Ji bo guhdarîkirinê:
Sibehekê ez û tu şiyar bûn Filîto. Tu wekî her carê berî min şiyar bûyî. Nore nora te ye û teqe reqa çakûçên hosteyan. Nizanim we çi hewal e? Aciz im. Ji xwe, ji te, ji tava sibehê, germa tebaxê, çirîna telefonê, bêhna dev û diranan, xwêdana binçengan, zikê birçî û çavên têr, ji her elimandin û paşre cehimandinê, ji çûn û nehatinê, man û nemanê, qorên kitêbên nexwendî, loda cilên jibîrbûyî, balîfa ji ber serî şeqitî ye, bêvila ji êvar de xetimî ye, xwelîdankên tije, qehweya qediyayî, hêka netinî, çaya dereng dikele û zû diqede, peyamên tu li bendêyî û nayên lê wexta ne lazim bin serê te qul dikin, sitrana li sibehê nayê “mirina bi saxî – navê wê eşq e yar” ji te jî aciz im, wey mala te ne ava cîran. Ezê bîstek din rabim ji vê garanê biteqizim. Berî tu werî xwe li balîfa min biboqîne ezê terkeselat bibim Filîto.
Derdikevim derê derî, tu li hundir dinorînî. Pêl bişkoka asansorê dikim, tu dinorînî. Mifta erebê ji bîr dikim, tu dinorînî. Vedigerim derî vedikim, tu cardin dinorînî. Li mifteyê digerim. Nabînim, lê tu dinorî. Devê çenteyê vedikim mifte di cihê xwe yê her gavê de ye, te vê carê nenorand. Tu xwe li balîfekê diboqînî û li rûyê min dinêrî.
Di nigê nig de derdikevim. Binêre tişta tu di carekê de nikarî bikî bê ez çawa bi derbekê re dikim. Tu dibînî? Va ye min bi zengilkê derî girt, min bi nîv zivrê ba da, go şing û vebû, binêre bê çawa gava xwe davêjim derve, binêre bê çawa derî li pey xwe digrim, jixwe tu dibînî. Ka tu jî dikarî wiha bikî? Na.
Tu bêkêr î Filîto, wekî min ê zemanekî tu zexel î. Min girêka xwe bi paş xist elhemdila, niha dora te ye. Ka ewê kengî ew kew ji te bifirin? Ne bawerim. Çi derewan bikim wextekî min ji wan kewan kewek li dor te dît. Wexta derengê êvarekê tu li serserê çirçirekekê bûbû piling. Tê bîra te? Wê gavê min go; aha Filîto bû xwedî xîret, dike kewek jê bifire. Te çi kir? Ji bo Xwedê te çi kir ka ji me re bêje. Tu nabêjî helbet. Li hesabê te nayê. Ezê bêjim, te xwe avêt sitûyê wê kewê, bû pirte pirta wê, per jê weşiyan û bask pê re neman. Heta min xwe gihandê rih jê çû. Tu li ser meytê wê vezeliyay3e. Wê rojê min nifirek li te anî, lê hîna pêknehatiye; Kero bila pîrika min Hedo sax ba û mere te bida ber destê wê. Rehma Xwedê li wê û haziran be hiletê wê ji pisîkan diçû lê cardin jî li dora wê keriyek pisîk hebûn. Ez hertim jê bi guman bûm go bi dizî ji wan hezdike. Ya na ma morîkên diya wan li dora Hedo qetiyabûn ewqas pisîk li dora wê bûn. Çend wext berê ev gumana min bi dawî bû. Li gor saloxên xaltîka min got, wexta Hedo di ber sekeratê de bû gotiye; “Law hela herin pariyek nan bidin wê pisîkê, niha ji nêza miriye.”
Xaltîka min lê zêde dike; “Jixwe pisîk beriya heyvekê li rasta hêwanê bibû merş.”
Tu ji vî şuxlî re dibêjî çi Filîto, tu jî dixwazî bibî merş? An bifirî bigihê erş? Deng ji te nehat, zanim li hesabê te nayê.
Derketim rê. Rê ket bergiya çiyê. Encax wê gavê giham ser hemdê xwe. Diçim binê dareke sêvê. Xwe li ser piştê diavêjim erdê. Ba pelan dilivîne Di nav guliyên darê re şewqa tavê dide reşikên çavên min. Tarî dibin kêliyekê û pê re rohnî. Cardin ba li pelan dide. Vê carê kum li ser rûyê min e. Alikek xwe li ser darê datîne. Bi dengekî difîkîne. Kum ji ser rûyê xwe didim alî. Sêv bi guliyan ve zer bûne û tibabek ketine binê darê. Her yek dewsa çend nikilên alikan lê ne. Hin jê kurm tê de dixebitin, li ser hinan jî gêrik peyasê dikin. “Karwanê eskerên Xwedê ne” digot pîrika min Hedo. Lê wekî navê xwe dizanim, niha wê ev gêrik li ser ev sêvan bidîta hew Xwedê dizane bê jina xwediyê wan di ku derê re derdixist. Erê lo Filîto ma kî wekî te dijminê malê xwe ye? Tu niha li vir bûya dikarim sond bixwim tê paxilek sêv bi destê xwe bida ber devê vê alikê, vê çûkê û vê mîratê. Tu li min û vî bextî hela, di xema çi de me.
Radibim ser xwe. Dirêjî nav guliyan dibim. Sêveke bi hemdê xwe gihaye dikeve nav tiliyên min. Qertekê lê didim, ava tirş li ser dev û zimanên min belav dibe. Gep li min diwerimin. Dendikek dikeve nava du diranên min. Dicûm. Tehl dibe tehma devê min. Destê xwe li felqê sêva mayî dijidînim û divirvirînim alikê. Berî derba min xwe bigihîne difire xwe li ser gulilê dareke din datîne. Li ser gulî direqise. Hîkehîka wê ye bi min dikene. Radihêjim sêveke din, derbeke din diavêjimê. Derba min dûrî wê diçe. Vê carê tevnalive û dev ji kenê xwe bernade. “Kerê tu li jina xwediyê xwe digerî qey?” Li xwe ho venade. Cîh li min diherime.
Radibim dikevim rê. Berê min dikeve bergiya bajêr. Li nava bajêr roviyek dixwaze ji vê hêla rê derbasî wê hêla din bibe. Xwe rast li zopanê rexa rê radikişîne, di nîvê qiyame de xwe nagire gindirî rexa peyarêkê dibe. Dibezîne di rex û rexa rê re baz dide. Zane di taliya vê tevgerê de mirin heye. Zû ji çavan winda dibe. Heta digihêm ber deriyê malê tarî digire erdê Filîto. Tu li hundir dinorînî.


