Cemil Oguz
Niha gelek kanalên televîzyonan ên kurdan hene. Herî zêde jî li BaÅŸûr vedibin. Ew kanal çiqas bi rojnamegerî/televîzyonkarî dizanin her bûye meseleya nîqaÅŸê...
Hin ji dema mirov lê temaÅŸe dike mirov nizane kanalek kurdan e, yan neyarên kurdan e. Hin jî hene ew bixwe nizanin ka çi diweÅŸînin. Mînaka dawî "K24" e.
Wekî gelek kanalên din K24 malpera wê jî heye bi çend zimanan. Ev K24'a ku niha bûye mijara me îro, yanê roja 24'ê gelaWêja 2016'an nîvrokî du nûçe weÅŸandin li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî.
Nûçeya yekem:
- "Dîzaî got ku meseleya çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê nehat rojevê"...
Nûçeya duyem:
- "Barzanî got ku di hevdîtinê de li ser pêvajoya çareseriyê hat sekinîn û" ...
Niha pirs ev e:
Nûçegîhanî, rojnamegerî, yan jî televîzyonkarî tiÅŸtek wisa ye gelo? Ger wisa be ji van kîjan rast e? Ger ne wisa be dîsa ji van kîjan rast e?
Ger di mijarên din de jî wisa dubendî hebin?
Di navbera her du nûçeyan de nakokî nîn e gelo, ger hebe vê nakokiyê çima ji yên dîtin daye we wekî pirs pirs nakin?
Yan jî hûn mecbûr in serê xwendevan, guhdarên xwe tevlihev bikin?
Pirsek din: Gelo asta çapemeniya kurdan daketiye vê astê?
Ger hûn dibêjin "pirs zêde bûn" dev jê berdin, ne xwe biwestînin ne min...