Belê, dibe ku ev serenavê nivîsa min pirtûka navdar a wêjeya cîhanê (Of Mîch and Men) “Mişk û Mirov” a nivîskarê xwedî Xelata Nobelê John Steînbeck bîne bîra we, lê belê, ne wisa ye. Tu eleqeya serenavê nivîsa min bi pirtûka Mişk û Mirov a Steînbeck re nîn e.
Lê belê, kîjan in ew pirtûk? Pirtûk, pirtûkên kurdî ne. Lê mişk kîjan mişk in? Mişk, mişkên Kurdistanê ne. Li ku ne? Di depoyên weşanxaneyên kurdan de ne. Bi kê re ne? Bi mişkên Kurdistanê re ne. Çi dikin, ez bêjim mişk wan dixwînin, hûn bêjin, na lo...! Ma mişk dikarin bi kurdî bixwînin, nebe ku wan vedikolînin yan jî vedikojin!..
Her çiqas ku ez neçûbim li dîwana wan rûneniştibim û min ew nedîtibin û çaxêrek nedabe wan jî, hinekên ku şûrê xwe bi hêrsê sû bûn, gotin, digotin; mişk bi bêhna hibrê kêfxweş û mest bûbûn. Çiqas bûn? Pir bûn. Ji kesên ku em wan wekî xwînerên kurdî dihesibînin pirtir bûn. Hem jî, wan wekî şeraba Mîdyadê vexwaribin, bi bêhna hibrê serxweş serxweş, mest bûbûn. Li ku? Di depoyên weşanxaneyan de!
Ser û binê pirtûkekê hezar (1000) heb e. Eger ku li bajarokekê werin belav kirin dê têra her malê neke. Eger ku li du gundan werin belav kirin dê têra gundê sisiyan neke. Ne pir in, ser û binê wê pirtûka bejn kinik, por gişokî, lêv çirtanî hezar heb e. Li welatekî, li civakeke ku pere, seyare, qat qatî xanî, tomarên pere yên di qulikên bankayan de, lixwekirina kincên bi etîketên merqe ku ne hêjayî rûpelek nivîsê ye, ku li wî welatî, li wê civakê, li bajerekî kûçe teng hezar heb pirtûkî deynî ser pêyareyê dê nemîne ji mala din a li serê kuçeyê re, ku bi derengî bazara pirtûkê hesiya be!.
Lê ser û binê wê hezar heb e, quzilqurtê, nizanim pir giran e, pir stûr e, yan pir bi buha ye? Di nav bîst mîlyon mirovî de nikare hezar heb kiryar ji xwe re peyda bike-bixapîne!.
Li bakur ji bîstan zêdetir bajar û belkî du sed jî navçe hene. Eger ku li her bajar û navçeyê 5 heb pirtûk deynî ser refê pirtûkfiroşekî/ê dê hin bajar û navçe bê pirtûk bimînin lêêê... heçî, ku “ şewqê xwe dabe newqê jî” diyar e, mêjûyê di paş kortika çavan de tarî maye. Ji lew, nizane nabîne, ku şewqa pêş-rojê ji çi diçirûse!?
Heke, ku pirtûk a zimanekî ku du caran bêstatû be, ew rewş û hal asayî ye. Heke ku xwediyên wî zimanî bi qasî ku bi zimanê dij-kuj-zimanê xwe (tirkî) xwedî li zimanê xwe derketana dibe ku rewş ji vê cudatir bûye. Û heke, ku me di mal û devê xwe de statûyek bida zimanê xwe...?
Yan jî li gund, ku ‘nok ji diya xwe lewlewî bihata dinê’...!?
Li cihê ku, hê kurd nikarin pirbûn-belawelabûna xwe bikin yeka yekta, yekîtiya xwe pêk bînin! Ji lew, ez ê çawa bêjim; belkî yekîtiya weşangeran...? Belkî dezgeheke belavkirinê, û li her bajarî û li her navçeya ku veguheriye zeviya saziyên tabeleyî, jê yek, bes, ku ji yekê tabeleya pirtûkfiroşê/a kurdî lê daliqandibûya min ê bawerî pê bianiya û bigota, em pêşeroja xwe bi dest, hiş û bi zimanê xwe dihûnînin.
Lê, lê dîsa wey lêlê wey lêlê’ya denbêjê li dîwanê rûniştî ye...
Nexwe, de bixwin, de bikojin, de çirçirandî bikin her bergê her pelikê. Mişkno, li we helal e mîna şîrê dê!. Spas, qet nebe hûn qîmet û xatirekî didin pirtûka kurdî. Lê nizanim, qey tehmekê dide we, dibe ku hûn ji çîrok û vegotina wê-wan çêjeke edebî werdigirin. Heke na! çima hûn bi şev û roj ji nav wan dernayên?. Ez, ên xwe li we helal dikim. Bixwin, têr têr bixwin. Ku we xwar, ji bo min wekî ku we xwendibe jî... Vekojin, biçirînin, bixwin...noşî can be.
Lê, piştî ku hûn ji xwarina wan têr bûn, ku hûn ji wê-wan rastî şopa wêjeyekê hatin, ku ji we hat, tika ye, em li benda nirxandin û rêxneyekê ne jî!
Bawer im, hûnê vê yekê ji me texsîr nekin!?


