Diyarname
Madonna, Angelina Jolie û Charlize Theron jî di nav de bi hezaran kesî di 10 salên dawî de ji Afrîkayê bi ser 40 hezarî de zarok wekî weledê xwe girtine cem xwe û wan xwedî dikin. Nûnerê Fona Alîkariyê ya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) yê li Etoypyayê Patrizia Di Giovanni ji bo rojnameya Palitikien (li Danîmarkayê weşanê dike) axivî û got: "Welatên Afrîkayê bi vî awayî rizgar nabin. Tirsa me ew e ku welatên Rojava ji xwe re Afrîkayê wekî welatên ku weled ji wir têne dîtin bibînin e."
Di Giovanni got ku ji welatên Afrîkayê herî zêde ji Etiyopyayê zarok wekî weled hatine girtin û wekî reqem jî wisa gotiye: Di 5 salên dawî de 26 hezar û 100 zaroka ji wir girtine. Nenûra Etiyopyayê got ku ji vê hewldanên wêdetir li nava welat bi xwe çareserî ji bo wir bê dîtin dê baş be.
Di Giovanni got ku ew ne li dijî weledgirtinê ye lê zarok li cem malbatên xwe bimînin dê baştir be, ji bo zarok li cem malbatên xwe bimînin jî divê li alternatîfa çareseriyê bê dîtin.
Navdarên ku zarok ji wir anîne
Di nav navdaran de Madonna, Angelina Jolie û Charlize Theron ji wê derê zarok girtine. Madonna ji Afrîkayê du zarok wekî weled girtine. Angelina Jolie jî yek ji Etiyopyayê (keça bi navê Zahara) sê zarok ji Afrîkayê giritne. Theron jî Jacksonê bi eslê xwe ji Başûrê Afrîkayê di adara 2012'yan de girtibû.


