Romana Heciyê Cindî ya bi navê Hewarî ku ji nav Weşanên Lîs derçûbû li ber destê min e. (Taybetiyek xwendevaniya min e, ez naxwazim bi belaşî bixwînim, çi bixwînim gere tiştek xwe bide der!) Kawa Nemir bi kedeke bê hempa edîtorî kiriye; bi tevî edîtoriyê, Kawa pêşgotinekê lêkiriye. Di pêşgotinê de, Kawa li hemberî giftûgoyên hebûn an nebûna romana kurdî îtiraza xwe der kiriye û gotiye, “pêwîst e em êdî çawaniyên wê yên giştî bidin ber pirs û bersivan.”
Emê li vir pirsekê bikin, gelo ji bo çi meseleya hebûn û nebûnê heya niha dom kir? Sedema herî girîng ev nêziktêdayîn bû; “Hîmê edebîyata kurdî ya modern li sirgûniyê hatiye avêtin.”! Ev derbirîn, bi awayekî manîpûleyî û polemîkî dibû sedem da gelek însan ji rastiyê dûr bikevin. Ez nizanim ji bo çi bû lê ji sirgûnê jî mebest Swêd bû!
Ew derbirîn bi tevî rastiyê vedihewîne jî derbirîneke kêm e; belê tevgera li Swêdê bûye xizmetek mezin ji bo edebiyata me. Bûye laboratûwarek. Gelek nêziktêdayînan xwe daye der. Tiştê herî girîng jî ew e ku li ser pirsa, edebiyat çi ye, gelek hatiye fikirîn. Lê, ger mebest sirgûnî be gere berî her tiştî kurdên Kafkaz û edebiyata me ya li wir şax daye neyê ji bîr kirin, wekî Kawa gotiye gere çawanî û wesfên edebiyata li wir şax daye bê gengêşîn. Ger ew neyê gengêşîn emê nikaribin rastiyên edebiyata xwe bi cî bikin.
Ji berhemên li Kafkasyayê der çûye jê berhemeke herî hêja ye Hewarî. Wekî bertekiyên xwendevaniyê ezê hin nîşeyan lê bikim.
Wexta min dest pê kir romanê bixwînim hinek pêşdariziyên min yên xwendevanî hebûn. Min bawer dikir Heciyê Cindî bi zimanê folklorîk û çîrokan bi awayê realîst êşên civakî lê kiriye. Bi awayek di wan deman de berhem bêhtir bi wî awayî hatine lê kirin.
Na, her ku bi gelemperî roman hinek wisa be jî, Heciyê Cindî bi hewlek mezin ji alî vegotin û teknîkê ve ketiye nav lêgerînan. Belê, xema vegotina êşan û qewimînan xema sereke bû ye ji bo wî lê vegotin û estetîkê ji xwe re kiriye xem. Civatekê bifikirin. Dengbêj kilamekê dibêje. Heciyê Cindî wê kilamê dike pir di navbera xwe û xwendevan de, da behsa qewimînekê bike.
Nêzîktêdayîna wî ya li demê jî balkêş e. Hemî derfet bikaranîne. Zimanê dema berfireh bûye sedem da her tişt mîna fîlmekî, bi awayek candar li ber çavê we biqewime.
Ger em hin nîşeyên ji xwendevaniyê rêz bikin wê ev xwe bidin der:
1. Tiştek xwe di berhemên heya demekê de dide der; nivîskaran xem xwariye. Ew qas tişt hebûne di dilê wan de, mîna wan xem xwaribe da ew tişt her û her di dilê wan de bimîne lewre carnan di berhemekê de hûn dikarin du-sê-deh…berheman bibînin. Ev di helbest û çîrokan de jî wisa ye. Xwestine di zûtirîn demê de lê bikin. Bi hesabê, çi dibe çi nabe!...tevgeriyane û ger em şert û derûniya wan bifikirin emê wan mafdar bibînin. Bi ya min di Hewarî de jî ev rastî xwe dide der. Berhem ji du par û çil û heşt beşan pêk tê. Em dikarin bêjin ku romana Hewarî sîwan e ji bo çil û heşt novel an jî romanan! Nivîskarê keserkûr belkî jî ji ber heman xemê ev tişt kiriye. Ev her ku ji alî vegotinê ve hinek zorê dabe berhemê jî ji ber hostatiya wî ya bikaranîna ziman biserketinek heye.
2. Wextekê, mîna pêşbaziyek hebe her kes bi dû angaştan ketibûn da bê çawa zimanek edebî afirandine. Bi tevî keda her kesî gere keda kesên wekî Heciyê Cindî neyê ji bîr kirin. Wî ji bo xemên zimanê edebiyatê jî afirînerî kiriye xem. Di diyalog û vegotinê de, di tahm û çêja zimanê berhema wî de ev rastî xwe dide der. Zimanê karekterên berhemê ne zimaneke ziwa û sayakî ye. Hecî, hewl daye rih bide ziman. Zimaneke bi tevger û bi derfet yê xurt heye di berhemê de. Ew qas jî xwerû û safî.
3. Di Hewarî de jî –ez dibêjim ji neçarî bûye, lewre pergala sosyalîst û pratîkên wê yên wê çaxê bifikirin, însan heya bi nameyên xwe jî di bin kontrolê de bûne-pesin pesnên bêyî rexne, yên beloq hene ji bo pergalê. Belê em dikarin hinek mihnetê têbigihijin lê gelek qewimînên li wir êş bi kurdan dabûn kişandin jî rû dane.
4. Taybetiyek Hewarî jî ev e ku ji derî hêla xwe ya edebî ew bi dehan qewimînan vedihewîne û bi vî awayî bûye belgeyek dîrokî.
5. Ji alî formên derbirînê û hevokên şayesî ve ev berhemeke sereke ye. Kerem bikin van derbirînan bixwînin:
“Di jê ra gund de cihoyek avê ya tenik tê, nerm dikişe diçe, lê li çarhilqeyên wê û li nava gund rewş girtine darên sêvan…”
De dîsa kerem bikin; taybetiya zimanê edebiyatê ne ew tişt e ku şop li ser dil û hiş dihêle. Ziman dibe sedem em jî bi nav xeyalan bikevin. Ziman dibe sedem ku em jî zimaneke xweser û biber bi dest bixin. Ger Heciyê Cindî vegotin û zimanê edebiyatê ji xwe re nekira xem bi îhtimalek mezin dê wî jî mîna kesên bi derfetên ziman biyan bi awayek kurt û ziwa der bibira.
Rehmetî Mehmed Uzun xwe li zimanê dengbêjan girtibû, hewl dida ew ziman nemire. Dixwest derfet û awayên wî zimanî candar bike û bi wî awayî rih bide ziman. Em dikarin bêjin Heciyê Cindî ji alî bikaranîna ziman û afirîneriyê ve bixwe bi qasî dengbêjekî bi feraset e. Rewşa civaka kurd a wan deveran jî, ji alî ziman ve, di dil û hişê wî de bûye çirûsk.
Çend mînakên din:
“Bêhna kewşenî xweş bû, di xemla xwe de bû…/wî silava min giran vegirt/rastî jî xebata hezkirî nahêle meriv zû kal bibe/esreke teng bû royê hê riya xwe diqedand/erê lawo, ya ku me dîtiye, bila here, venegere/tariyê jî erd hilçinî. Hema wê gavê, te digot ji rikê tariyê heyva çardehşevî di nava ewran re xwe kişî ortê kir. Esman bû ronahî, kete xemla xwe, çawa ku tenûreke zimzimî/te digot, ew deng bi dilê te re xeber dide/porî reş mîna şevê/rebenê beşara xwe xweş kir/bila bêhna te li min nemîne…”
6. Deryayek qewimînan e Hewarî; ji cûreyên îşkenceyan bigire heya têkiliyên gelan, trajediyên şer û sirgûnê. Ji qewimînên dîrokî bigire heya serpêhatiyên kesan…Ger em peyva êş carek din bi bîr bînin emê karibin bêjin Hewarî di heman demê de, pirtûka reş ya kurdan e.
7. Ji alî nêzîktêdayîna edebî ve jî Heciyê Cindî ciyê xwe ji me re gotiye. Ew Futurîst e. Sedemek jê bandora edebiyata Rus be sedema din jî êşên kurdan yên rabirdûyê ne, ez dibêjim. Heciyê Cindî pêşeroj kiriye hedef:
“Belê li vî gundî kesek di par re nanihêre, bi pey roja bihurî nakeve, giş bi pêş de dinihêrin, li roja sibehê û bi sibeha teze re teze dibin, emrê xwe xweş dikin…”


