‘çivîk jî çû
hin hatin ser erdê me; li şûrê hinan heyvok neqişandî bû li yê hinekên din xaç,
ê me, di destê me de bi tenê kevir hebû; hê ku wan seriyê me li ser gewdeyê nefirandiye
divê me serê wan bişkenandina, lê çivîkek ji wir re difiriya bo li wê nekeve me kevir neavêt, hertiştê me çû’
*
Dibêjin: ‘em ê mirovatiyê hînî we bikin’! Xêr, em nikarin vê bikin; em bindestê wan in ew serdestê me ne, ne hedê me ye em mirovatiyê hînî wan bikin, jixwe em nikarin jî, jixwe tu peywira me ya vê yekê jî tune ye; em bindest in bi tenê peywirek me heye…
Peywir û armanca bindest ne ku mirovatiyê hînî serdestê xwe bike, heke ji dest tê peywir û armanca bindest ew e, welatê xwe, axa xwe, neteweya xwe ji bin destê serdest xilas bike ye, ne bi serdest dan hînkirina mirovatiyê ye..
Bindestê ku ji serdestê xwe re dibêje ez ê mirovatiyê hînî te bikim, di rastiyê de dixwaze bêje: ‘Serdesto! ji min netirse ez bo serdestiya te, dewlet û miletê te ne xetere me’ balam divê bindest hem serdestê xwe, hem dewlet û miletê serdestê xwe bitirsîne, divê serdest ji bindest bitirse…
Lê em dibêjin netirse; ez nehatime te li welatê xwe li xaka xwe biqewirînim, netirse ez hatime mirovatiyê hînî te bikim…
Û bindest bi vê yekê, bi vê motîvasyonê bes dixwaze travma û şikestina giyanî ya girseya xwe pê bide jibîrkirin, wan bi angaşteke nû li hev bicivîne, komî serhev bike, û bi sloganeke pir maqûl, ‘em ê mirovatiyê hînî we bikin’.
Xêr em nikarin, çimkî em bindest in hêza me ya vê yekê tune ye, ne jî ew erka me ye; bindestiya me em ji wan mirovtir nake; bindestiya me ne nîşana wê yekê ye, bindestiya me bes nîşan e ku em ji serdetê xwe qelstir, lewaztir, hejartir, ne yek in û bêhêztir û bêaqiltir in…
Gelo pêdiviya serdest bi mirovatiya me heye?... Na, qetî zînhar…
Pêdiviya serdestê me ne bi mirovatiya me, pêdiviya serdest bi axa me, bi ava me, bi mermer, maden û bi daristanên çiyayên me, bi genimên deştên me, bi asîmîlebûn û bi entegrebûna me, bi tunekirin û bi dan bîrkirina çand, ziman, dîrok, kelepor, zargotina me heye; pêdiviya serdestê me ne bi mirovatiya me, bi mijandin, bi rijandina xwîna me heye…
Baş e, me pê da hînkîrîn? Na, bi salan e me liv û gaveke mirovî jî pê neda avêtin-neda hînkirin… Çi ku pêdiviya wan bi vê tune ye, pêdiviya wan ne bi mirovatiya me bi bindestiya me, bi bindestiyê qayîlbûna me; pêdiviya wan a bi me, ji serdestiya wan re serî danîna me heye; bindestî wekî qeder pejirandina me heye.
Xetere û ehmaqiya herî mezin ev e, dema hin bindest bixwe jî ji vê sloganê bawer bikin e;
Mînak!
Li qada Amedê bi tevlêbûna bi mîlyonan mirov pîrozkirina rojbûna pêxemberê misilmanan çawa kurdan di çavê êla pêxember Kurêşiyan û di çavê civaka misilman û ticarên ol-îslamê de nake misilmanên herî dirust û jidil, her wiha ji aliyê kurdê ziman bi tirkî nirxandina hin kesayetiyên serdestan ên wekî Nazim Hîkmet û hwd. jî, ehmeqî ye…
Kurdê ‘tirkî’ wisa bi hişmendiyeke ecêb bi wê sloganê sor bûye, nizam çawa bîr kiriye ku bindest e bi baweriyeke ji hedê xwe zêde ‘dersê didê, hedê tirkan nîşanî tirkan dike, ku komunistên wan di rastiyê de ne komunîst bûne, ger komunistbûna wê behsa kurdan jî bikirana’ û bi wî zimanê entegrebûyî û bi wî aqilê bindestane dixwaze qûna wan a bi gû nîşanî wan bide…
Xwe ji serdestan zanatir, kamiltir, mirovtir hesibandin û wisa nîşan dan…! û bi bawerkirina gotinên bêbingeh xwe xapandin belengazî ye, qompleksa bindestiyê ye; bi wan re ketina pêşbirka ‘gelo hêştir dikare li kêçê sîwar be yan kêç dikare li hêştirê sîwar be’ bi tirkî dibêjin ‘sidik yarişi’. Heyf, çi belengaz hene!..
Bindest bi kompleks in, hinekî jî nexweş in, di şertên bindestiyê de xwe ji serdestê xwe maqûltir, mirovtir hesibandin, mixabin ku bes kompleksa bindestan nîşan dide…
Na, me ji xwe re kiriye derd! Em ê îlam serdest jî bikin mirov; ma mirovbûna wan bi serê me ketiye; em xwe ji destê wan xelas kin ji me camêrtir tunê heyra!
Mînakek din!
Gelek kesan lê temaşe kiriye; dibînî di demên girîng de di nava kurdan de lêkolînan dikin, vîdeoyên cerebînên civakî (sosyal deney) dikşînin û nîşan didin; ku kurd pir mêvanperwer in..
Dibînî gelek kurd hema bi serserkî xwe diavêjin ser wan lêkolîn û vîdeoyan;
(ne ew! kurd vîdeoyan nîşanî kurdan dikin; lawo, keçê te dî em ji wan mirovtir derketine…) Meriv dîn dibe, çawa ev girse bi van tişên bi lîstik, bi armancên kirêt tên amade kirin dixape?
Çi ku armanca wan bi wan lêkolîn û cerebînên civakî ev e, kurdan humanîst, mêvanperwer nîşan bidin, wan bipesînîn bes e! Paşê li ser erd û milkê wan li talanan bixe…
Xem neke, bi çend pesn û pişt mistanê çavên kurd jixwe hatin girêdan, nabîne, dengê xwe nake, heta bo tu karê xwe, talankirina welatê wî bi rehetî bidomînî wê were barê te heta Gawûrdaxê bide pişta xwe û te jî deyne ser piştî!!!
Çi ye! kurd humanist in, kurd ji wan mirovtir in; na bavê min na, kurd ne humanist in, ne jî mêvanperwer in, kurd bindest in, bindest…
Baş e, me mirovatî hînî wan kir, xêr, mixabin ku na..! Berevajî, ew her roj û saet û deqe bindestiyê hînî me dikin, li kûçe, kolan û qadan me hînî bi anora me lîstinê dikin, me hînî bi namûsa me lîstinê dikin….
‘Em ê mirovatiyê hînî wan bikin’, na em nikarin wê yekê bikin. Çi ku şertên me ne wekî hev in, çi ku em ji wan ne pêşketîtir in.
Loma jî armanca bindest (me) ne bi serdestê xwe dan hînkirina mirovatiyê ye, di her şert û mercî de ji serdest bi şûn ve stendina azadiya xwe ye, xwe ji bindestiyê xilaskirin e; divê bindest vê hînî serdest bike, ne mirovatiyê, însanbûnê…
Çi ku armanca bindest bi serdestê xwe ne dan hînkirina mirovatiyê, berevajî armanca bindest xwe ji destê serdest azadkirin e; bindest dikare bo xwe serkeftinek wisa, bo serdest binketin, birîneke wisa bi wan bide hînkirin, ku heta heta bîr nekin.
Çi ku armanca bindest bi gotinên wisa ne revandina tirsa serdest e; armanca sereke ya bindest divê serdestê xwe bitirsîne, ne ku tirsa wan birevîne.
Ew gotina gewre me wekî netew di pêşî mirovatiya wan de nîşan nade, pêş wan naxe, statuya me ya bindestiyê jî naguherîne; ne di çavê wan de ne di çavê mirovahiyê de û ne jî di hiş û dilê me de…
Ger em ew qas xurt in, ji dewsa em mirovatiyê hînî wan bikin, divê ewilî em zimanê xwe hîn bikin, çanda xwe binasin, bi nasnameya xwe zanibin, hînî hezkirina axa xwe bibin, wekî kurd hînî jihevhezkirinê, ji hev re rêzgirtinê bibin; em xwe hînî zarokên xwe wekî zarokên neteweşa kurd mezinkirinê bikin; bihêlin bila wisa bimînin; ma ne heyf e ku hov mirov bin!!!
Heyf e, çima enerjiya kurdan bo tiştên ne pêkan were xerckirin. Ji dewsa em enerjiya xwe bo mirovatiyê hînî wan kirine xerc bikin, em bo, bi xwe mirov mayînê û kurd mayînê xerc bikin, ji dewsa demokratikirina wan em civaka xwe ya bêxwedî û bêserûber birêkûpêk bikin, ji problemên wan ê sedsalan re enerjiye xerc bikin, ji me serkeftîtir kes tune ye.
Yanê bi kurt û kurmancî, em ên ku nikarin zimanê xwe hîn bibin û wî ji pişaftina wan, ji ber mirina asîmlasyon û oto-aslîmlasyonê xilas bikin; û em ên ku nikarin di vê nexweşiya Coronayê de pêşengtiya gel bikin, pêwîstiyan bînin cî û gelê xwe ji nexweşiyê biparêzin, em ê çawa karibin mirovatiyê hînî wan bikin; ku ew yek qet û tu car ne erk û wezîfeya (me) bindestan e…


