Carina divê mirov biwêre rûne û ratsiya xwe ji xwe re bibêje. Ne ku xwe bike mîhenga vê dinyaya heyî, ne jî xwe di ker-kor û laltîyê jî deyne. Car tê divê mirov biwêre xwê di birînê wer ke û bibêje ‘qral bê derpê ye!’
Ev çend car e, di medyaya civakî de em dibînin, li başûrê me, di bin sî û hukmê me de, rewşenbîrekî ji kezeba me, dibe hedefa êrîşa hin kesan. Ser û çavên wî tên reşûşînkirin.. serê wî tê şikandin. Çi zanim.. çawa bibêjim, lêdidin ha. Lêdaneke kirêt û bi derbên ‘xayînane’.
Ferhad Pîrbal çima dibe hedefa van êrîşan û herêma Kurdistanê çima nikare nivîskarekî ji êrîşên weha kirêt biparêze?
Omer Dilsoz li ser meseleyê nivîsî. Vaye nivîsa Dilsoz:
- Kurdekî dinyaya berze: Pîrbal