Belkî ji halê min yê bi heyecan be, bi metirsî me ku, xasme, di warê afirandina peyv û têgehan de, di xebatên ferhengî de, belawelî, tevlîheviyek, bêmantiqiyek pêk were ku ê problemên cidî xwe bidin der. Hê jî, bi awayek, problemên zimanekî standart têne jiyîn. Bi tevî gelek probleman, wisa xuya dike ku her kes “ferhenga xwe” diafirîne! Ya ku bû sebeb ev nivîs were nivîsîn ew hal e.
Ji alî wate û bikaranîna zimên ve, wekî nivîskarekî, mafê me ye ku em metirsî û gazinên xwe der bibin da zimanzanên me rê li ber me bixin, dengê xwe bi ser her kesî bixin ku ew li meydanê ne, wê kes nikaribe ji ber xwe ve hin xeletiyan bikin.
Bi mînakek du mînakan ê mebesta min xweştir were fêhm kirin.
A yek, her ku min lingê xwe avêtine ser “yuruyen merdiven” ê, ku bi tirkî ye, fikirîme ku bêmantiqiyek tê de heye ji lew derenceyên mekanîk nameşin; însan, mih, berx dimeşin, çûk fir didin… “Yuruyen merdiven” nedibû!
Em dibin şahid hin kes an derdor, di kurmancî de heman halê bêmantiqî tevlî kurmancî dikin. Îtîraz û gazinên min ji bo wê ye.
Min, bi saya googlê, li awayê fransewî û îngilîzî nihêrî; di her du zimanan de, peyv an jî komepeyv ne derî mantiq bûn, BI BINGEH BÛN:
Tirkî: Yuruyen merdiven
Fransewî: escalier mécanique, escalier roulant
Escalier: Derence
Roulant: Gindêrbûn.
İngilîzî: escalator, moving staircase, moving stairwa
Moving: halê bitevger
Staircase: Derence
Bala we lê ye, ne? Di frensewî de hal û mantiqê gindêrbûnê esas hatiye girtin, di îngilîzî de halê bi tevger esas hatiye girtin ku tê de mantiq heye.
Baş e, heke ku ji bo kurmancî lêkolîn were kirin hûn, wekî di tirkî de li ser esasê “meşê” tevbigerin hûn ê bêmantiqiyê tevlî zimên bikin, bi gotineke din ev qetl e!
Di jiyana kurdî de, qayiş xiş dibe. Gere mantiqê “xişbûnê” esas were girtin. Êdî hûn dibêjin, derenceya xişek, hûn dibêjin, derenceya xişkar/ber… Hûn halê bitevger esas digirin, an mekanîkê… Hûn dizanin.
Ev ne karê min e ne jî qerara min e, ya ku gere esas were girtin mantiq e, bingeh e, mafê kesî tune, ziman bêrih û bêcan bihêle, ev muhîm e. Peyv ji bo ziman û edebiyatê esas in, ne îşê henekan e.
Mînakek din; di ferhenga ji hêla "Turk Dil Kurumu" (Saziya Zimanê Tirkî) ve hatiye amadekirin de, ji bo “Duduklu tencere”yê, “beroşa bifîrfîrk” hatiye lêkirin.
Hêja Zana Farqînî, di sohbetekê de got, min lêkolîn kirin, di farisî de, “zûpêj” tê gotin, bi ya min ji bo kurmancî jî em dikarin esas bigirin”.
Ev bangek e, hawarek e, li komên wekî Koma Kurmanciyê, li sazî û dezgehên wekî Enstîtuya Kurdî, li şexsîyetên wekî Fêrgîn Melik Aykoç, Zana Farqînî, Sami Tan, Îbrahîm Seydo, Husein Muhammed û gelek kesên rêzdar… Hê wext zû ye, gerek her metirsî û şert li derekê bêne hiştin, ferhengek were amade kirin da ku her kes wê ferhengê esas bigire. Di merîyetê de, hukmê xwe, yê saziyeke modern û dîsîplînî bide der. Behsa karekî hevpar dikim.
Dibe ku sernavê nivîsê provakatîf xuya bike, di eslê xwe de xwedî rastiyekê ye; heya niha her siyasetê (behsa hemî siyasetan dikim)meyl û hêl da nivîskar û rewşenbîran. Ji vir bi şûn de qet nebe zanyarên me û rewşenbîrên me bi karên wisa re hin gavan pêkbînin ê gelek gêdûg bimînin li ciyê xwe.
Nîşe:
Di zimanê me de, kesekî ku bi lingên xwe nikaribe bimeşe, yanî, ku ling bêtevger bin, tê gotin ku, xwe kaş kir, çû, kaş bû. Vêga ev jî dikare esas were girtin ku însan peyvên wekî kaşkaşek, hilkaşek jî têxe nav lîsteya alternatîfan…


