Ew qas jî zêde bû heyran!
Diyarname
Spanya ku di sala 2008'an de Kûpaya Ewropayê, di sala 2010'an de Kûpaya Cîhanê bir mala xwe, vê carê di Kûpaya Konfederasyonê de xwe niþan dide. Di Kûpaya Konfederasyonê de tîma Spanyayê bi ser reqîbê xwe Tahîtî de gol barand û þenenava xwe avêt bin rekorek: 10-0
Di Koma B ya Kûpaya Konfederasyonê de duh êvarê Spanya û Tahîtî hatin hemberî hev. Di maça li Stada Estadio do Maracana de Spanyayê tam 10 gol avêtin û rekor þikandin. Di deqîqeya 5'an de Fernando Torres, 31'ê de David Silva, 33'yan de dîsa Torres û 39'an de David Villa gol avêt û nîveka yekemîn a maçê bi 4-0 bi dawî bû.
Di nîveka duyem, di deqîqeya 49'an de gola Spanyayê bi David Villa hate. Paþê van lîstikvanan gol avêtin: Fernando Torres (dq 57), David Villa (dq 64), Juan Mata (dq 66), Torres (dq 78), David Silva (dq 89)
Bi vê encamê Spanya derket nîv fînalê.