-Pîrê, ha pîrê!
-Çi kurê min ?
-Tu dizane pîrê, wextê pesnê berhemên min tên dayîn, ez wekî nepoxekê difirim; lê gava ku yek bi neyînî qala berhemên min bike deng û his nakim.
Pîrê bûbû ferîşteyek û hatibû bûbû mêvan. Min lê nerî, wê li min nerî. Ez hê du salî bûm, wê serê xwe danîbû û kefenê spî li bejna wê pêçabûn. Bo ku di nav du eşîran de, xwîn bisekine ew bi kalikê min re zewicandibûn. Gelek çîrok li dû xwe hiştibûn û çûbû. Aniha jî, hatiye û ziq li min dinêre:
- Tu dizanî pîrê, berî çend salan li Mêrdînê atolyeyek çîrokan hebû. Ez çûbûmê û min li mamoste guhdar dikir. "Çîrok, leheng, şûngeh..."
Leheng kamil dibin, şûngeh û zemên tê guhertin. Tesîra şûngehê û zemên her li ser mirovan heye. Dibe ku tu îro, li cihekî tarî bî, sibê di nava ronahiyekê de çavên xwe vekî. Ev bû çîroka vê dinyayê. Pîrê jî, yek ji vê çîroka dinyayê. Piştî ku ders qediyabû, min rahiştibû pirtûkek û bi mamosteyê ku dersa çîrokê dida re pirtûk dabû îmzekirin. Paşê min pirtûka xwe, ji çenteyê xwe derxistibû jê re îmzekiribû û diyarî wî kiribû. Nimreya min jî, li ser kaxizekê nivîsandî û min ew dabûyê.
Mehek, du meh, sê meh... Pirtûka min li nav xwendevanan belav dibe. Kî dixwîne û hema nêzî hev du nerînên xwe dibêjin:
"Min zarokatiya xwe tê de dît.
Ê din digot, te geh me dikenand geh me bi girî vedikir.
Pirtûka min, ji hêla teknîkî de qels bû. Min bi wê kelecaniya ku pirtûka xwe ya pêşîbûya, pir lê ecele kiribû. Pirî caran, ez bi destê xwe pirtûkan belav dikim. Rastî nivîskarekî têm, em rûdinin û sohbetê dikin. Di nav sohbetê de, dibêje:
-Nivîskar çawa pirtûka xwe, bi destê xwe digerîne û dide xelkê?
Vê pirsê kenê min anîbû. Ez çûbûm malê. Min dît êvarî peyamek hatibû telefonê: Silav, min pirtûka te xwend, keda te sax be lê nehêjayî pîvazekê bû.( Bahoz Baran* )"
Li gorî Bahoz Baran, pirtûka min nehêjayî pîvazekê bû. Lê min dixwest bêjim, bê ji bo çi nehêjayî pêvazekê bû? Piçekî bi hêrs bûbûm, çend rojan bi wê rexneya wî êşiyabûm, lê anha dibêjim ger wer negota bi min re disîplîna nivîsê çênedibû û minê dersa xwe jê negirta. Ew dersa hanê ji bo min, bûbû ku bêhtir li ser çîrokê hûr bibim.Pîra min li min nerî û got:
- Erê, erê! Te di çîrokek xwe de, qala pîrika xwe ya Nisêbînî kiribû, lê te qala min nekiribû.
-Tu meraq meke Pîrê Siltanê. Tu bisekine, ezê hey binivîsim.
Min ew hembêz kir û wê min hembêz kir û got:
- Tu dizanî mesele çi ye ?
-Çi ye Pîrê?
-Kibir e kurikê min. Belê, divê bi mirov re piçekî be jî ego hebe, lê ne di asta kibirê de. Kibir, meriv genî dike, dibe jar û bi meriv ve vedibe.
-Tu rast dibêjî pîrê.
Xatir xwestibû û çûbû. Ez jî, bêhtir li ser rexneyê hûr bûbûm. A baş ku meriv li ser rexneyên neyînî hûr bibe û li gorî wê tevbigere. Ev çîroka min a Bahoz Baran a li ser rexneyê ev hînî min kiribû. Gelo, wê rexneyên neyînî ji aniha ve pêve, di wêjeya kurdî de, bêne belavkirin û nivîskar bi destê xwe, ew rexneyên ku li ser berhemên wan hatine nivîsîn belav bikin an na? Bi ya min parvenakin, lê xwezî ne bi vî hawî bûya. Xwezî diyalektîk, pêk bihata û wekî rexneyên erênî; rexneyên neyînî jî bihatana belavkirin.Bi vê seknê, wê bêhtir wêje samîmî bibûya. Û me yê bigota, welleh helal be ji mêrik re, helal be ji jinikê re, wa ye bi destên xwe rexneyên ku li ser berhemên wê/î hatine nivîsandin belav dike.
***
Ji bo guhdarîkirinê: