Diyarname
Îro li KKTC'ê hilbijartina mebûsan a pêşwext çêbû û di hilbijartinê de UBP'ya Derviş Eroglu bi ser ket.
Li Komara Bakurê Kibrisê ya Tirk (KKTC) 19'ê mehê hilbijartin pêk hat. Heta ev nûçe hate amadekirin ji 620 sindoqan 550 hebên wan hatibûn vekirin û di encamê de Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) bi ser ket.
Di hilbijartinê de ev deng hatin girtin û partiyan ew qas sendeliyên ji bo mebûsiyê bi dest xistin:
- UBP: 544.445 (sedî 43.96) 26 mebûs
- CTP: 333.271 (sedî 29,33) 16 mebûs
- DP: 131.988 (sedî 10,66) 5 mebûs
- TDP: 85.081 (sedî 6,86) 2 mebûs
- ORP: 77.327 (sedî 6,26) 1 mebûs
- HİS: 5.857 (sedî 0,47)
- BKP: 29.827 (sedî 2,42)
Li KKTC'ê sedî 5 bendava hilbijartinê heye. Li gor vê encamê UBP, CTP, DDP, TDP û ORP'ê bendava sedî 5 derbas kirin û ketin meclisê.


