Êdî em kurd dizanin em ne bê dîrok in û divê em dîroka xwe bi destên xwe binivîsin. Her ku em dîroka xwe bikolînin emê rastî bûyereke dîrokî ya nû bên.
Li dû dîrokê
Îro tevî Sadik em Şeqêsêvê de çûn. Em gihîştin serî çiyayî Sêvê. Me doh biryar dabû ku em hilkêşin çiyayî Sêvê.
Sadik mêvanê min e. Ew hevalê min ê bîst û pênc salan e, ji dema zanîngê ve. Her sal, em hev du dibînin û dema ku ez diçim Stenbolê bi hev re em çend rojan derbas dikin. Em ji dîtina ciyên dîrokî hez dikin û hînbûna dîrokê tiştek kefxweş û girîng dibînin. Heta îro ciyên dîrokiya rojava me bi hev re geriyan û gelek tiştên dîrokî hîn bûn. Ji bo îsal min pêşniyazek kir ku em li cihên dîrokî yên Kurdistanê bigerin.
Sadik bixwe tirk e û xwe kominîst dibîne. Dema ku em li derdorê pirsgireka kurd û Kurdistanê minaqeşe bikin mîna sosyalîst û koministên tirk min didît ku tesîra dîtina dewletê de ye…Min dixwest ku mêvanê min be lê ji bo kurd û Kurdistanê binase.
Me nikaribû seyarê organîze bikin ji bo vê yekê em li gundê me man û me biryar da ku em li doralî gundê me bikevin dû dîrokê. Berê emê hilkêşana Şaqê Sêvê; paşê Kurikî Sêvdiliyê û cihên ku min ji gundiyan bihîstiye ku li wan ciyên li bermayînên dîrokî hatina dîtin emê bigerin. Kurikî Sêvdiliyê min bi xwe dît. Sêvdilî gundê bindilê çiya ye; ji bo vê yekê ye, ji vê bilindiyê re dibêjin Kurikî Sêvdiliyê. Li vir şivanan pêykera ku wekî “Maraş Aslani” tê navkirin dîtin û ew ji vir heta muzeya Maraşê hatibûn birin. Li vir du pêykerên şêran hatine dîtin; bi tanê yek dewletê birî ye.; yê din li ku ye tu kes nizane. Qest ku ez û hevalê min dizanin pêykerên şêr di derî qesrên Hitîtiyan herdem hebûne. Yani kûrikî Sêvdiliyê yan jî dorali ya Sêvdiliyê ciyê qesra Hitîtiyan bûye. Lê dewletê jî ew der û dor herema sît nekiriye û ne jî gundî qîma wê derê dizanin. Xezîneger her der kûn kûn kirine. Min bi xwe dît avayiyên dîrokî yên ji Hitîtan li sêrî kurikî Sêvdiliyê derxistine.
Em zû de rabûn ser xwe; saet heft bû bi rê ketin û Şêqê Sêvê de êdî di nalê de ser zinaran re hilkêşin. Saetek û nîv bi pêya em gihîştin serî çiyayî Sêvê. Li ser rêya me em rastî xiravayên gundî me yên ji sed sal kevintir hatin. Gund ji sed sal pirtir e ku ji ciyê xwe nav çiyan de veşartî girtiye. Ya ku me dît wê dêmê binyata xaniyan hemûyan tu dibêjî awayek e; hemû bi hev re ye. Ji bo ku hev ji xetereyên ku ji derve tên biparêzin…
Li serî çiyayî Sêvê şopên dîrokî yên ku em hatin bibînin hebû. Di nav gelê herêmê de ciyê ku em lê ra “Qelê Dizan”, “Qelê Osmên” tê gotin. Çima wiha binavkirine ez nizanim. Me kevirdor bi baldarî mezê kir û em li şopek nîşanek bi wate geriyan lê tiştek tunebû ku em jê dîrokê bixwînin. Bi tenê çêkirine lê nenivîsîne ku kê ji bo çi ev avayiya çêkiriye. Em daketin bin zinarî ku li ser “Qelê Dizan” hatiyê avakirin. Min bihîstibû ku di nav zinaran de bîrek bi çêl merhale hebûye. Em ketin nav zinaran bîr veşartiye av tijiye bi tenê sê merhale xuya dibe. Dîsa em li şopek dema çêkirina bîrê geriyan lê tu nîşan tune bû. Paşê me xwe berjêr de berda li daketina jêr em rastî parçeyên kupên sor hatin.
Heta em vegeriyan gund me li ser kevneşopên ku me dît bi Sadik ve şîrove kir. Çima tiştek nivîskî nîşaneka bi wate li ser van avayiyan nehîştine? Kî ne? Çi demê li vir jiyîne?
Sadik li şopa ermaniyan diçû digot yên ku li vir jiyîn ermanî ne. Min digot na ev ên ku li vir jiyîn kurdên elewî ne. Nivîs an şopek ji dîrokê re nehiştin awaya jiyana elewiyên kurd e; ji bo ku nivîs di nav wan de pêk nehatiye. Heta îro ez rastî nîşaneyeke nivîskî yê kevin di nav gelê me yê elewî yên kurd de nehatim.
Sadik bi xwe bi eslê xwe elewî ye, heq da min got, ‘tu rast dibêjî’ got. Ermeniyan her dem paş xwe de nîşaneyeke nivîskî hiştine. Elewî ji nivîsê dûr ketine; di dîrokê de tu nîşaneyên nivîskî ji me re nehîştine, her tiştên xwe devkî heta îro anîne.
Min got elewiyên tirk yên bektaşî nîşaneyên xwe yên nivîskî hene lê yên kurd tune. Divê em elewiyên kurd ji yên tirk cuda bibînin. Min mînakek da ji kurdiya herêmê..min got here li van gundên doraliyê bipirse peyva “nivîsandin” tune. Li vir heta ku dibistanên komara Tirkiyeyê vebûne nivîsandin tune bû. Ji bo vê yekê li vir, li nav kurdên elewî ji tirkî peyva “yazmiş” girtine, kirine nav kurdiya xwe. “Nivîsandin” peyvek biyanî ye ji bo gelê kurdên elewî. Kirina nivîsandin ji tirkan hîn bûne ku peyva “yazmiş” pêva girtine.
Sadik li hemberê van gotinên min tiştek negot, min jê derxist ku wî nedixwest ku nav pirsgirika kurd de biçe. Ji bo ku pirsgirêka kurd di navbera min û hevalê min de çi demê bê gengeşîkirin emê li hev du diqîrin…
Sadik pirseka gêngeşî guherand û got: Li vê heremê ji çend sed salan berê serhildanek derketiye..ma tu tiştekî dizanî li ser vê bûyerê?
Min got: Ne; çi bûye? Kê çi kiriye? Kê li hemberî kê, ji bo çi serî hildaye?
Got, Ez jî baş nizanim…lê min li derek xwendibû; serhildanek mezin li hemberê Osmaniyan mîna Şex Bedredîn bûyê…
Min qala Mamadalî Qasiman kir; got, na, ev mesele nîn e yê ku ez qal dikim û berdewam, kir li wê heremê li gundekî pergela sosyalîzmê ava kirine. Dawiyê dewleta Osmanî bi ser gund de hatiye û hemû qetlkirine…Wan jî li berxwedane…
Min got min nebihîstiye.
*Ev bûyer demek peşê min di pirtûka Mehmet Bayrak (Alevilik-Kurdoloji-Turkoloji Yazilari) de xwend û eger dema min hebe ezê wê bûyera dîrokî ji xwendevanên Diyarnameyê re wergerînim kurdî.


