Bi edebiyatê re têgehên wekî hêvî, hezkirin, estetîk, xeyal û sêwirîn bi bîra me tên. Heya ku ew têgeh bijîn, jiyan hebe, însan hebe em ê nikaribin behsa mirina edebîyatê bikin. Berevajî pirsê ez difikirim ku edebiyat ji her dewrê bêtir dijî û jîndar e! (Hem edebiyata dinyayê hem jî a kurdan)
Bi tevî halê teknolojiyê, jiyana sanal jî însan bi nav jiyanên honandî ên edebî dikevin. Gelo tu mehneya çavdêriyên Helîm nîn e? Heye; belkî em ê karibin behsa qeyranê bikin. Di her dewrê de edebiyat bi jiyanê re bi nav qeyranan ketiye. Li dû qeyranan, bi bizavên nû re, bi teşe û zînetên nû re jiya ye.
Rasterast eleqeya wan bi mijarê re tunebe jî çend wêneyên ku min kişandibûn bi min balkêş in; bi wêneyan re em bifikirin.
1. Estetîka gemariyê:

Li ser bahrê cure cure gemarî, piştî wekî honak hate fikirîn û wêne hate kişandin, hesta estetîkê jî da der; edebiyat û huner tiştên wisa ne, însan çiqas bi gemariyên xwe bilewitînin jî edebiyat û huner bi hêza xwe wî tiştî, rastiyê dixe halek wisa ku karibe alîkarî bide însan da ew biguhere, xwe bide ber pirsan. Lewre bi têgeha hêviyê re, bi hêz û serboriya edebiyat û hunerê re, bi rastiya wan re em nikarin behsa mirinê bikin. Di edebiyatê de mirin tune, ger hebûya ê tu kesî ranehêşta pênûsê.
Edebiyat çawa ji êşê, ji gemariyan, ji karesetan xwe xwedî kiriye, heta hez jê kiriye, di roja îro de em dibînin, bi “bêwatebûnê” re mijûl e; em bêwatebûn dibêjin lê gelo edebiyat bira bira bi wî çavî lê dinihêre?!
2. Vereşîn, xwe paqijkirin:
Qeweta edebiyatê di hin kêliyan de lawaz be jî siruşt, jiyan ji însan re dibin metafor.
Behr, salê çend caran, ji bo xwe paqij bike, xwe ji gemariyan bike, wekî dîn û har be bi pêl û dengên ecêb, mîna vereşe, çi gemarî hene davêje keviya xwe, û bi wî halî, rastiya însan dide ber çavên wan!
Em ji bo bizav û halê edebiyatê ên di hin qonaxan de dikarin vî halî mînak bidin:

3. Ev pisîk çi dibêje? Belkî tu tiştî, belkî jî tiştekî dibêje! Heger hûn bi çavekî lê binihêrin, tabloyek ne xirab e! Lê pisîka reben di bin germê de, birçî, bêav bû, ji ber halê gemarî însanên li derdor eleqe rê nedidan! Bêxwedî mabû.
Ji dil dêbijêm, dotira rojê heman pisîk ji alî hin kesan ve hatibû şûştin, zik lê têr bû, bi kêf û newkenewk bi nav lingên însanan diket, însan jî lê xwedî derdiketin!



