Ji bo guhdarîkirinê:
Ji bo Bilal.
Tu jî zanî Bilalo, ne ez, Leibnîz dibêje: "ji nav dinyayên mimkûn a herî baş e ev dinya." Qe niza mere dikare vê gotinê wiha berevajî bike: "ji nav dinyayên (ne)mimkûn a herî baş e ev dinya?" Nizanim tê çi bibêje lê Quentîn Meillassoux dibêje, "Na." Bi min be jî "na" ye. Lê ne bawer im ev bi min ma be. Wekî tu jî dizanî mesele li vir ne baş bûn û ne baş bûna dinyê ye. Esil mesele mimkûnbûn e. Û ji mimkûnbûnê wêdetir; metafîzîk. Lewma cardin tu jî dizanî, pirsa min ya li jor ji bersiva Leibnîz metafîzîktir e. Û vê jî zanibe, ev pirs qet ne berevajîkirina fikrê Leibnîz e. Esil ne pirs e jî û tiştekî ji Leibnîz cudatir nabêje.
Berî ez dest bi vê nivîsê bikim pirsek din di hişê min de hebû, lê bi telaq niha nizanim ew pirs çi bû.
Meillassoux çi dibêje tu zanî? "Belê" dibêje, "dibe ev dinya ya herî baş be û dibe ya herî nebaş be, lê ji nav wa dinyayan a herî eseh e û dibe ne ya herî eseh be jî” lêê.. dibêje, "ez jî bi vê gotina xwe tiştekî bi qasî gotina Leibnîz eseh dibêjim." Naxwe îja ji te dipirsim Bilalo: ji gotinên va herdu zamoteyan kîjan bêhtir metafîzîk e? Eseh bersiveke te heye. Kengî dilê min careke din çû behîvterikan ezê werim li wê bersiva te ya ne-eseh guhdar bikim. Eger behîv qert nebûbin.
Bi îzna te jî be ezê cardin vegerim serê monologê? (Bersiv tune.) Tişt nabe ezê îro bi ya xwe bikim. Dîsa Meillassoux dibêje: "ji tunebûna xwedê encam a dinyayeke bi kaos derdikeve. Dinyayeke wiha ye go li wir xwedayek jî dikare bixuliqe." (Teqrîben.) Naxwe dibêjim: mimkûn e ji nav dinyayên herî mimkûn dinyayeke ne baş ava bibe û belbî ew dinya ev dinya be. Yan jî ew xweda ev xweda be. Wê gavê ez cardin xwe dubare bikim: "Esil mesele mimkûnbûn e." Dubare kirin ne tiştekî ew qasî jî xerab e. Ji vê gotina min bila ev neyê fêm kirin: "Yanî demeg tiştekî nebaş e, lê axir ne tiştekî ‘ew qasî jî nebaş' e." Mixabin, ev fikrê we ye, nikarim xwedîtiyê lê bikim.
Aniha Belediya Dêrikê bûya niha gotibû: "Tîqatt tîqatt ev der Belediya Dêrikê ye, fikrekî neh-deh salî winda bûye, we kê wî dît serê wî di (...) kin û xêra xwe bînin Belediyê."
Fikir jî winda dibin. Ro bi ro pirtir dibin. Bi min gere bêhtir winda bibin. Carna difikirim: ka niza em çi tarêş in ew qas fikir ji me re lazim bin? Gere mere bi awayekî bi dawî bike, lê carna ne mimkun e. Wa te fikir wenda kir hela, tê çawa xwe winda bikî? Ne mimkûn e. Bifikire, ew "dinya baş" ya Leibnîz ji vî tiştê bîska berê min got mimkûntir e. De îja hesab li ba te. Û cardin bifikir, madem fikir hîna ew qas pir û belaş in: dibe salekê nîsan berî adarê were? Bi min mimkûn e. Madem her tişt li gor mimkûnbûnekê ava dibe çima ev ne mimkûn be? (Meillassoux ji vê gotinê re li çepikan dide.)
Welhasil, bihar e tu dibînî, navbêna nîsan û gulanê ye "fîqîna bayê belo ye ez ji efendimê xwe re bêjim" sira bayê pêşîn li serê gul û sosinan dide, min ji efendimê xwe re got, dengê kew û sûskewan li nezaran dixulxule, ewte ewta kûçikan e li vê destê sibehê û xirexire xewaran e li hêla dinê... Axir mimkûn e bibe sibe. Na, ne mimkûn e. Her tişt pirr dûr e, bi qasî mimkunata xwe. Her tişt pirr nêz e bi qasî hebûn û nebûna xwe, yanî mimkûnbûna xwe.


