Diyarname
Anonymous ev çend roj in êrîşên sîber bi ser gelek malperên li Tirkiyeyê ve dibarîne û wan bangî hikumeta Tirkiyeyê kir: "Ger piştgiriya we ya ji bo DAIŞ'ê dom bike emê êrîşên xwe bidomînin."
Anonymous (koma hacker) ji 14'ê vê mehê ve bi hezaran malperên înternetê yên li Tirkiyeyê ji bo xwe kirine hedef. Wan bi daxuyaniyek eşkere kir ku wan êrîşê 40 hezar malperên li Tirkiyeyê kiriye.
Anonymousê 19'ê mehê vîdyoyek weşand û got: "Tirkiye bi girtina neftê û dermankirina birîndaran piştgirî dide DAIŞ'ê.Em qebûl nakin ku rêberê Tirkiyeyê Erdogan hê zêdetir piştgirî bide. Em bang li hikumeta tirk dikin bila dest ji piştgriiya ji bo DAIŞ'ê berde ku bernede emê êrîşê înterneta we, bankeyên we û malperên hikumetê bikin. Em dê balafirgeh, saziyên leşkerî û saziyên taybet ên dewletê ji bo xwe bikin hedef. Emê bingeha bankeyan têk bibin. Dest jê berdin. Qedera we di destê me de ye."