Diyarname
Duh bi şev DYA'yê operasyoneke li hemberî Serokê El Qaîdeyê Usame Bin Ladin li dar xist û ew kuşt.
Hêzên Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Pakistanê li hemberî Ladin operasyonek li dar xist û ew kuşt.
Piştî bûyerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama daxuyaniyeke weşand diyar kir ku edalet hatiye cih. Obama got ku ew tu demê ne li dijî îslamê ne.
Obama got ku di meha gelawêjê de îstîxbarata li ser Ladin bi dest xistine û hefteya borî jî fermana ketina navtevgerê daye.
Piştî bûyerê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê balyozgerên xwe yên li welatên cur bi cur li hemberî êrîşên El Qaîde ku îhtîmal e çêbin hişyar kir.