logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Serdana dibistanên perwerdeya bi kurdî li Amûdê

  • Dîrok: 22/01/2016
Xelek-4

Girîngtirîn guhertina ku di van salên dawiyê de li Rojava bala min kişandibû, perwerdeya fermî ya zarokên kurdan bi zimanê kurdî bû. Ji ber vê yekê, min xwest ku biçim dibistaneke zarokan li Amûdê, vegerim heft saliya xwe û ne zimanekî biyanî, lê zimanê dayika xwe, bi zarokên hevtemenên xwe re fêr bibim. Ji bo pêkanîna vê xewnê, me berê xwe da cem birêvebera "dezgeha perwerdê" Yusra Derwîş ku ji bilî têkiliyên malbatî, ez wê ji dema xwendinê ya li Zanîngeha Helebê ve nasdikim. Cihê ku niha nivîsgeha wê û hevkarên wê ye bixwe jî berê bi navê Dibistana Xezalî ya Seretayî dihat naskirin. Li wir min û Ehmed Huseynî me şêwekar Welîd Elhuseynî jî dît ku li wir nû dest bi kar kiribû. Yusra tiştek ji wê tevger û germahiya xwe ya li hember hevalên xwe kêm nekiribû. tevgereke çûn û hatinê li der û dorê hebû. Behsa pirsgirêkên dibistan û mamosteyan, dibistanên bajêr û yên gundan û her wisa. Ji bo bi me re bê serdana dibistanan divabû neçe civîneke xwe ya girêdayî vî karî. Diyar bû gelek pirsgirêk pêdiviya wan bi çareseriyê hene û karekî mezin ji wan tê xwestin. Me xwest em herin du dibistanan yek jê ya perwerdeya zimanê kurdî, refa yekê heta sisêyê û dibistaneke din ku ji refa çarê heta şeşê, ku rêbaz û pirtûkên berê -yên dema rêjîmê- têne fêrkirin. Berê me kete dibistana "Ebdurrezaq Ibrahîm" û bi rê de gelek pirsên ku pêdiviya wan bi zelalkirinê hebûn di serê min de diçûn û dihatin. Ji dûr ve dîmen pir tevlihev xuya dikir. Perwerdeya bi kurdî ji bo her sê salên destpêkê destpêkiribû û ji nişkê ve hemû zarok û xwendekarên salên çar û pênc û şeşê mabûn bê mamoste. Bersiva rêjîmê li ser perwerdeya bi kurdî ev bû, ku hemû mamosteyên xwe ji dibistanan bikşîne û di bin gefxwarina ku meaşên wan nedin wan de, ew neçarî mana li malê kiribûn. Li hember vê çi hatibû kirin, min xwest ez bi çavên xwe bersivê bibînim. Bi derbasbûna me ya dibistanê re, li oda birêveberiyê vê yekê bala min kişand. Hemû mamosteyên zimanê kurdî jin bûn. Bersiva pirsa li ser tunebûna mêran bi qerfî hate dayîn:
- Mêr li vir nemane, yan li çeperan şer dikin, yan jî reviyane Ewropayê.
Bi ketina oda wanedanê de yekem tiştê ez çil salî bi paş ve vegerandim sopa mazotê û rûniştokên textikî bûn. Ew kêlîkên ku ez di nav zarokên heft salî de rûniştim û min bi wan re li waneya kurmancî guhdarî kir, kêlîkin gelekî hestiyar bûn. Min bi zorê hêsirên xwe vedişartin. Ey Xweda, ev çi li vî welatî qewimîbû. Ew çi ziman bû em bi zorê fêrî wî dikirin. Ew çi zarotî bû ku mîna kulmeke qirşik dabûn ber agirê koledariyê. Ew çi temen bû ku wilo di nav mij û dûmana bindestî, qehir û kerbên dijwar de tarûmar kirin. Ez di çavên zarokan de li wê çirûskê digeriyam, ew a ku bi her peyveke kurdî re şewq dida. Ez li wan çirûskan digeriyam ewên ku em hîn zarok bûn di çavên me de vemirandin û rihê me kor kirin. Mamosteyeke jêhatî bû li wê polê, zarokan bi kelecaneke germ destên xwe hildidan, dixwendin, dinîvisandin. Bi kurdî diqîriyan û bi kurdî dikeniyan. Zarokan, xweziyeke wiha bi min re çêkirin ku ez çil salî bi paş ve vegerim û ji nû ve her serê sibehê bêm dibistanê û her roj piştî nîvro vegerim malê, destê wê dayikê maç bikim, ewa ku ev zimanê şêrîn dabû min. Êdî ji bo xweziyan dem dereng bû. Zarok jî di polê de yan bêdeng bûn, yan jî bi dengekî bilind dersa xwe dixwendin. Ne mamosteya wan, lê Yusra li wan mikur hat: 
- Wax, wax, yên ku nizanibe wê bêje zarokên Amûdê ew qasî bêdeng û biaqil in. Nizanin ku zarok wekî wan şûm tune ne.
Li min zîvirî û got: 
- Ev ji bo we wilo bêdeng bûne ha.
Zarokan em bi roj baş û rêzgirtinê pêşwazî kirin, wisa jî bi rêzgirtin em birêkirin. Ji wir me berê xwe da dibistana Cegerxwîn û em li waneya zimanê îngilîzî ya şagirtên sala pêncan amade bûn. Li şûna mamosteya "rêjîmê" ku ew neçar hiştibûn li malê rûnê, mamosteya îngilîzî xwendekareke zanîngehê ya ziman û wêjeya îngilîzî ya sala diduyan bû. Bi zarokan re bi kurdî daxivî û şîroveyên xwe bi kurdiyeke ku gelek peyvên erebî di nav de bûn dikir. Dibe sedem ew be, da ku zarok baş têbigihîjin. Me xatirê xwe ji zarokan û ji mamosteyên wan xwest. Di wê navberê re mamoste Xelat Cizîrî ku birêveberiya dibistanê dikir, şêraniyeke wekî mêvandarî ji bo me pêşkêş kir. Bi dilekî xweş me mêvandarî ji destê wê girt û me berê xwe da peymangeha amadekirina mamosteyan. Navê wê “Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê ya Şehîd Peyman Elî” bû. Li wir em di derbarê amadekariyên ji bo amadekirina mamosteyên dibistanan de hatin agahdarkirin, her wisa xebatên li ser amadekirina meteryalên fêrkirinê. Ji her pirtûkeke ku amadekiribûn min daneyek bi xwe re anî. Me li devê deriyê peymangehê xatir ji mamosteyan, wisa jî ji Yusra Derwîş xwest. Mizgînê Gemo li derve li benda me bû, da ku me bibe Qamişlo.
Di derbarê mijara perwerdeya kurdî de ez dixwazim du têbîniyên ku bala min kişandin vê xelekê bi dawî bikim:
1- Heta niha kelemê sereke di riya perwerdeya bi kurdî de rêjîma Sûriyê ye. Bi redkirina perwerdeya bi kurdî ji bo her sê salên destpêkê û bi kişandina mamosteyên salên çar û pênc û şeşê ji dibistanan, zirareke mezin gihande her tiştî.
2- Siyaseta şaş û qayîşkişandin û rik û kîna di navbera herdu aliyên siyasî yên kurdî de "Tevdem û Enks" bû sedema wê yekê ku malbatên bi ser Enks ve zarokên xwe neşînin perwerdeya bi kurdî. Bi behaneya ku dijî îdeolojîkirina rêbazên perwerdeyê ne. Bi her awayî di encamê de, ne dijî rêbazan, lê dijî perwerdeya kurdî bixwe derketin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku heta niha li cem derdoreke berfireh ji miletê me partîtî di ser netewîbûnê re ye.
(wê bidome..)

 **

Beşên din ên vê xelekê:

- Dara di navbera serê dê û bavê min de 

- Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye 

- Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in 

 

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ez û Weşanxaneya Avesta – 2

  • 08 Adar 2008

Di jiyana xwe de cara yekem ku min bazar, rû bi rû, bi qaçaxçiyekî re kir, ji bo derbaskirina pirtûka Mirî Ranazin bû. Xwediyê Otobosa Heleb - Antalya da xuyakirin ku...

Cînayetên dijî pirtûka kurdî, Cînayetên weşangeran-1

  • 01 Sibat 2008

 Hetanî ku pirtûk derdikeve di gelek qonaxan re derbas dibe. Emê vê carê, bi kurtayî be jî, li ser cînayetên weşangeriya kurdî rawestin.Hemû...

Gavek ber bi xewna mezin ve

  • 22 Pûşper 2017

Helîm YûsivBizava kurdan a ber bi serxwebûna welatê wan ve bizaveke kevn e. Eger em hewildanên şoreş û serhildanên berê, Komara Kurdistan li Mehabadê jî di nav de,...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Romaneke nû 'Xwendeka Biloka' derket

ad

DEM Partî bi 6 ziwanan name qeybî UNESCO şirawit

ad

Hunermendan ji bo Rojava û Rojhilat bang kir

ad

Ji 1920’an ve rewşa kurdan a li Sûriyeyê 

ad

Şanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaş

ad

Kampanyaya ji bo Aysel Tugluk berfirehtir dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname