Tevî ku gotine ‘rok a hatinê yek a çûyînê ye jî’ û mirov, ku ji axê hatibe û wê dawiya dawî here axê jî, lê ya/ê mirî ku ji kezebê be, di navbera ya/ê çûyî bin axê û yê/a mayî de ku hezek hebe, mirin bi êş û bi jan e. Û heke di navbera yê/a mayî de û ya/ê çûyî de xwezî û bîranên xembar hebin, ew êş û jan qat qatî dibe…
Di sala 1988’an de, wekî sê hezar gundên Kurdistanê yên hatin valakirin û şewitandin, ji ber şerê çekdarî yê Tevgera Azadiyê berî ku em ji gund werin derxistin, tevî bav û apê min, ez ê sêzdeh salî, xwişk û pismamê min ên 7-8 salî gelek xizmên min bi angeşta ku alîkarî û piştgirî dane gerîlayan hatin derdest kirin. Di odeyên sar û tarî, di zemheriya zivistanê de, bi şevan bi rojan li bav, ap û xizmên min şikence hate kirin.
Tevî wê şikenceya kujer jî, wan cerdevaniya ku li ser dihate ferzkirin qebûl nekirin û dawiya dawî em li gundê xwe hatin vederkirin.
Ên mayî ku çek hildan û bûn cerdevan, ku wan li dijî hêza azadiyê xwe dan kêleka dagirkeran û nokerî ji xwe re kirin pîşe, êdî li gund vegerîn, çûyîna ser erd û rezan ne pêkan bû û bi çavên payî dîtina gundê zarokatiyê, yê xewn û xeyalan ma xewnên şevan re!
Piştî ku em li ser axa xwe bûn penaber û li gundê mala Hecî Begê bûn rêncber, bavê min ji ber şikenceya dîtî, ji kerb, ji kul û bi derdê terikandina erd û zeviyên ku bi keda salan, bi zikekî têr yekî birçî, li ser pişta hespê emrê ku li riyên qaçaxtiyê bihorandî da haziran, wî di sala 1992’an di 52 saliya xwe de bi qeyrana dil rehmet kir û çû ser dilovaniya xwe.
Ji ber ku em sirgûnê gundiyên xwe yên noker û dewleta dagirker-zilmkar bûn me nexwest termî wî bibin li pêş çavên neyaran li gundê xewn û xeyal, êş, xwezî… û bexteweriyên wî yên qet nehatî jiyîn binax bikin!
Tevî ku wî bi hesret û xweziyên gundê xwe can da jî, me ew li goristana bajêr a Semsûrê siparte axa sar.
Di salên 90’î de valakirina gundan polîtîkayeke dagirkeriyê bû. Bi vê polîtîyekê sê hezar gund hatin valakirin-şewitandin. Ji sê mîlyonî zêdetir kurd bûn noka ser silê, her yek bi hêlekê de pekiya-hatin koçber kirin, li dûrî welatê xwe bûn penaber.
Lê belê, bi vê polîtîkaya qirêj a tunekirina gundan-qirkirina kurdan pêşî li daxwaza azadiyê nehate girtin. Lê, yên ku li axa xwe, li gund û cîwarên xwe hatin bidûrxistin jî, mixabin, nema karîn bi şûn ve vegerin warên ser axa-maka jê bûyîn.
Ta kengê? Ta sirgûniyên bi temen, ku piştî 15-20 salan li sirgûniyê can dan! Heke kê kur û keçek xwe hebû, heke kê derfet hebû, û heke destûra dewlet-î aliye hebû, sirgûn ne bi saxî bi mirî anîn sipartin axa ku çavên ên mirî jê hesret mayî…
Ji salên 2000’an ve, çi navdar çi bênav, çi siyasetmedar çi wêjevan, çi karker çi ew ê hê wekî ji gund derketî gundî! yên ku nekarîbûn bi saxî, bi çavên payî, serbest û aza werin warê zaroketiya xwe bibînin, bi destûra hinan, a bi şertê ku yê/a mirî dengê xwe neke, daxwazekê neke û gotinekê nebêje, bes karîn bi halê mirî wî/ê bînin heya goristana gund û serê wî/ê deynin ser axa sar…!
Nexwe kurdê sirgûnê ew kes e! Ne ku bi xweşî û çavên payî û bi azadî were li ser axa xwe bigere, kurdê sirgûnê ew kes e! bes dikare wekî mirî bi serbestî were bin axa xwe bibîne. Ango, Kurdistan ew welat e, ku zarokên xwe bes dikarin bi halê mirî lê vegerin e!?
Piştî 26 salên sirgûniyê, diya min a ku çavên xwe bi gundê xwe, warê dê û bavê xwe, heval û hogirên xwe, xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê nexistin, eta min a ku 26 salan her tim behsa rez, zevî û bîranînên xwe yên ku 42 salan li gundê xwe, li gundê Dolê jiyayî dikir, nema karibû di wan 26 salan de bes carekê be jî çavên xwe bi payî bi axa gundê xwe Dolê bixe. Bi wê hesretê, bi xwesteka wê ya ku tim digot û dixwest ‘heke bi mirin be jî ez carekê herim gundê xwe bibînim’ heke heya goristanê, ji bo bin axa sar be jî…
Mixabin, ew daxwaza wê ya 26 salî di 15’ê tîrmeha 2014’an de pêk hat. Lê ne bi xweşî û saxî, ne bi çavên vekirî û bi şahî… û ne ku ser axa gundê xwe, çiyayên wir ên asê, kaniyên bi avên zelal û sar, zevî, rez, şelûr û bilbil, kulî û pinpinok, xezal û pepûk, heval û hogirên xwe bibîne, wê qet nebe ji bo ku li goristana gund xwe bikeve nivîna axa sar-xewa ebedî, derfet dît ku biçe gunde xwe.
Piştî emrê 68 salî, piştî 26 salên sirgûnê, eta min a ku emrek-jiyanek bexşî me kirî, xatir ji me xwest û çû esmanê stêrkan, da ku her şev bi ser xewn û xeyalên me de biçirûse…
Bi hêvî û bi daxwaza ku yek kurd jî, ku yek mirov jî li sirgûnê, bi hesreta welêt bi çavên vekirî neçe bin axa sar û ku bikare bi xweşî û saxî vegere ser axa mak û welatê xwe…
Day, Dê, ‘Yezda’ yê, ez da yê…bo jiyana ku te bexşî min kiriye spasdar û deyndarê te me…
Oxir be Etê…


