logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?
  2. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  3. Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya
  4. Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Çima projeya me ya rewşebîrî li Rojava têkçû?

  • Dîrok: 08/07/2023
Di 25-26.01.2014 de, li bajarê Biliefeld ê Almanyayê, çaremîn kongreya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li derve li dar ket. Di vê kongreyê de biryar hat stendin ku HRRK navenda xwe bibe hundirê welêt û li wir karê xwe berdewam bike. Piştî guhertinên ku li Sûriyê bi giştî û li rojavayê Kurdistanê bi taybetî ji 2011 û vir de rûdan, me xwest em eniyeke rewşenbîrî berfireh li rojavayê Kurdistanê ava bikin û hemû kes û derdorên di qada wêje, çand û hunera kurdî de mijûl in di bin sîwaneke hevbeş de bînin cem hev û bi hev re, bi awayekî profesyonel, wekî Wezareteke Çandê kar bikin. Ji bo pêkanîna vê armancê diviyabû du hevdîtinên bilez bêne kirin. Yek jê, hevdîtineke fermî bi berpirsiyarên Rêveberiya Xweser re bê kirin û bi zelalî helwesta wan li hember projeyê me bê naskirin. Ya din jî, hevdîtin bi birêveberên hemû rêxistinên nivîskar û rewşenbîran re bêne kirin, da ku zemînek ji bo avakirina sîwaneke giştî ji bo hemûyan bê amadekirin. Ji bo hevdîtina yekem ez tenê û ji bo ya duyem ez û Ehmedê Huseynî hatin teklîfkirin.
Hevdîtina bi berpirsiyarê Rêveberiya Xweser re
Di serdaneke xwe ya Ewropayê de, berpirsyarekî bilind ji Birêveberiya Xweser, ku naxwazim navê wî bidim, bi awayekî fermî, ew daxwaza me bicihanî. Di hevdîtinê de min ji yê berpirsiyar helwesteke zelal di derbarê projeyê me yê rewşenbîrî de xwest. Xala sereke helwesta siyasî bû. Min vekirî jê re got, ku em di derbarê birêvebirina karê çandî û rewşenbîrî de, em wekî we nafikirin. Em dixwazin dezgeheke çandî, rewşenbîrî dûrî siyaset, îdeolojî û partiyan ava bikin. Li cem me sînoreke siyasetê heye, divê siyaset di qada xwe de tevgerê bike. Wisa jî divê siyaset mudaxeleyî qada rewşenbîrî neke û rê bide pisporên vî karî bi serbestî karê xwe bikin. Hûn wekî birêveberî tenê piştgiriya ku tê xwestin, bikin. Min jê re got, ku em ji hêla xwe ve piştgirên statuya Rojava ne û hetanî hinek derdor hene me wekî beşekî ji siyaseta we dihesibînin, lê di rastiyê de em bi tu partî yan siyasetê ve ne girêdayî ne. Dibe hûn carinan hin helwestên ku hûn naecibînin ji me bibînin, her wisa emê hemû diyardeyên li gor me xerab rexne bikin. Eger vegera me ya hundir welêt bibe sedem, ku em nikaribin bi serbestî helwestên xwe yên siyasî eşkere bikin, êdî hewce nake em vê gavê bavêjin. Piştî danûstendineke dirêj li ser hûrgiliyên projeya me, yê berpisiyar bi vî awayî bersiv da:
- Wekî tu bi min re zelalî, ez ê jî bi te re zelal bim. Veguhestina we ya navendê ji bo hundir welêt pir bi dilê me ye. Pêdiviya me bi vegera we hemûyan heye û di her warî de pispor ji me re lazim in. Ez vê garantiyê didim we, ku wê tu astengî ji we re çênebin. Hûn dixwazin werin wekî muxalefet karê xwe bikin. Hewcedariya me ji yên ku ji me re li çepikan dixînin, bêhtir bi rexnegiran heye. Ya girîng ew e ku, hûn li hundir karê xwe bikin û niha ew roj hatiye.
Bi kurtayî, ji bilî helwest û dîtinên erênî û dilxweşker min tu helwestên neyênî ji berpirsiyarê Rêveberiya Xweser nebihîst.
Hevdîtina bi rêxistinên nivîskar û rewşenbîran re li Qamişlo
Di 28.12.2015’an de, li Qamişlo hevdîtina bi nûnerên hemû rêxistin û derdor û kesayetên ku bi wêje, çand û hunerê re mijûl in pêkhat. Bi kelecaneke mezin ya bêrîkirinê piştî pazdeh salan ji xerîbiyê vegeriyabûm welêt û me behsa xewnên xwe kir. Di wê civînê de yê ku ez ji xew şiyar kirim û rastiyeke tal anî bîra min helbestvanê gorbuhişt Ferhadê Içmo bû. Ferhad wiha got :
- Ez bala xwe didimê, hûn gelekî serê xwe bi vê projeyê re diêşînin û hûn dixwazin yekîtiyeke di qada rewşenbîrî de çêbikin. Mesele pir rehet e û ez ê çareseriyê ji we re bi hevokekê bibêjim, eger hûn karibin PYD û ENKS bikin yek, wê eniya rewşenbîran jî bibe yek.
Gotina xwe wisa kurt got û rûnişt. Hinekan bi qerf û hinekan jî bi cidiyet lê guhdarî kir. Vê dawiyê hat naskirin ku ev gotina wî, her çendî ne bi dilê me bû, lê dîsa jî bal kişandibû ser xala herî aloz ya mijarê. Wekî din, bi awayekî devkî û rû bi rû, projeyê me ji hemû aliyan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.(1)
Sedema sereke ya têkçûnê: Valahiya mezin di navbera gotinan û kirinan de 
Piştî qedandina civînê, pilan ew bû ku Ehmedê Huseynî bi temamî li Rojava bimîne û hevdîtinan bi rêxistin û yekîtiyên nivîskaran re berdewam bike, da ku hemû bi hev re, HRRK jî di nav de, karibin kongreya damezirandina rêxistineke sîwan ava bikin. Ji aliyê din ve jî têkilî bi hemû nivîskar û rewşenbîrên her sê herêmên sereke yên Rojava – Cizîra binxetê, Kobaniyê û Efrînê, re hat danîn, da ku amadekariyên vê kongreya mezin bêne kirin. 
Lê ji nişke ve tiştekî ku haya me jê tunebû hat kirin. Ya ku haya me jê tunebû ev bû, piştî vê civînê bi çend rojan PYD ketibû nav hewildanên berfireh û amadekariyên damezrandina rêxistineke rewşenbîran. Gelek ji nivîskarên ku me ji bo projeyê xwe têkilî bi wan re danîbû, dema ku ji bo avakirina rêxistina rewşenbîran ya PYD’ê hatin vexwendin, nizanîbûn ew ji bo avakirina rêxistineke ji derveyî projeyê me hatine vexwendin û serê her kesî tevlihev bû. Hêdî hêdî mesele hemû zelal bû. PYD li her Kantonekê rêxistineke rewşenbîran girêdayî xwe avakir û bi vî awayî Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û yên Kantona Kobaniyê û Kantona Efrînê çêkirin. Ev hewildaneke rasterast ya ji bo têkbirina projeya me bû. Her wisa ji bo hemû kar û barên rewşenbîrî kadroyekî partiyê hat destnîşankirin û divabû her tişt êdî bi erêkirina wî bê kirin.
Min rasterast berê xwe da berpirsiyarê Rêveberiya Xweser û min xwest sozên wî bînim bîra wî. Bi dev got, ku ew li ser soza xwe ne, wê tu astengiyan ji me re çênekin û bila her alî karê xwe bike. Lê berpirsiyarê qada rewşenbîrî êdî ew kadroyê partiya PYD’yê destnîşankirî ye. Bi vî awayî berê têkiliya me ya bi xwe re da ber bi kadroyekî PYD ve. 
Ji hêla din ve jî rêxistinên nivîskarên girêdayî partiyên ENKS ku xwe wekî nûnerên “Rêbaza Barzanî” dibînin, projeyê me wekî komplo an “Muamereyeke Apoçiyan” binavkirin û ew wekî hewildaneke veşartî ya PYD’ê ji bo jiholêrakirina wan û ketina wan a bin baskên “Apoçiyan” nirxandin. Bi vî awayî proje wekî hewildaneke siyasî ya ji hêla PYD ve hatiye pêşkêşkirin xeyalkirin, ku dijî partiya wan û rêbaza wan a îdeolojîk e. 
Dudiliya di navbera têkçûn û berdewamiyê de
Gava biryara vegera welêt hatibû stendin, mercê me yê sereke ew bû, ku eniyeke rewşenbîrî bi hêz û yekgirtî bê avakirin û li gel siyasetan di derbarê qedera civaka kurd de “rewşenbîr” jî karibin bibin xwedî rol. Lihevkirineke bi vî rengî di nav endamên HRRK de çêbû:
- Em naxwazin ku em hejmarekê li rêxistinên rewşenbîr û nivîskaran li Rojava zêde bikin. Eger projeya me neçe serî, divê em têkçûna hewildana xwe eşkere bikin û li xwe mikur bên ku em biserneketin.
Her weha ev merc di 23-24.12.2016 kongreya HRRK ya Qamişlo ya pêncan de û di 28.12.2018 de jî, di kongreya şeşan de hat dubarekirin.(2)
Danûstendinên berfireh li ser awayê berdewamiya projeyê me çêbûn. Du dîtinên cihê hatin holê. Dîtina yekem ew bû, ku ez jî meyildarê wê bûm, armanca me ya wekî proje dabû ber xwe pêk nehat. Rêxistinên rewşenbîr û nivîskaran li rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn, ne kêm bûn û ne jî hatin cem hev. Ji ber vê, divê em li têkçûna projeya xwe mikur bên û biserneketina xwe eşkere bikin. Dîtina din jî ew bû, ku erê di armanca xwe ya sereke de em biserneketin, lê HRRK li gor derfetan karekî pir baş dike û ji hemû rêxistinên din bêhtir çalak e, her wiha bûye navnîşana sereke ji bizava wêjeyî û çandî re li Rojava û divê wisa dewam bike. Biryar li ser xala diduyan hat dayîn û ev kar li gor vê biryarê hê jî li wir didome.
Biryareke takekesane:
Gava min dît, ku êdî hêvî di pêkanîna projeya me ya rewşenbîrî de li rojavayê Kurdistanê nemaye, min bi awayekîn takekesane di sala 2020’î de gav bi paş ve avêt û dest ji karê di rêxistinên çandî de berda. Lê ew bawerî her û her di serê min de zindî ye, ku tevliheviyeke mezin di têkiliya qada rewşenbîrî û qada siyasî de heye û pêdiviya me bi sazkirina şêweyekî nû ji vê têkiliyê re heye. Siyaseta ku rê nede geşkirina qada rewşenbîrî û wê qadê herdem wekî qadeke xizmetçiyên xwe bibîne, ew siyaset keviran li çoga xwe dixîne û dara bin lingê xwe bi destê xwe dibire. 
............
(1) Vidyo: Rapora KurdistanTV li ser civata me ya 28.12.2015 de li Qamişlo
https://www.youtube.com/watch?v=BtFmp9MM0hw
(2) Axavtina mina bi artafm re, stodyo ya Amûdê 25.12.2018 “Axavtin ji 1:17 de destpêdike”
https://www.artafm.com/program/14458


Hin Nivîsen Nivîskar

Nifşê bêjî - 5: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de

  • 05 Pûşper 2010

Xeleka dawî: Nifşê bêjî - 5: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de  Romannivîsên qonaxa salên 2000 heta 2010'anJi bo binavkirina nifşekî,...

Miço Kendeş, dengekî resen yê stranbêjiya kurdî

  • 15 Rezber 2008

 Naskirina min bi Miço kendeş û dengê wî re vedigere dawiya salên heştêyî û destpêka nodî. Ji ber tunebûna zanîngehan li herêmên kurdan...

"Mirî Ranazin" 20 salî ye

  • 13 Berfanbar 2017

Sal 1996 bû. Hezîran bû.Yekem pirtûka min a bi kurdî hat weşandin. Wê salê nû Weşanxaneya Avestayê dest bi weşanê kiribû û bi bergê xwe yê zer...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

‘Hekîmtiya Kurmancî’ êdî meseleya zanistê ye

ad

3 belgefîlmên li ser kurdan li benda we ne

ad

Tirkiye jî li ser sînorê Rojava xendekan dikole

ad

Mamoste 'î' kêm e!

ad

Li meclisê sipasiya kurdî bi kurdî

ad

Koma yekem a koçberên Efrînê vedigere warê xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

  • 11 05 2026
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

  • 11 05 2026
news

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

  • 11 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname