logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Li nav civaka me sûîstîmal, yan jî xapînerî!

  • Dîrok: 22/04/2020
Ew tişt li cîhanê jî diqewime, li civakên din jî bivê nevê mijara sûîstîmalê wekî pirsgirekekê di rojevê de ye, lê belê, li wan civakan ji ber dezgehên oto-kontrolê hene piştî radeyekê pêşî lê tê girtin; rê nadin qerekterê civakê bi sûîstîmalêkirinê were xirakirin.
Balam li civakên wekî yên me ku ji dezgehên rê nadin; civak, ehlaqê civakê, nirxên civakê, manewiyet û madiyeta civakê, nasname û pirsgirekên neteweyî, civakî, daxwazên civakî-komî-kesane yên kolektîf,  mafên kes ên takekesî û yên civakî werin îstîsmarkirin bê par in; sûîstîmal ango xapînerî gihîştiye lûtkeyê. 
Di nav me de jî ew pirsgirek hatiye astek wisa ku, êdî sûîstîmalkirin derbên kujerane li têgeha samîmiyetê ya di nav me de dixe; bi wêrekî û bi hezkirin li rûyê hev mêzekirina me ber bi têkbirinê ve dibe!
Vê merhaleya sûîstîmalê ez dibêm bi pêvejoya lîberalîzmê ya ku tirkan di salên du hezarî de li ser pêvajoya endametiya YE, li Ewropayê îthal kiribûn dest pê kir, lê wê pêlê bêhtir xwe di nav kurdan de belav kir.
Sûîstîmal, hinekî jî îstîsmar; em dikarin bi kurmanciya me ya gewre û gewrik, wê wekî ‘pê kenîn, xapandin’ bi wate bikin.
Lîberalîzîm bi awayekî sernixumandî eciznekirina kes û civakê ye. Ew bi wê eciznekirinê re kes û civak hêdî hêdî tînî cihê (ez azad im, cihê xwe xapandinê) çimkî lîberalîzm li ser malbatê û ferd disekine; malbatê ji hev de dixe, ferdan bi awayekî dilxwazane ji malbatê diqetîne û li ser kes û civaka ku êdî kes ne bi manewî ne bi madî bi hev re ye, tu girêdayîna wan a bi hev re nemaye, polîtîkayên xwe dimeşîne, armancên xwe bidest dixe.
(Vê lîberalîzmê wextekê modeya ‘hevberdanê’ telaqê hev avêtinê jî wekî dînamît xistibû bin malbatên kurd, bi taybetî yên xwedî meaş û welatparêz! nizam, rewş niha çi ye)!?  
Lê ya rast, tiştê diqewime, ber bi safîtiyê-nezantiyê ve defandina mêjûyî-hişî ye. 
A piştî ku hate dîtin, kes û civak tam hatine ‘qivamê’ hêngê ekterên sîmsar û bazirgan derdikevin ser dikê, pir bi hêsayî kes û civaka ji hiş-aqil hatî xistin, sûîtîmal, hinekî jî îstîsmar dikin; dixapînin...
Li cihê ku sûîstîmalkar, sîmsar û xapîner bi hêsayî piyaseya xwe geş dikin; binêrin li kes, kom, civak û li netewê çawa diqewime; 
Siyasetmedar bi daxwaza azadiyê û mafan ‘netewê’ girseya xwe dixapîne.
Parêzer bi dadeke kolonyîst mexdûr dixapîne.
Mamoste bo ji kolonîst re îteatkar be bi perwerdeyê zarokan sûîstîmal dike.
Mele cemaeta xwe dixapîne.
‘Dede’ cem û can’ên xwe dixapîne; Pîr jî her wilo dike.
Ziman-nezan zimanhezan sûîstîmal dike.
Heval hevêl sûîstîmal dike.
Rojname aboneyên xwe dixapîne.
Koçber, koçberbûna xwe sûîstîmal dike. (Pozekî wisa dide ku, yê nedî dê bêje qey neteweya min ew wekî nûner tayînî wan deran kiriye. Heyra, heke mesele bi tenê kurdbûn bû te dikarî birevî başûrê Kurdistanê jî lo/ê)
Defçî û zirnecî meqemekî arabeskî govendê dixapînin.
Şîrketa peydakirinê mişterî û şopînerên xwe dixapîne.
Nirxandinvan rexneyê dixapîne.
Pêşverû nirxên pêşketinê sûîstîmal dike.
Paşverû nirxên kevneşopî îstîsmar dike.
Hin hene, nav û paşnavên popîler sûîstîmal dikin.
Nivîskar û helbestkar xwendevanên xwe dixapîne (ê me hatiye astek wisa, ji ber sekna nivîskar, xwendevan jî destpê kiriye nivîskar û helbestkarê xwe dixapîne, ji nivîskarê ku pirtûka têkçûyînê ya nivîskariya xwe nivîsandiye û ta îro qe negotiye pirtûka filan û bêvan kesî jî hêjayî xwendiyê ye (ez jî di nav de!) re, dibêje; bijî, ji te meztir tune ye…) 
Û helbet, ‘hinên din jî hene; çeqelên ku em dibên qey ew aqilê super ê wan e, lê yên hatine sûîstîmalkirin hê nizanin, ku ew ê di serê wan de ji aqilê hinên dûrî van deran hatiye araklanmîş kirin’ ew super çeqel jî bo xwe heyî û berçav bikin hizrek û daxwazeke mirovane sûîstîmal dikin (di vê sûîstîmalê de melzemeyê wan î îstîsmarê îlam peyva humanîzmê, kûçik û pisîkek e) û pê yên gelek kitêb xitim kirî sûîstîmal dikin, dixapînin;
Yanê ew (kurm)ên li van deran li wan deran! ger biçin li kêleka şivanê gundekî li vê beyarê, li wî çiyayî rûnin, şivanê me yê ku qet deriyê pirtûkekê venekirî, rûpel bi ser hev de nequlipandî, dema dengê tir û fisên wan (gotinên wan ê pir humanist û pir însancil…) bibîse dê bêje; berde binê te erd e) (li hin deveran dibêjin, berde pêşiya te deşt e, jî)
Lê di vê serdema lîberalîzma hem çakma hem ‘îkîncî el’ de sextekarên gêjkirinê cî li xwe xweş kirine-dikin…
Heyfa meriv ji pirtûkan re tê, ku li vî erdî encameke wisa dane; gor dibêjin, ya ereban hezar û çarsed sal beriya vê bû! lê ya me qey hê nû dest pê kiriye! ‘him jî kitêbî’(!). 
Helbet, çendîn ku gewre Xanî gotibe: ‘vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye’ jî, lê ne ew qerekter ji kurda ye, ne jî ew mîmarî ya ku Xanî dibêje ye; mîmariya wan ji ehleqê tirkan a dibêje ‘gemisini yuruten kaptandir’ê ye; ku bo rûxandinê, mîmariya xwe ya qelp li dîwarê me yî samîmiyetê diceribînin...       
Û dawî, li welatê Siyabendê keçel û Derwêşê cegerpola lê piçekî kêmaqil, hezkiriyek dikare hezkirina yê/a hezkirî îstîsmar bike.
Çimkî, qasî dizanim di nav destanên me yên netewî yên evînê de Xeca “gêj” û Edûla “qure” karîne hezkirina hezkiriyên xwe  sûîstîmal bikin. (tika ye; di vê babetê de  nêtêke min a gengeşiyê û polemîkan nîn e) 
Û helbet mînakên ne-sûîstîmalkirinê jî hene! mînak camêreke heye, kevalên ku li cîhana hunerê bi nav û deng in çêdike, lê belê, serê her gotinê nabêje kurd im! yan jî bi awayekî beloq min nediye ku gotiye. Na, ne ku xwe înkar dike, xêr! lê çima pêwîst nabîne da serê her gotinê kurdbûna xwe derxe pêş? Çimkî bûrjûwaziyeke me ya ku here pere bide kevalên wî tunê. Ê nexwe, camêr bo çi kurdbûna xwe sûîstîmal bike, û ne jî mîna hin tirkînûsên kurd ên ku xizmetkariyê ji tirkî re dikin, ku li cihê pîrîm dike hema dibêjin ‘ez jî kurd im’. hîç…! 
Li lîsteyê dikare hê were zêdekirin, ên pir dixwazin dikarin mînakên din jî lê zêde bikin; çimkî, ev hê lêlê ye, û…!
De ya li me dikeve; em jî bêjin bi xêr hatî sûîstîmal û xapîneriya bi prêstîj û bye bye samîmiyeta ku me dikarî pê li hev û armanceke bawer bin, li nav rû û çavên hev binêrin.
Hin Nivîsen Nivîskar

Rêbazeke ‘dewşîrmekirinê’ asîmîlasyon

  • 11 Tîrmeh 2021

Li cîhanê jî mînakên vê yekê hene helbet, lê di mijara dewşîrmekirinê de ez dibêm qey kesî nekariye avê li destê tirkan bike…Ji dema...

Mirina eta min Xana Gulê

  • 01 Tebax 2014

Tevî ku gotine ‘rok a hatinê yek a çûyînê ye jî’ û mirov, ku ji axê hatibe û wê dawiya dawî here axê jî, lê ya/ê...

Em nikarin mirovatiyê hînî wan bikin!

  • 16 Tebax 2020

‘çivîk jî çûhin hatin ser erdê me; li şûrê hinan heyvok neqişandî bû li yê hinekên din xaç,ê me, di destê me de bi tenê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Almanya bi 9 penaltiyan bî nîm fînalîst

ad

Hevşaredarê Amedê Anli di civîna Şaredariyên Ewropayê de axivî

ad

3 maç ceza dan Diyarbekirsporê

ad

Careke din "Dîroka Kurdistanê" hat qedexekirin

ad

Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir

ad

Anonymousê Tirkiye tehdîd kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname