Her diçe dinya biçûk dibe.. na na, dinya her temet xwe ye, belkî sînor berteng dibin, belkî pejanên me radibin, an jî himbiztir dibin, nizanim. Dinya li me tara bêjingê.
Wekî hemû xwedêdanan vejîna hizrê jî bi jan e. Qolinc dide. Hizir, li war û welatê me ev zêdetirê çend hezar sal e di paxila hin “bijarteyan” de tê biraştin. Hizra bijarteyan tenê pejanek e me û wan ji hev dike. Pejanek e wan dike nîr li ser stûyê me datîne.
Yanî li vî welatî, di vê dinyaya me ya biçûk de tiştê herî bê rû û siyanet “hizr” e. Hizir di bin sîbera hamasetê de dasiyek hûr e, carina di qirikê re asê dibe û hew…
Îja min dil hebû hinekî behsa van dasiyan bikira. Van pejanan bikira. Kirasê ji agir ê hizrê li vî war û welatî vegotaya. Lê na! Qey bi min ketiye!
Min ê di vê dinyaya me ya teng û biçûk de kulekek biçûk vekira û çirayek kiz vêxista û ez ê li ber wê çirûskê rûniştama. Min ê rewş û halê xwe ji ba û avê re bigota. Lê na. Ma ez dewrêş im qey?
Ya rastî di vê dinyaya me ya biçûk de “her tişt” ron û aşkere ye, lê ron û aşkere ne her tişt e. Tişt mîna dasiyeke spî di nav danê spî de, dikeve ber diranê kursî û hemasetê dişikêne. Em tenûreka şaryayî ji hest û hîsên tal in. Dinyaya me pejaneke stûr di sînga me re!
Ne min got, ez ê behsa çi tiştî nekim. Min navê aqil û fahmê bifiroşim xelkî, qey bi min ketiye heyra! Na na. Ez ê çi tiştî bi ta û teşî nekim.
Heke min dest pê bikira û derde hizirînê bigotaya divê min terka war û nanê xwe bikira. Nexwe serê neêşe çi hacet bi dersûkê!
Jiyan e ev; meşa ser sêla sincirî, rawestîna di navbera nal û bizmarê de… Jixwe hîç behsa bez û lezê nakim. Li warê me mirov bi avê serxweş dibin, bi fîtikê direqisin, bi gurî re goşt, bi pezî re giya dixwin, bi şivanî re jî şîna wê digirin. Wiha ye, hemaset tacê serê me! Hizir kelema çavên me!
Hosa bibizêvî di cih de mohr li patika stûyê daniye: Xaîn î! Hoşa bizîvîrî vê carê “terorîst î”, tu tiştekî nekî, “tirşikçî yî”, yanî bi her hal mohr û daxekî te amade ye.
Bi kurtasî, heke min behsa dinyaya me ya biçûk bikira, min ê dilê xwe biqelaşta û ez ê biketama nav rihê vê erdê. Min ê bihost bihost hizir biçandaya lê xom ez pêxember nîn im heyra! Ji min re çi! Çavê kesî bi kesî ranabe, divê mîna dirankên şehan her kes di astekê de be. Ger yek piçekî hilkişiya hemû dasî di çavê wî re!
Em wisa ne, ji xwe re bi şax û qiloç, ji xelkê re kol û koç… me çi xweşî nevê, çavnebarî û zikreşî hemaseta herî fûrfûrî ye di qoşxaneya me de. Rojê sê danan em hemasetê dikelînin!
Danîn, avakirin, dilvekirin û hezkirin di dinyaya me a biçûk de dasîyên ber diranan in.
Hasilê dinyaya me ya biçûk hêna gelek sar e, germ nebûye. Tîn tê de tune. Hah! Ji min re çi xom ez paleyê vê dinyayê nîn im! Ez jî dasiyek im di pişt pejanên asê de…


