logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Rêbazeke ‘dewşîrmekirinê’ asîmîlasyon

  • Dîrok: 11/07/2021
Li cîhanê jî mînakên vê yekê hene helbet, lê di mijara dewşîrmekirinê de ez dibêm qey kesî nekariye avê li destê tirkan bike…
Ji dema tirkan li Asyaya Navîn gav avêtine ser erdê Rojhilata Navîn û vir ve, necamêran bi kes, kom û civakên veguherandî-dewşîrmekirî neteweyek û împaratoriyek ji xwe re ava kirin, vega jî li ser bingeha wê împaratoriyê dewlet in. 
Berî komarê dema Împaratoriya Osmanî navdartirîn karê wan di dewşîrmekirinê de ye; tê zanîn çendîn şah û peyayên wan bi koka xwe ne tirk in.
Dema komar ava kirin jî dev ji dewşîrmekirinê bernedan; wan veguherandin-dewşîrmekirin bi rêbazeke nû berdewam kir. Ji ber di serdema komarê de bi eşkereyî dewşîrmekirin ne pêkan e dewşîrmekirina eşkere veguherandine ya nerm, asîmîlasyonê!  
Li aliyê tirkan bi hezaran malbatên wiha ketine ber devê wê veguherandinê hene, ku îro roj nevîçirkên wan di vir de wir de bi dizîka dibêjin: ‘bapîrê bavê min kurd bûye, yan dapîra min ermen...  
Li gor zanistê têkîliya asîmîlekirin û dewşîrmekirinê çi ye nizanim, lê ya ez dizanim di vê heyamê de asîmîlasyon rêbazeke ‘modern’ a dewşîrmekirinê ye û ew dewşîrmekirin jî bi zimên pêk tê!
Em di vê çarçoveyê de rewşa kurdên li Bakur binêrin. Em kurdan bikin sê çîn; çîna bindest, çîna navîn û çîna serdest.
Pêşî çîna navîn; çîna navîn ew çîn e ku ji qonaxa asîmîlasyonê boriye di qonaxa dewşîrmebûnê de ye, êdî xwe wekî tirk dihesibîne.
Çîna serdest; çîna serdest ew çîn e ku bi siyasî xwe kurd dihesibîne, lê ji ber ew çîn di qonaxa asîmîlasyonê de ye, bi kurdî silavê dide bi tirkî xatir dixwaze; li cem vê çînê çand û zimanê kurdî bes rengê xeml û kêrsimeke ‘şerqî’ ye!
Di çîna navîn de berjewendiyên şexsî her tişt in. Jixwe, xwe tirkhesibandin jî ji vê yekê tê. Çîna serdest di vê heyamê de çîna kurd a herî bi hêz-dînamîk e; bi fermî ne fermî, bi siyasî ne siyasî, bi çandî ne çandî, bi zanebûn an nezanîbûn di her alî de bi zimanê mêtingeran bi mêtingeran re di danûstendineke lihevkirî de ye. Karê vê çînê di nav pergala mêtingeran de ye; hem bi kar hem bi aborî, bi zimanî îlam di nav cîhana hizrî ya mêtingeran de ye; ango di polîtîkayên mêtingeran ên pişaftinê û entegrekirinê de bi awayekî bi mêtingeran re hevkar e. 
Çîna navîn ji ber bi hesabên berjewendî û ewlehiya malbatî û şexsî ketiye nav qonaxa tirkbûnê xwe tirk hesibandina wê ji nezantiyê tê, loma piçekî bêguneh e. Lê belê, çîna serdest ji ber haya xwe ji her tiştî heye û dîsa jî dev ji hevkariya bi mêtîngeran re bernade, bi min bo pêşeroja kurdan ew çîna kurd a herî xetere ye; ango çîna nedirust (kaypak) e!  
Çîna bindest; çîna bindest ew çîn e ku li derdora ziman û wêjeya kurdî digihîje hev (nabêjim hemû lewnên hunerê!) Ji nivîskar, weşanger, kovar, rojnameger û ji xwendeyan pêk tê! Ji ber deqa kurd, kurdî û Kurdistanê li eniya wan hatiye dan, ji ber bo nasnameya xwebûniyê berxwedêr e (keleha giyanê kurdayetiyê ya li ser piyan maye ye)  çawa ku mêtînger wan ji nedîtî ve tên ew çînên kurd ên navîn û serdest jî wan ji nedîtî ve tên! Kar û barên bo debarê ne tê de, tu têkîliya vê çînê ya hizrî, çandî, zimanî, derûniyî û tehayûlkirina pêşerojekê bi mêtîngeran re tune ye. Lê her du çînên din hem bi aborî hem bi zimanî û bi tehayûlkirina pêşerojê di hembêza mêtîngeran de ne. Hevpariya van her du çînan qayîşkêşana di dewşîrmebûyîna nijadî û zimanî de ye; heke wiha biçe yek raste rast xwe di tirk hesibandinê de yek jî bi ser tirkî re wê dawiya xwe bi tirkbûyînê encam bikin; heke ev yek nebe qismetê van çînan jî lê zarok û neviyên wan berendamên xurt ên vê yekê ne... 
Heke em çîna bindest ji nav derînin ku hejmara vê çînê çend hezar kes heye yan na, gelo ew her du çînên kurd a navîn û ya serdest ku bi mîlyonan in, wekî rêbazeke veguherandina modern asîmîlasyon, ango bi dewşîrmetiya zimanî re piştî bi salan ji dewsa kurdên asîmîlebûyî wê wekî ‘kurdên dewşîrmebûyî’ bên binavkirin an na? 
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


Hin Nivîsen Nivîskar

Îzzet Altinmeşeyên wêjeyê

  • 31 Gulan 2020

Destpêkê de vê bêjim; heke netewa kurd jî wekî netewên din xwedî dewlet û statû bûya; wekî netewên xwedî dewlet nasname, ziman û...

Wêje çi ava dike?

  • 16 Gulan 2021

Pirs her ev e; bi giştî huner, bi taybetî wêje bo çi ye, bo kê ye û kêrî çi tê; çima wêje heye, çi ava dike? Û beramberî vê...

Hal ev e ey Xanî!

  • 11 Kewçêr 2016

Dizanim li min nakeve saloxdan, li dîwana te gilî û gazinc… ku ji hed bihorim bêjim ji te û bi şûn ve, gelo çi guherî?Lê pênûs ciwan e û...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barzanî: Îro çi tê çandin sibê ew tê çinîn

ad

Ev serdegirtina şaredariyê ji ku derket?

ad

Di 18 saliya xwe de dîrok nivîsî

ad

Qeymeqamiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir

ad

Kayyûm kurdiyê ji holê radike: Malperên bi kurdî têk birin

ad

Cizre Sporê peymana 17 lîstikvanên xwe betal kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname