logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

LI SWÎSREYÊ DEWLET JI 'BAJARDEWLET'AN PÊK TÊ

  • Dîrok: 28/08/2011

Ez niha de bîst sal in li Swîsre dijim. Bêrî ku ez qala xweserî û demokrasiyê li Swîsre bikim ez dixwezim serboriyeka xwe vêbêjim ku mînakekê xweseriyê li Swîsre bas nîşan dide.
Dema ez cara yekem hatim Swîsre, li bajarê Zugê  bi cîh bûm û çend meh paşê min serî li Zanîngeha Cênefê da ku ez doktoraya xwe bikim. Ji zanîngehê bersiva erênî min girt û rêveberên bajarî Zugê alîkariya min kirin, li Cênefê jî ji min re xanî organîze kirin. Ez çûm min li Cênefê dest bi xwendina xwe kir lê di demek kurt de ji polîsê Cênefê name ji min re hat ku dibêjin ku ez bajarê wan biterikînim; ji ber ku ez bi kaçaxî li bajarê wan mame. Bi vê bûyerê min dît ku ez bi serê xwe ji bajarek barî bajarek din nikarim bibim û tu kes nikare bike. Li vir bajar ne bajarên ku em dizanin in; bajar kanton in; kanton cureyek dewletek e û em dikarin bêjin kanton bajardewlet in.

Li Swîsre sê zimanên fermî hene
Swîsre bi 7,8 mîlyon hemwelatî xwe dewletek biçûk e li navenda Ewropayê. Navê wê yê fermî “Konfederasyona Swîsreyê” ye. Çar zimanên xwe yên fermî hene. Gorî îstatîskan: Almanî yên ku vî zimanî bi kar tînin ji %63.7 in; fransî ji %20,4, îtalyanî ji %6,5 û retoromanî ji %05 bi kar tînin. Retoromanî ji ber ku pir nayê bikaranîn di belgeyên fermî de cih negire; belgeyên fermî bi her sê zimanên din, almanî, fransî û îtalyanî tên amade kirin. Her kes bi zimanî xwe perwerde dibe û li cem zimanê xwe yê perwerdeyî zimanek din jî ji van zimanan hîn dibe.
Nasnameya neteweya Swîsreyê li ser hîmên çend û ziman an jî nijadek a piranî nehatiye ava kirin. Neteweya Swîsre li ser hîmên hevdîroka pistgiriyê, tradîsyona xweseriya (federal) a demokratik xwe nîşan dide.

Parlemen du par e
“Parlementoya Swîsreyê” rêveberiya herî bilind e û di nav xwe de du par in. Yek “Konseya Eyelatan” e, ya din “Konseya Neteweyan” e. Ji her du konseyan “Parlemena Swîsreyê” pêk tê û ev her du ji alî derxistina qanûnan ve wekhev in. Gorî makezagona Swîsreyê erkên ku ji bo Konseya Federasyonê nehatiye pêjirandin di destên Rêveberên Kantonan de ye. Bi vî avayî hezên ku di destî Kantonan de ji yên Konseya Eyelatan zedetir in.
Konseya Eyelatan ji 46 endaman pêk tê. Ji her Kantonek 2 endam û ji nîv Kantonan endamek ji bo vê konseya tê hilbijartin.
Konseya Neteweyî ji 2 sed endamî pêk tê û ji vir hikumet bi awayek teknîkî tê hilbijatin. Ev hikumet ji 7 kesan pêk tê. Ji salê carek ji wan 7 endamên hikumetê kesek ji bo Serokatiya Hikumeta Konfederasyona Swîsreyê tê hilbijartin.


Swîsre li ser sê kontonan ji bo piştgiriya hev ava dibe
Konfederasyona Swîsreyî di sala 1291’ê de bi morkirina peymana sê kantonên daristanî Schwyz, Uri û Waldstatte ku ji bo piştgirtiya hev bikin li hemberî êrîşê derve dest pê kiriye.
Em dikarin bêjin Swîsre bixwe destpêka xwe de bi hevîrtişiya xweserî çê bûye, ji bo ku kanton unîteyên xweseriyê rêvebir in. Sala 1353’yan Kantonên Glaru û Zug bi bajardewletên Luzern, Zurih û Bern jî têvlî vê yekîtiyê dibin. Ez naxwazim li ser dîroka Swîsre kûr bibim, lê bi dîtina min dîroka xwe ji bo xweseriyê mînakek girîng bû û bê mînak e.
Sala 1845’an di navbera katolik û protestanan de şerek pêkhatiye. Ev şer li ser axa Swîsre şerê dawî bûye. Di dawiya vî şerî de li Swîsreyê tradîsyona referandûmê dest pê kir. Makeqanûneka federal di sala 1849’an de hatiye  pêjirandin û bi vê makeqanûnê cara yekem desthilatiya navendî hatiye ava kirin. Lê dîsa her kanton di herema xwe de rêveber mane. Bi tradîsyona referandûm û guherînên di Makeqanûnê yên 1893’yan raste rast demokrasî hatiye bi cih kirin û mînaka wisa li ser rûyê dinyayê nîn e. Ji vê yekê ye ku gotinek Lenîn (niha neyê bîra min, min ji pirtûkek xwend an ji kesekî bihîst) heye ku wisa dibêje: “Li ser rûyê dinyayê weletê ku herî dawî bibe sosyalîst Swîsre ye.”
Lenin gotiye an negotiye lê ev gotin rast e; ji ber ku her çi qas dewletek kapîtalîst be jî ji alî demokrsiyê, azadiyê ve li ser himên gelek pêşketî hatiye ava kirin.
Ji alî revebirina xweseriya demokrarîk ve Swîsre dewletek pir balkeş e. Hem ji aliyê xweserî ve ,hem jî ji aliyê demokrasiya xwe ve Swîsre dewletek pir teybetiyên xwe hene û pergela xwe gelek koplisîrt e. 

Her bajar wekî dewletek e
Swîsre bi xwe konfederasyonek e û bi fêrmî “Konfererasyona Swîsre (Confèdèration Suisse)” tê bi nav kirin. Rêvebirî an jî desthilatdariya navendî kêm e. Hevrebûyînek sist e. Swîsre di destpêka dîroka xwe de raste rast konfederasiyon bûye lê di demê de gor pêwendiyên xwe îro mîna dewletek federal e. Konfederasyona Swîsreyê bixwe ji kontonan, konfederasyona kantonan pêkhatiye. Min li jor jî qal kir kanton em dikarin wekî bajerek bipêjirînin lê ji alî polîtîk ve unîteyek reveber e, yani em dikarin bi kurdî wekî “bajardewlet” bi nav bikin.

Gund jî, bajar û kanton jî rêveberên xwe hildibijêrin
Li jor jî bi kurtasî min vegotibû li Swîsre gelek mertelêyên rêveberiyê hene. Swîsreyê desthilatdarî gelek parve kiriye. Ji her gundek dest pê dike, her bajarek, her kantonek bi hilbijartinan rêveberên xwe hildibijere.  Rêveberiya her ciyî bi “gemeinde” tê nav kirin; “Gemeinde” dişibe şaredariyên me lê rêveberiya xweserî ye; yanê ji bo kar û barên xwe yên hundirîn ji tu navendan ferman nagirin. Ewlehî, perwerdahî, berhavkirina bacê û hwd ji alî “gemeinde”yan tê organîze kirin.
Ji rêveberiya Konseya Federal bêtir li Swîsre rêveberiya Parlementoya Kantonan ji bo jiyana gelê Swîsre gelek girîng e. Ji bo ku biryarên Kantonan ku ji gelê Kanton re girtî ji biryarên ji jor tên bi hêztir in. Dema ku ji jor qanûnek bê pêjirandin ku kantonek wê biryar an jî qanûnê nepêjirîne, ew qanûn an jî biryar di wê kantonê de nayê bikaranîn û nederbazbar e.

Bi 50 hezar îmzeyan qanûn tê betalkirin
Li  Swîsre em dikarin bêjin jiyana pergela siyasî ji serî nîn e, ji binî ve diçe serî. Herî jêr kes heye. Heqê kesî heye ku îtîrazê qanûnek ku ji konseyek an jî meclisek derketibe bike. Ji bo vê îtîrazê divê kemtirîn 50 hezar îmze bê berhev kirin. Bi 50 hezar îmza rêya refarandûmê vedibe û bi vî awayî lêpirsîna wê qanûn tê kirin. Însiyatîfa  gel bi vî awayî hatiye bi rêxistinkirin. Bi însiyatîf û refarandûmê rasterast demokrasî tê bi rê ve birin.

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li dû dîrokê (Ji Rojnivîsên Min- II)

  • 05 Sermawez 2009

Êdî em kurd dizanin em ne bê dîrok in û divê em dîroka xwe bi destên xwe binivîsin. Her ku em dîroka xwe bikolînin emê rastî bûyereke...

Çend notên li ser romana kurdî: Roman Hunera Netewebûnê ye

  • 29 Adar 2013

"Kê ava kir bajarê Tebenê yê heftderî?Di pirtûkan de bi tanê navê kêyan hayeMa kêy bi xwe bûn yên ku zinar heta wir rakisandin?"Bertolt Bredt (ji...

Ma tu bi kurdî biaxivî wê kurd rizgar bibin?!

  • 14 Sibat 2011

Ez kêm caran dicim komelan. Vê carê min bihîst ku ji bo zarokan dersên zimanî kurdî di komelaya bajarê ku em dimînin de dê bidin. Bi kêfxwesî ez...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Em nikarin ji zimanê 13 mîlyon kesî dûr bisekinin

ad

Ger HDP bibe partiya Tirkiyeyê...

ad

Ew qas jî zêde bû heyran!

ad

Erdogan li ser hevdîtina ligel Esad û Sûriyeyê axivî

ad

Rekor: Enzo Fernanzen bi buhayeke gelek mezin hat transferkirin

ad

Logo guherî: Çivîk çû, kûçik hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname