana erbaneyan dest bi meşê kirin û paşê li taxê ji bo zarokan atolyeya ziman hat lidar xistin. Di çalakiyê de alfabeya kurdî hînê zarokan kirin û her wiha zarokan wêne jî çêkirin.
Dûre strana Aramê Tîgran "Zimanê Kurdî" bi hev re gotin û şahî bi dawî bû.
Li Bakur Tora Ziman û Çandê û Platforma Zimanê Kurdî ji bo Cejna Zimanê Kurdî xebat dane dest pê kirin û vê hefteyê wekî vê çalakiyê dê çalakiyên din jî li dar bikevin.
MA