Diyarname
Bi organîzeya Åžaredarê Giravan Erdem Gul nîÅŸandayîna fîlman didome. Hefteya borî li Girava Mezin (Buyuk Ada) êvaran fîlm hatibûn nîÅŸandayîn û vê hefteyê jî ev çalakî didome. Ev çalakiya nîÅŸandayîna fîlman heta dawiya havîna 2020'an dê bidome. Vê hefteyê bi navê "Sari Mercedes", "Sprited Away", "Pain and Glory" û "Tosun PaÅŸa" têne nîÅŸandayîn.
Åžaredariya Girava Mezin bi navê "AçikhavADA Sînema" çalakiya nîÅŸandayîna fîlman didomîne û fîlm li Meydana Girava Mezin têne nîÅŸandayîn.
Li gor bernameyê vê hefteyê jî 4 fîlm, her yek rojek êvarê saet 20.30 de dê bê nîÅŸandayîn. Fîlmê Tunç Okan "Sari Mercedes" ku senaryoya wê ji pirtûka Adalet Agaoglu "Fîkrîmîn Înce Gulu" girtine ji bo bîranîna wê xistine nav bernameyê. Di ÅŸevê de nivîskar Åžebnem ÎÅŸîguzel, yek ji avakarên 'BaÅŸka Sînema' Azîze Tan û helbestvan Ataol Behramoglu dê beÅŸdarî çalakiyê bibin.
Fîlmê derhênerê japonî Hayao Miyazaki "Sprited Away" ku Xelata Oscarê û Xelata Hirça Zêrîn girtibû; fîlmê derhêner Pedro Almadovar ê bi navê "Pain and Glory" ku ji Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî, Muzîka Herî Serketî girtibû û li ser navê Spanyayê bûbû Berendamê Xelata Oscarê dê bêne nîÅŸandayîn. Fîlmê din jî yek ji klasîkên YeÅŸîlçamê fîlmê derhêner Kartal Tîbet "Tosun PaÅŸa" ye ku dê bê nîÅŸandayîn.
Bernameyê vê hefteyê bi vî rengî ye:
- 23 Tîrmeh: Sari Mercedes / Derhêner Tunç Okan
- 24 Tîrmeh: Sprited Away / Derhêner Hayao Miyazaki
- 25 Tîrmeh: Pain and Glory / Derhêner Pedro Almodovar
- 26 Tîrmeh: Tosun PaÅŸa / Derhêner Kartal Tîbet
Agahî: Girava Mezin (Buyuk Ada) yek ji giravên Behra Marmarayê ye û girêdayî Stenbolê ye. Giravên bi navê Kinaliada, Burgazada, Buyukada (Ya mezin ev e) di bin navê "Adalar Belediyesî" (Åžaredariyên Giravan) de wekî ÅŸaridarî ne û girêdayî Stenbolê ne. Di hilbijartina 2019'an de rojnameger Erdem Gul li ser navê CHP'ê wekî ÅŸaredar hat hilbijartin.