Roj baş Seyda.
Bi hêviya siheteke baş û temenekî dirêj…
Min ji nûçeyan bihîst*; Xelata Wejêyê ya ku Serokomarî dide îsal layiqî cenabê te dîtine.
Ez bi navê te, mixabin nikarim xoşhalî û dilşadiya xwe diyarî cenabê te bikim.
Tu vê xelatê bistînî, sed heyf e ku ezê nebêjim pîroz be!
Ne ku cenabê te vê xelatê heq nake; te pir xelat heq kirine, te xelat wergirtine û xelata herî mezin jî gihaye te: Dilê mirovan. Dilê mîlyon mîlyon meriv…
Ji dilê mirovan wir ve tir xelateke hêjatir, bihatir, bi nirxtir..?
Bivê nevê, xelat nîşaneya hêjayiyê ye, ya payebilindiyê!
Ê jixwe tu merivekî hêja, pênûsekî xurt ê xurt, nivîskarê ku mirovahî pê bi rûmet û serbilind e yî.
Tu Yaşar Kemal î ezbenî!
Hay ji xwe hebe: tu bi saxî nemir î, tu bimrî jî tu nemîr î.
Hay ji xwe hebe, û xwe bi destê xwe nemirîne.
Jehra ku pê ‘bimrî’ ye ev xelat û didine te!
Di dawiya temenê te de bi xelatekê te jî ‘kedî’ bikin, te jî bikin ‘kurê dewletê’!
Bi xelatekê tu yê bixapî, ezbenî?
Qey tu bi qasî xelatekê Serokonariyê erzan î?
Tu Yaşar Kemal î, ezbenî:
Yek ji zarokên Homeros, merivê herî nêzî Evdal!
Tu Yaşar Kemal î ezbenî:
Xwediyê romanên stûr stûr; ji pirtûkên pîroz jî stûrtir…
Yê pêximberan yek e, yê te deh in, panzdeh in!
De were, mêrxasiyekê bike, wernegire vê xelatê ji destê Serokomar!
Wernegire, red bike bi navê 50 hezar kuştiyî!
Wernegire, red bike bi navê 5 mîlyon kesên ji cih û warên xwe bûyî!
Wernegire, red bike bi navê 4 hezar gundên şewitî, rondikên herikî, xwîna rijiyayî û tê rijandin… û êşa ku hatiye kêşan û hê jî tê kişandin!
Tu ne yê qewîtiyê yî, rêzdar.
Û haşa; ez û şîretan li te bikim, rê bidim ber te?
Lê dîsa jî, wekî mirovekî ji merivên Evdalê Zeynikê, wekî şaîrekî evdalê zimanê xwe; û bi qasî ku cenabê te bi ser wêjeya kurd ve bernadim jî; min xwest gewretiya te, dilêriya te, kurdîtiya te bi bîra te bînim, ezbenî!
Li gel rêzgirtinê, silavên ji milkê dil.
30/10/2008


