Erê; min navê wî bihîstibû, lê min li Duhokê nas kir Ferhad İçmo!
İçmo, bo bernameya helbestxwendinê mêvanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê bû. Wî jî mîna min dabû nava salan. Yanî mîna min ew jî navsere bû. Çavên wî yên di nîvê serî de reÅŸik ên hûrik, bi dilsozî li meriv dinerîn. Bi qasî ku tayelibên spî li zeviya rûyê wî ÅŸîn hatibûn, İçmoyê ÅŸa’ir esmerekî xwînÅŸîrîn bû! Vê xwînÅŸîrîniyê dikir ku meriv “û hogirî wî bibe. Jixwe wiha jî bû:
Li hewÅŸa Yekîtiya Nivîskaran, destê wê êvara havîna ber bi payîzê de hênik, İçmo bi dengê xwe yê ‘xeneqotkî’ û newaya ‘xweÅŸxwan’ a helbestên li dû hev, mîna dilê min dilê gelek beÅŸdarên li qaê(hewÅŸ) amede, ÅŸa û hênik kir. Helbestxwendina İçmo-Seyda Cegerxwîn di gelek ristan de navê helbestê wekî ‘xweÅŸxwan’ê hildide- ne diÅŸibiya ya çi helbestkarên ku heta niha min helbesta wan xwendibû, an guh dabû dengê helbesta wan: İçmo ne dixwend; distira.
Vê helbeststirînê, wê kelîkê xiste bîra min, ku li Amedê, di sohbeteke li ser piyan Abdulla PeÅŸêw gotibû, ‘Bakurî ji ÅŸi’irê re dibêjin helbest,em dibêjin xundrewa’.
Yanî? Yanî ravekirina bi xwendinê/xwendina rave kirî.
Xwendina ravekirî ji serdema rîtuelên kevnekone ta bigihe ayînên îro miqambarkirina li peyvê ye.
Sêhra peyvê bi sêhra deng re bi sêhrtir bûye, ku li tevî Quranê xwendina hemû pirtûkên pîroz, diayên ku tên kirin, lavayî û berzûrî, li tevî bangdanê bi miqam in. Gelek mela ji dengê xwe yên xweÅŸ bêhtir, bi miqamê bangê balê dikiÅŸînin bi ser selayê de. Jixwe ji cureyên helbesta klasîk qesîde û xazel jî bi miqamekî xweser têne xwendin.
Ji xwendina qesîdeyên derwêÅŸên kurd em tê derdixin, ku qesîde li gel amûreke muzîkê –defê/erbaneyê- hatine xwendin.
Bi baweriya min, qesideya Mele Åžexmûs ‘Can… can… can…’ îro jî têrî dike ku merivê ne sofî û ne mirîd jî bi surr û cizbê bikeve…
Pêwendiya muzîk û helbestê ne hewceyî destnîÅŸankirin û ravekirên Cudwell be jî; bi her helbestkarî re her helbesthez dizane, ku di navbera helbest û newayê de pevgirêdaneke xurt, têkiliyeke zexm heye.
Ew têkilî bi sê ÅŸeweyên ji hev cuda derdikeve pêÅŸberî me:
1. Xwendina helbestê a helbestkar
2. Xwendina helbestê a teatrel
3. Xwendina xwînerî/ê a helbestê.
Xendina helbestê a helbestkar bi du ÅŸêweyan e:
1. Xwendina bi dengê kêlîkê
2. Xwendina bi dengê lêbarkirî
Xwendina bi ‘dengê kêlîkê’ lêvegarina dema/kêlîka nivîsîna helbestê ye. Ev ÅŸêwexwendin xwedînewa û miqameke xwe ya xweser e, ku helbestkar her helbesta xwe bi yek miqam-newayê dihoyîne. Ji vê ÅŸêwexwendinê re meriv dikare bibêje xwendina bi dengê dil jî. Ji bo; di kêlîka xwendinê de, dil dibe mîna amûrekê muzîkê, û dijene. Ev jenîn mîna mizreba di destê sazbend de, peyv li têlên dilê helbeskar dide, û dike ku peyvên helbestê nola notayên stiranekê miqamdiyar ji gewriyê derbikeve…
Ev ÅŸêwe resentirîn ÅŸewêxwendin e û bo her helbestkarî/ê derbasbar e.
Ji bo vê mînakê meriv dikare du helbeskarên tirkî wekî mînak bide: Ahmed Arîf û Nazim Hikmet.
Li aliyê din, rexnegirin wekî qelsesistiyeke di navbera helbestê û helbestkar de ÅŸîrove bikin jî; xwendina bi dengê lêbarkirî ew xwendin e, ku helbestkar ne bi dengê kêlîkê, bi newayeke din, bi dengekî bi dû re hatî peydakirin, helbestê bixwîne.
Wekî ku me li jorê jî got hemû kitêbên pîroz bi dengekî pîrozwer hatine/têne xwendin. Heman ‘pîrozweriyê’ bi ÅŸêweyeke ji ÅŸêweyan xwe hilgirtiye xwendina helbesta klasîk…Ji ber hindê, li Îranê helbest hê jî li ber newaya ÅŸîmÅŸalê/bilûrê, an jî neyê têne xwendin.Û jixwe
miqamekî her xazelê, yê qasîdeyê, yê çarînê heye, ku ra û rîÅŸalên wê ji serkaniya berî hezarên salan avê vedixwin.
Ji bo vê ÅŸêwexendinê, ji helbesta kurdî du navdartirîn navdaran wekî mînak meriv dikare hilgire dest: Ehmed Huseynî, Åžêrko Bêkes.
Her du xweÅŸhelbestkar jî- bi qasî ku helbesta serbixwe û bendazad lêdikin, dema ku dixwînin, helbesta xwe ya xweser û serbixwe diÅŸikînin û mîna ku beyte-ristên qasîdeyêkê bixwînin, helbesta xwe wisa bi dengçêjî, sermestî û konenewayî dixwînin. Li hêla din, bi qasî ku ji heman ekolê tê, Abdula PeÅŸêw berevajî Bêkes bi ‘dengê kêlîkê’ helbesta xwe pêÅŸkêÅŸ dike.
Xwendina teatrel: Meriv dikare navekî din jî li vê ÅŸêwexwendinê bike: Xwendina demrîtûelî. Ji ber ku xwendevan- ew dikare lîstikvanê ÅŸanoyê an jî kesekî dengraveker be-di kêlîka xwendina helbestê de li gel deng bi dest û pê, çav û awir û hemû mîmikên pêdivî, helbestê raberî temaÅŸevanan dike. Ev ÅŸêwe, li gorî têgihîÅŸtina kes a ku ji temayê/naverokê werdigire dikare cuda û veguherîner be.
Xwendina xwîner: Em dikarin bibêjin ÅŸêwexwendina herî azad e ev ÅŸêwe. Ji ber ku her xwendevan di seqaya kêlîka ku tê de dijî,- bi ser dengê hundirîn ê ku helbest vedihewîne vebûbe venebûbe- bi dengê xwe yê hundirîn (bêhiska) an jî derkirî dikare bixwîne. Û ew, ji bo her xwînerî tê guhertin. Bi qasî ku tê guhertin, ev yek bi biservebûna dengê helbestê ê hundirîn û lêguhdarîkirina ÅŸêwexwendina helbestkar re- dikare veguhere, bibe dengê helbestkar bi xwe…
Û, jixwe helbest bi qasî ku ya helbestkarê/a xwe ye, ew ya her kesî ye!
Têbinî: 1.Bi boneya salyada 26’emîn a koçkirana ji nêva me roja 22’ê heyvê li Nisêbînê li avahiya Mîtanî a Åžaredariya Navçeyê ez dê beÅŸdarî bernameya salyada Cegerxwînê nemir bibim li gel Lal LaleÅŸ. Ez xwîneran, hezkiriyên helbesta kurdî û ya Cegerxwîn vedixwînim bernameyê, û di keseyata gewre a Cegerxwînê peyvnemir de dibêjim, Xweda her du kedkarê nivîsê: Torî û Îsmail GoldaÅŸ bi rehma xwe ÅŸa bike.
20/10/2010/Arjen Arî
Axaftina di Festivala Duhokê a 1.emîn de25/08/2010