Dizanim li min nakeve saloxdan, li dîwana te gilî û gazinc… ku ji hed bihorim bêjim ji te û bi şûn ve, gelo çi guherî?
Lê pênûs ciwan e û piçekî jî xeşîm, bi gotin e, ku nebêj dê di ortê de biteq…
Ey Ehmed hîm Xanî; piştî te sêsedsalekê, ne kêm ha… kurt û kurmancî, sê sed sal bi şûn ve; erê pîr’m bawer bike, bi qasî çend mûpteleyên vî zarî û arî… kes bi berze hunera te wekî pelên darikê nehejiya…
Niha wekî te, erê pir in nûser û kitêb jî, lê ev zar, hê li bazara kesad a Ekrad, li nik wan hêj nebûye ferheng, ilm û zanîn.
Ne bi xelkê re, lê xwe bi xwe re em dibêjin û wekî îman bawerî pê tînin ‘ma bi ev zarî, ma edeb û îzan’!?
Binêr bav Xanî, piştî te li vî milî tv’iyek nav zarok ê zarokên bi kurdî nezanîn hate girtin(!)
Hêj çapa duyem a kitêbê xewna her Xaniyî-nivîskarî/ê ye.
Hosteyê pênûsa kurdî, piştî te li vî milê ku ‘ba kur e’ ne dibistanên kurdî, lê pirtir in dezgehên bi lewhe û alelayî.
Û ji mem-hosteyan pirtir in partîzan, ji ferheng û kitêban pirtir in dirûşm û ji xûtabiyan pirtir eware…
Û tatêla weşanger, û xwînerê ji xwe razî û nivîsarê ji herduyan ne razî…
Û tiştên ku taloqî piştî şoreşê bûyîn(!)
Ey mamoste! li vî milî li nik me hê bê hukm e peyv, û alema kelamê hê li ba nebûye li banê gerdûn…
Ey bavê Mem û Zînê! piştî te li Amed, li dilê Ekrad sergovan in şanoger!
Û Ferzat Kemanger kurd li bajarekî kurd li dibistanek zarokên kurd(î) deriyê dibistaneke bi kelepçe ye niha…
Û nûserên wêjeya hewl dide ku çend perikan li xwe bix û bifir tên desteserkirin û siyasetmedarekî li vî milî, yê xwedan bihukim ranebe neçe li dû, li ber devê zabît raneweste û nabêj, ‘tu kî yî ku nivîskarê zimanê min dîl digrî?’.
Jixwe te gotiye;
‘Ger dê hebûya me jî xwidanek
Alîkeremek, letîfedanek
Ilm û hiner û kemal û iz’an
Şi’ir û xezel û kitêb û dîwan
Ev cisn biba li ba wî me’mûl
Ev neqd biba l inik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikir ali banê gerdûn’
Û tifaq?
Erê, ma bi te ve ne eyan e ‘ev hal…’
ev a te bi kelamê beyan kirî;
‘ez gerîm li dinê çar kenar
min çar kurd neanîn yek diyar’
Piştî te sê sed sal… li vî milî, piştî siyasetê tiştekî din jî me bi pêş xist; bêyî ku şaş lê bikev, heroj bi matematîka zo-fer em kuştiyên xwe dijmêrin!
Û piştî te… Mem û Zîna te (evîn) li Cîzîr û li vê xakê di bin kavalan de, di bin xirbeyan de...
Piştî te…
Ey Xanî… piştî te hêj bindest e ev war, wêran-istan e ev yara çiya jê’r sertaç.
Lê, li milekî din ê vî warî, hêvî hê jî neh mehî û deh rojî ye, ‘ha za ha dizê…’


