Diyarname
Kovara bi navê ‘Dîpnot’ kovareke rewşenbîrî ye û bi tirkî derdikeve. Kovara ku ji aliyê beşek rewşenbîrên kurd ve tê derxistin û rûpelên kovarê ji bo her kesî vekirî ne niha hejmara wê ya 8’an li bayiyan e. Kovara kus ê mehan carekê derdikeve di vê hejmara xwe de li ser “Ekolojî”yê disekine.
Kovara ku wekî xebata weşanê li dijî kapîtalîzm û paşgirên wê derdikeve, di vê hejmara xwe de ekolojiya ne ji aliyê kapîtalîstan ve, hem jî ji aliyê çepgiran ve paşguh hatiye kirine digire dest.
Dîpnot, pirsên wekî bi destê kapîtalîzmê makyaj û pêşxistina ‘hawirparêzî’ mimkûn e? Tiştê pêdiviya me pê heye, hawirparêziya dixe meseleya takekesî, yan ekolojî bi xwe ji pergalê pirsan dike? Ekolojî tenê rewşek li ser şînahiyê ye? Lê hiyerarşî, tehakkum û kedxwarî? Marksîzm ku li hemberî modernîbûna kapîtalîzmê, gerdûnîbûneke radikal a demokratîk û cihê saz dike; wekî gelek caran tê gotin, di navenda modernbûnê de bilind bû yan potansiyela ekolojîk her gav paşçav kiriye? Dîpnot vê û gelek pirsên din dike û meseleyê digire dest.
Kovar di dosyayê de li ser meseleya ekolojiyê, avê, polîtîkaya ku li Kurdistanê tê pêşxistin, bendavên wekî “Bendavên ewlehiyê” têne saz kirin û di encamê de hem xwezaya bajarên kurdan xira dikin, hem jî bandorê li ava wir tê kirin û gelek xalên din bûye meseleya nîqaşê.
Di vê hejmara kovarê de Dilaver Demirag, Stefo Benlisoy, Metin Yegin, Ercan Ayboga û Ecehan Balta bi nivîsên de cih girtine.
Her wiha surprîzeke Dîpnotê ya ji bo xwendevanan jî heye: Yek ji pêşengên meseleya ekolojiyê Murray Bookchin bi destnivîsî gotareke lêkiribû û heta niha li tu derê nehatibû weşandin, kovar vê pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Her wiha bi Joel Kovel ku ew jî yek ji navên girîng ê vê teoriyê ye re hevpeyvîneke hatiye kirin.


