___Ayşegul KIZILKAYA___
"P.Z 40" romana Welat Dilken ya dawî ye. Roman li ser sê sitûnan hatiye avakirin; serdem, şûnwar û leheng. Bûyer di honaka romanê de kêm in û ên ku hene jî wekî rabirdû, teşegirtina leheng tê vegotin. Lehengê romanê mirovekî vê axê, kesayetekî dîrokî û navdar e. Di sedsala duyemîn de, ji çaxa Keyseriya Komageneyê de jiyaye. Li ser rûye vê axê, ew jî ji wan wêjekar, rexnegir û ji fîlozofan yek e. Ji helbest nivîsandinê bêhtir bi alî fîlozofî, zanyarî û nivîskariyê ve deng daye. Lê nivîskar, helbestkariya leheng tercih kiriye û karekterê romanê ji ser vê yekê afirandiye.
Roman bi rêwîtiya leheng ve dest pê dike û piştî ji dayikbûna leheng temenê wî yê heta 40 salan vedibejê.
Ew niştecihê Zeûgmayê ye; li wir dest bi rewîtiyê dike û di bajarên qeraxa Zerya Spî re ku heta Romayê diçe, bi xwîner dide nasîn. Nivîskar, vegotin bi vî awayî li ser du beşan ava kiriye û di beşa yekem de şûnwarên geriyaye dişayisîne û her pişk bi sernavê bajarek ve pêk tê. Di beşa parşimenan de jî nivîskar teşegirtina helbestkariya karakter vedibêje.
Ji zaroktiyê vir ve di perestgehên girêdayî Mîtra de çawa pêş ketiye, çawa teşe girtiye, çawa dest bi nivîsandina helbestê kiriye, ji bo xwendevan vedibêje.
Paşê, çawa nemir bûye, paye ya "Helbestkarê Berferêt" girtiye, çawa û çima yezdanî, keyserî, şewirmendî red kiriye, çima helbestkarî tercîh kiriye û hwd. Serpêhatiyên xwe bi rêya parşîmen nivîsînê ve didomîne. Vebêj di her du beşan de jî bi qewlê helbestkar "Helbestkarê Berferêt" bixwe ye.
Roman bêhsa jiyana leheng heta 40 salî dike, ji xwe navê pirtûkê P.Z 40 jî "Piştî Zayînê 40 sal" e.
"Ji Zeûgmaya helbestkaran û hemû jiyana xwe ya çil salî ku bi vê rewitiye jê veqetiya bûm, heya çavên min li hev vedibûn, heya tiliyên min dilivîn min nivîsand..."
Şûnwarên ku leheng serî lêdaye, nivîskar bi me dide nasîn ku ew bi qîmet e, ji ber ku di vê danasînê de dîroka fermî li bi awayekî din, bi nêrînekê hêla bindestan ve pênase û teswîr dike. Dîroka fermî vajî dike, vediçirîne û bi rêya wêjeyê ve ji nû ve ava dike. Nivîskar, Samosata, Zeugma ku (Digel asûrî û ermenan ve) ax û warê kurdan in jî, bajarên di çaxa antîk de hatinê cî kirin, ji wan dêran de jiyanek çawa heye; bi rexnekirina yezdanan, keyseran, hunermend, zanyar û sofîstan ve vedibêje. " Di wan rojên ku mirinê li kuçe û kolanên Atînayê bi qirika belengazan digirt jî, li qesrên zanyar, hunermend, feylesof û hizirvanan şahî kêm nedibûn; ser sofreyên wan ji goştê pijandî, ji dênên şeraban vala nedibûn. Dema pêdiviya neçaran belengazan bi pariyek xwarin hebû ne diyar bû ka Zeûs li ser kîjan çiyayê bilind jina xwe Hera bi jineke din re dixapîne; bi jinên nemir û dimirin re hevşa dibe."
Bi vê helê ve roman dijkolonyalîzmê jî di xwe de dihewîne.
Lê belê di vê danasînê de vegotinek yeknesak heye. Hûnandin bi rîtmekê giran diherike. Her cara ku diçe bajêreke nû, em jî ligel leheng bajêr dinasin lê ew qas...
Ne bûyerek bi tevger ne jî derûniya leheng bi awayekî livandineke bixe nav vegotinê pêk nayê. Bes ku hesp û zerên leheng tên dizîn ji xwîner re mereqek çêdibe mirov dibêje, "gelo wê niha çi bike, çawa berdewamiya rêwitiya xwe bike" hema hinde...
Tiştê ku di vegotina leheng de, ji xwîner re mereqê çêdike evîn û serpêhatiyên leheng in. Leheng gelek pişkan bi behsa evîna xwe, bi hezkiriya xwe ve xilas dike, carinan serişteyên dide lê eşkere nake, ew hezkirinek çawa ye? Naverok û kana wê evînê çi ye? Heta beşa "Hevnasînê" xwendevan neşê zelal bike. Di vê beşê de çawa rastî wê jina ku leheng bû ye evîndarê wê û hezkiriya leheng jineke çawa ye dest bi eşkerekirinê dike.
Şevek, ji nişke ve li qada bajêr, jineke bêdeng pey leheng dikeve, heta jûra wî, wî dişopîne. Jineke, tirsiyayî, jineke bi ricifînê ve ditirtile... Nivîskar zêde zêde bêhs û teswîra bajaran dike, lê mala ku helbestkar lê dijî teswîr nekiriye, em nizanin di wê jûrê de çi heye. Jineke ku tê jûra wî, dest û rûyê wê dişo lê em nizanin av ji ku derê anî, yek jûreyek e an serşok e, daşîr jî heye yan na, nayê vegotin. Leheng gelek wextên xwe bi jinê re li wir derbas kiriye, evîna wan di wê jûrê de geş bûye lê em nizanin ciyekê çawa ye. Çi heye di wê jûrê de; nivîn, text, sendelî, mitbex û hwd... Gerek ji bo wêneyeke zindî ji ber çavên xwendevan çêbibe ew ode jî bihata teswîrkirin. Ya dî, di wî çaxî de cil û bergên mirovan çawa ne, jin û mêran çi li xwe dikin qet behs nehatiye kirin. Belê behsa toga dike, lê ew tog çawa ne, çi ne, rengê wan çi ye em nizanin. Ew beş tam bi cî nebû ye.
Bi rojan jinik wekî lalan qet neaxife, leheng bi çavan, bi awiran têkilî pê re datîne.
Leheng jina ku navê wê kiriyê Maîne, hînî parşîmen çêkirinê, hînî xwendin û nivîsînê dike. Maîneyê hez xwendinê kiribe û hîn bibe jî nedinivîsand, digot, "Bes ez ê parşîmenek tenê binivîsim û hew." Wîsa jî kir.
Heta çar salan ew ligel hev bûn, Maîneyê tu tişt nenivîsî. Ew jî bû sedema ku leheng ji hostetiya xwe şikê bigire û ji xwe pirsa bike: "Gelo ez hosteyeke ne baş im, ne çak im?" Nenivîsîna Maîneyê ya parşîmenê dibe sedem ku leheng derkeve rêwitiyê. Dihizire, "heke ez li gel Maîneyê nebim ew ê binivîse."
Evîna wan xwendina Maîneyê bi parşîmenan ve dest pê dike. Bi xwendina parşîmenê re, bi helbestan bera bera zimanê Maîneyê jî vedibe.
Nivîskar evînê ji bo xwe; mêrêk wekî ji nû ve dayik bibe, wekî dest bi jiyaneke nû bike û wekî diya xwe ya ku qet nedîtî kifş bike pênase dike; "Emrê min ê duyem, nemirtiya min dest pê kiribû; bi hostetiya te, bi evîn û jinîtiya te dikemilîm, bi xwe dihesiyam."
Hezkirineke nebûna dê, bav, xwişk, bira û zarokan bi hebûna evîne ve tijîkirinek bû.
"Tu bûbûyî "em" a min, "me" a min û..." Helbet li vir hezkirinek Freûdyên jî heye;
"Bedena te, bedena diya min a min nediyî dianî bîra min; bêhna wê ji te dihat."
Hezkirina leheng, hezkirineke bi hêza mêranî, bi laşî, bi mêyanî, bi şehwetî bû. Leheng ne bi nêrîtiya desthilatî, nêrtiyeke bi jinaniya Maîneyê parastî ve jê hez dike. Li gorî hemçaxên xwe jî helbet pêşverû ye. Leheng evîndarê bêhn, şanik, awir, dest û rû, laş û ûryantiya Maîneyê ye. Lê ne evîndarê hizrên wê bû ye.
Hezkirineke ne kesayeta wê, ne mêjûyê wê bû; "Lêbelê min ê qet tu car bêriya mêjûye te yê bi te dilîst, tu dişehîtandî, tu dixapandî nekira û min ê qet li neheviyên te nekira."
Gava em li jina di berhemê de dinêrin; Maîne wekî tişteke helbestkar, wekî evîndara leheng hatiye cih kirin. Bi serê xwe, tu çîroka wê, hebûna wê nîn e. Wekî ku piştî pergîhatina helbestkar Maîne ji nû ve çêdibe tê nîşandan.
Nivîskar ji der heqê çîroka Maîneyê de me agahdar nake; kî ye, ji ku hatiye, navê wê yê rast çi ye, em nizanin. Helbestkarê nemir wekî ku jineke ji nû ve diafirîne di vegotine de bikar tîne. Gelek tiştan hînî Maîneyê dike, ji wê jî hîn dibe, lê ew şêwaza hînbûnê, ew bilêvkirin wekî ji Maîneyê tiştek hîn bibe nîn be, Maîne rebenek be jî, diyar dide ku ew dîsa jî hîn dibe; "Lê belê, ev jî nayê înkarkirin ez jî li ber destên te hînî gelek tiştan bûm"
Ew gotina, "nayê înkar kirin" ku cihek dî jî bi vî awayî tîne ziman, kirpandina şewazê bixwe ye; di vê gotinê de rastiyeke wekî ku ne bi dil qebûlkirin heye. Ew nayê wê wateyê ku leheng jê hez nake, qîmetê nade, ji wê hîn nabe. Lê bilêvkirina vê hînbûnê, tiştên ku ji Maîneyê hîn bûye wekî "hîn bûn" vedibêje, tiştên ku wî hînî Maîneyê kiriye wekî "hîn kirin" vedibêje.
Belê leheng, lehengeke di zemanê Antîk, Helenîstîk de jiyaye lê afirandin a nivîskar e, şewaz û ziman a nivîskar e. Di ziman û şewazê de, di tiştên herî biçûk de jî jin kirde nîn e, wekî objeyeke hezkirina Helbestkarê Nemir e.
Di beşa dawî de Keyserê Romayê agir bi Zeûgmayê dixe, dişewitîne. Maîna jî ligel bajêr û şeniyên bajêr dişewite. Ji nav vê şewat û xaliyê de leheng rastî kevala ku çîroka Maîneyê li ser nivîsiye û jê xelat bi dest xistiye tê. Gelek pê hestiyar dibe, Maîneyê gotina xwe pêk aniye, tenê yek parşîmenek nivîsiye. Helbestkar, li ser kevala Maîneyê dinivîse û" ew ê di vê çîrokê de ez im: Ez Helbestkarê Ferêt Lûcîan Samosata me". Em jî wekî xwendevan têdigehên ku heta dawiyê leheng bi nav nekiribû kî ye. Leheng Helbestkarê Berferêt yê navdar Lûcîan Samosata ye.
Helbestkar, helbestê wekî jinekê wekî mêyaniyê pênase dike; "Te nizanibû, wî jî nedizanî û hemû helbestkar û helbesthezên Zeûgmayê jî nedizanîn; helbest mê bû, ne ji peyvên nêr ên li pey hev rêz dibûn dihate pê..."
Gelo bi qewlê nivîskar, piştî ku hezkiriyê xwe, evîndarê xwe mir, dev ji helbestnivîsînê, helbestên evînê berdide û ya ku ji wî payeya dûv xwe hêla ye, fîlozofî, zanyarî, sofistî û helbesta satirîk e?
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna