logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

  • Dîrok: 04/04/2021
Ez ê piranî bêjim Beyoglu û tika ye kes bi gotina Beyogluyê sil neyê! Çiku tevî li Sultanbeyliyê, Avcilar, Bagcilar û GOP’ê rûdinin jî lê wêne û dîmenên ji me re dişînin, an ên em li ser hesabên wan ên medyaya înternetî dibînin ji Beyogluyê ne loma dibêjim Beyoglu; heke wêneyên wan ên li cihê lê rûdinin ji Sutanbeylî, Sarigaziyê û hwd. jî hebûna min ê navê wan deran binivîsiya…
Balam mijara min ne ev e, mijara min bo huner-wêjeya kurdî çima ne Amed lê hewl tê dayîn ku Stenbol-Beyoglu wekî navend were dîtin!? 
Gelo piştî vê saetê çi hewceyiya huner-wêjeya kurdî bi cihekî li derveyî Kurdistanê heye!?
Yên ji ber şertên hêngê ji neçarî li Stenbolê destpêkirin, sazî û dezgehên wekî NÇM, Enstîtuya Kurdî, Avesta, Nûbiharê didim alikî, lê piştî salên du hezarî rewş guherî, balam çima hê dilê hin kurdên nivîskar, şanoger, rojnameger, muzîkjen bo Beyogluyê, qesta ji Beyogluyê Stenbol e, lê dide?
Ger bêjin Stenbol wekî serjimar bajarê herî zêde lê kurd dijîn e, ji ser sê mîlyonî re kurd lê niştecih in, erê li Stenbolê sê mîlyon kurd dijîn lê li Kurdistanê-li welatê xwe ji ser pazdeh mîlyonî re kurd dijîn!
Li bakur ji ser du sedî re nivîskarên kurd hene, ku jê deh-pazdeh li Stenbolê dijîn jî lê nêzî du sed heb li Kurdistanê dijî!
Salane ji ser du sed û pêncî re pirtûkên kurdî tên çapkirin, heke çîrok û naveroka deh-pazdeh heban li derdorên wekî Stenbolê derbas bibe jî lê çîrok û naveroka ji ser du sedî re li Kurdistanê derbas dibe!
Sazî û dezgehên kurdan-kurdî yên li Kurdistanê deh qatî yên li Stenbolê ne!
Îro roj van şertan de jî wekî komeke şanoyê biçî kîjan navçeya bajarekî kurdan a serjimar qasî sed hezarî eywana şanoyê wê ji temaşevanan tije be, kîjan nivîskar bo hevpeyvînê biçe kîjan bajar û navçeyê çil-pêncî kes wê bê lê guhdar bike, li kîjan bajar an navçeya kurdan konserekê saz bike bi hezaran kes wê werin lê guhdarî bikin!
Baş e, lê li Stenbola ku wekî  bajar kurd herî zêde lê dijîn?! Bo lîstina lîstikeke şanoyê eywan odeyeke kufîkî û hêmî ye, ji ser deh kesan re kes beşdar nabe, ku piranî jê heval û hogirên şanogeran ên çay û vexwarina bîrayê ne…
Anfî û eywana ku muzîkjen lê konseran li dar dixin kafe-bar in, beşdar bîst-sî kesî naborin…
Bo cihê nivîskar bernameyeke hevpeyvînê pêk bîne li qatê bînayeke terikandî bes cî bi dest dikeve, bo bigihîjî wî cihî divê meriv di nav kûçe, ber dîwarên bêhna mîza travestiyan jê tê re derbas bibe…
Dibe hin bêjin em derfetên wan bi kar tînin, ez jî dibêjim na lo! Gelo nebe ‘ew’ li wir bûna me wekî derfet dibînîn û bikartînin!?
Bo Kurdistan-Amed nebe navenda huner-wêjeya kurdî bo ew ji rehl û ji axa ew jê ye ji hev werin qetandin wê derfeta teqereqê nebe ku ew li wir didin ên me!!!
Heke mesele derfet û hê zêdetir xuyabûnî ye, mînak em kîjan derfetên wan bi kar tînin? Gelo bo şanogerên kurd şanoya xwe bilîzin eywana Haldûn Dormenî ji yên me re vekirine, bo tomarkariyeke baş gelo stûdyoyên TRT’ê ji muzîkkarên me re hatine amadekirin, an bo nivîskarekî me pirtûka xwe bo xwendeyên xwe destnîşan bike eywanên AKM’ê jê re hatine vekirin, an dika Cemîl Reşît Rey, an eywan û cihekî şarederiyên wan şanî me dide heye?.. 
Gelo ew şanoger, nivîskar, muzîkarên me kîjan derfetên wan bi kar tînin; di kîjan wîtrîna wan de ji tirk û cîhanê re xuyanî dibin? Qey rojname, kovar an malpereke tirkan a bi rojnameger, şanoger, nivîskar û muzîkarên me re (qesta min ên ziman bi kurdî ne, ne hunermend-wêjekarên tirkî yên kurd ‘asilli’ ne) hevpeyvînek kirine, ew û hunera wan a bi kurdî bi civaka xwe dane nasîn lê haya me jê nîn e?!
Yan Beyoglu bo afirandinê feyzekê nedîtî dide hunermendên me lê em bi wê feyza berze nehesiyane, pê nizanin?! 
Helbet, bo kurdên li Stenbolê dijîn jî huner-wêje pêwîst e, divê ew jî karibin nivîskar-muzîkar, şanogerên netew û zimanê xwe bibînin, lê guhdarî û temaşe bikin…
Erê Stenbol bajarekî girîng e. Helbet destpêka sedsala borî ve ew bûye bajarekî ku kurd jî lê xebatên xwe yên kurdayetiyê, komelgerî û rewşenbîriyê pêk bînin. Lê çendîn bajar heman bajar be jî sedsal ne heman sedsal e, kurdistan jî ne heman kurdistan e! Nexwe çima hê Stenbol?
Tirk Stenbolê tenê wekî bajarê xwe yê herî mezin û girîng nabînîn, ew wî bajarî wekî eynik û wîtrîna xwe ya şanî cîhanê bidin jî dibînin. Ji loma li hemberî yên nejixwe heta ku ew ên ne ji wan gavekê ji xwe zêde ranawirtine bêdeng in!… 
Lê di rastiyê de ew wî bajarî wekî paytexta împaratoriya xwe ya Osmanî dizanin û hemû rengên ji derveyî xwe jî wekî mîrate, kêmarên împaratoriya xwe dihesibînin; heta ew wan kêmar û çandên dîtir wekî xwespartî yên xwe dihesibînin, ku ew destê xwe ji ser serê wan re digirin!... Loma heta radeyekê wan ‘îflah nebûyan’ serbest ber didin û wê serbestiya qaşoyî jî dikin wêneyekî çarçovekirî û datînin pêşiya cîhanê, dibêjin “hûn dibînin em çi şaristaniyeke xweşbîn û bi tolerans in”!
Lê di rastiyê de, ew dixwazin ew kêmar-reng û çandên ‘li binî’ xwe aîdî ya wan a ‘li jor’ e bibînin; tim li ber çavên wan bin, ji kok û rehlên xwe dûr bimînin. Loma li wan kûçeyên ji bêhna mîzê meriv nikare jê derbas be, wan deng û rengan di halê xwe de dihêlin(!)
Yanê bi vê yekê dibêjin: ‘nabe ji derveyî navenda me navenda nasnameyeke din a xurt hebe-were danîn’. Û dibêjin: ‘hûn bes bi me hene, bes bi me dikarin heyî bibin’ her derbarê çi de dibe bila bibe nabe navendeke din li ser navê yên din-ne ji me were avakirin-pêşxistin…
Loma, ji bo huner-wêjeya kurdî ya li Stenbol-Beyogluyê dil davêje, dibêjim hemû mesele di vê hevoka li jor de nixumandî ye(!)
Berê ji kurdan re digotin bi tirkî biaxife pir biaxife, pir biafîrîne jî, lê niha dibêjin heke îlam dibêjî bi kurdî, nexwe ne li welatê xwe were li Beyogluya min li ber çavên min, di bin çavdêriya min de biafirîne, da te ‘bibiriqînim’ ku yên dixwazin Amedê bikin naveneda huner-wêjeya kurdî em bi hev re wan bifetisînin, da bizanibin ku bêyî Beyogluyê “li ser xaka xwe danîna navendek huner-wêjeya kurdî karekî bêhûde ye; hewla ku dixwaze li ser axa xwe bimîne biafirîne divê lingên wê hewlê ji axa wê, ji rehlên wê, ji welatê wê werin qut kirin’!
Ên xwe ji vê rastiyê re ji nezaniyê datînin; li Stenbolê wekî oryantelîstan, wekî tirkên spî-kemalîst li welatê xwe li mirovên xwe dinêrin; wekî nezan, wekî xwenenas, wekî bêhed û bêedeb di vê hevoka li jêr de xwe eyan dikin, ên li hemberî gelê xwe çanda xwe bi kompleks, bêfedî radibin dibêjin: “nedizanîn şano çi ye, nedizanîn li hola şanoyê çawa tê rûniştandin û çawa li şanoyê tê temaşekirin, lê me hêdî hêdî ew bi wan da hînkirin”!!! 
Helbet ew ên wiha dibêjin çawa ku haya wan ji xwe tune ye, haya wan ji dîwana dengbêjan, çîrokbêjan, li dika govendan û li lîstika kal û pîran a bi sedan salan e ku wekî şanoyê tê pêşandan jî tune; çi ku nezan in, çors in, nexweş in, li hemberî rastiya xwe bi kompleks in; çi ku bi çav û hişmendiya Stenbolê dibînin, dinêrin, dihizirin.
Lê pêşiyên me berê berê de gotine: “yê li hespê xelkê sîwar tim peya ye” û ev jî lê zêde kirine  “her giya li ser koka xwe şîn tê”!

Hin Nivîsen Nivîskar

Endîşeya kurd!

  • 05 Berfanbar 2021

Dibêjin serê her tiştî zanîn e û pêşiyan jî gotiye: “zanîn taca zêrîn e li her serî nîn e”Zanîn ew tişt e, di jiyana rojane de di her...

Pênasekirina helbesta kurdî!

  • 17 Rêbendan 2021

Maka hemû cureyên wêjeyê helbest; qasî em pê dizanin hezar û dused sal e li Kurdistanê bi kurdî tê lêkirin. Yekoyek bi nirxandina hin helbestkaran em bi...

Di siya wêjeya kilasîk de nedîtina nûjeniyê

  • 06 Rêbendan 2015

Wekî mijara dîrokê ye; kokên me diçin ta filan serdemê, kalên me ji filan derê hatine, filan mîrîtiyê bêvan dewleta yekem a kurd ava kiriye, Rustemê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

60 hezar kes çûn serdana fîlman

ad

Documentarist li benda belgefîlman e

ad

Huner, gotar û avakirina maneyê

ad

Meclisa Aştiyê Orhan Doganî bibîr tîne

ad

10 fînalîstên 'Eurovision 2023' diyar bûn

ad

Klîpa Hefteyê: "Çîçekê", bi dengê Hacî Cizîrî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname