Ji bo guhdarîkirinê:
Çend meselok:
1.Ji bo xatirê Danill Harms:
Sibehekê bê taştê rabû çû ser karê xwe. Qedehek çayê hat xwe li ser masa wî danî. Hêlaw jê dere. Bi du dengan kuxiya. Loqek belxem ji qirikê filitî. Daqurtand. Dirêjî pakêta cixareyê bû. Hebek jê xist nava lêvên xwe. Berî agir pê ve deyne li hevalê xwe nêrî. Dû ji serserê wî jî diçû.
Go: “Law ma mere dev ji vê cixareyê berda ewê çiqa jî xweş ba.”
Deng ji herduyan jî biliya. Hevalê wî serê xwe bilind kir. Fikirî.
Go: “Te go çi?” Agir bi cixarê ve danî.
Go: “Min go mere dev ji vê cixarê berda ewê çiqa jî xweş ba.” Yê din serê xwe berjêr û berjor hejand. Bi awireke kurt li dûr nêrî.
Go: “Heyata me vê hereketê heq nake.” Keniyan. Deng ji herduyan jî nebiliya.
2.Ji bo xatirê Henry Miller:
Rojekê Evdo bêriya pismamê xwe dike. Pismamê wî li Ewropa dijî. Telefon lê dide, di derba ewil de deng bi pismam dikeve.
Evdo: “Law ma qey tu li bendî telefona min bû te bi derbekê re vekir.”
Pismam: “Huşş be Evdo te porno-vîdyoya min birî.”
Evdo: “Tu çû heta Ewropa jî tiştek ji te çênebû.” Keniyan. Kêlîyekê li hal û wextên hev pirsîn.
Evdo: “Hûn ji xwe re di nav kêfê de ne birê min.”
Pismam: “Erê law Xwedê alîkariya we bike.”
Evdo: “Na birê min bila neke.”
Pismam: “Wehh çima.”
Evdo: “Eger dixwaze alîkariya me bike bila zinê serbest bike.”
Pismam: “Çima?”
Evdo: “Ji bo em karibin bi rehetî qûna xwe bidin.” Kêliyeke din jî keniyan. Enterîkên herdu bajaran bi heman awayî di şevereşê de dibiriqîn.
3.Jibo xatirê Juan Rulfo:
Orta rêbendana wê salê Hecî Qadir mir. Wekî hûn jî dizanin xebera ne ji xêrê re be zû belav dibe. Gundî lê peledar bûn. Yekî av danî ser êgir. Yekî kefen amade kir. Yekî zû xwe gihand darbestê. Yên din gotin hilînin emê têkevin bin barê darbestê. Cenaze hat ser mezel. Telqîn hat xwendin. Herkesî heqê xwe lê helal kir. Serê mirî daket ser kevirê sar. Hecî Şemso hişk bi doxa bêrê girt.
Go: “Xwe bidin alî êzê çend bêr ax biavêjim ser.”
Gundiyan go: “Hecî Şemso vekişe ewê kemçe te biecikîne.” Mecbûr vekişiya. Deng ji axa sar biliya. Hecî Şemso bi lez xwe gihand malê. Zar û zêçên xwe tev li xwe vehewand. Go: “Eger ez mirim nehêlên kemçe axê biavêje ser min.”
Zarokan go: “Weh Hecî ev çi ji teba ye?”
Hecî Şemso go: “Ezê ji kemçê bitirsim.” Orta rêbendana vê salê Hecî Şemso mir. Zarokên wî nehiştin tekerên kemçê bi derdawên gund bikevin.
4.Ji bo xatirê Leos Carax:
Xwediyê kafeyê behs dike: Wekî hûn jî zanin tiwaleta kafeya min li derve ye. Mîrata dugmeka lempeya wê di dereke wiha de ye şeytên jî bîr nabe di wir de ye. Lewma em wê lempê tu carî nagirin. Çimkî ji bo her mişteriyî gere em cardin herin pêxin. Rojekê yekî barûte hat. Esrar li ser esrarê dipêça. Wext edî derengê şevê ye û kafe tije ye. Min nedî. Lê ew barûte carekê diçe tiwaletê. Tu nebê li dû xwe lempê digire. Ka çawa dîtiye ez nizanim. Li dû wî çend kes diçin lê venagerin. Çend kesên din diçin ew jî venagerin. Heta em lê hayê bûn pênc-şeşek man li kafê. Min go hela ez herim sax bikim bê ev însan çima venagerin. Min bala xwe dayê lempa tiwaletê hatiye girtin. Li pêşiya min du heb çûn. Bi ketina hundir re hilathilatî bûn. Heta min xwe gihand dugmê esrarkêşê me pêl bişkoka sîfonê kir. Ew ro û ev ro ye ev kafe wiha xalî ye. Xelk ditirsin birê min ma îja bi derewa ye!
5.Ji bo xatirê Varlam Şalamov:
Hew hûn mane min ji we re qala vê meselê nekiriye. Ez û rehmetîyê Xelîl birakê hev yên eskeriyê bûn. Rebenê Xelîlo herfek tenê be jî bi tirkî nizanîbû. Rojekê nizanim çi dibe du esker lê dibin yek û hey lêdixin. Yekî pê girtiye û ji yê din re hey dibêje “vurr vur vurr.” (lêxe, lêxe). Êdî taqet di Xelîlê me de nemaye. Palaskên wî ji hev zîval zîvalî kirine. Berî em xwe bigihîninê serleşkerekî ji dûr ve bang kir go:”durr dur durr.” (bisekine bisekine) Herkes bi derbekê re sekinî. Xelîlo fiskinan ji nav lepên wan vekişiya. Go: “Law, ne ji ‘dûrrdûrrka’ vîya bûya wê ‘vûrrvûrrka’ vana min bikuşta.”
6.Ji bo xatirê wê:
Hezkiriya wî ji çend wextan carekê jê re digot: “ez êdî carcaran ji bendemayîna te aciz dibim.” Nizanî bû ew jê bêhtir aciz dibe.


