logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Bo yadkirina Mehmed Uzun: Zarokên Evdêl*

  • Dîrok: 12/10/2008

 


Wan deman ...
Wan demên ku av di tîşên axa de dibû lehî, girik girik diherikî ... û dibû tofan.

Wan çaxan…
Wan çaxên ku mirovan pêlav ji îşkên dewêr çêdikirin; ferên aşan bi lingê hinekan ve, di çîrok û çivanokan de hût heft serî… û  mar bi stûreh bûn...

Wan wextan ...
Di wan wextên ku her Xwedayek xwediyê Xwedatiya xwe ... û Ares* li erd û ezman şûre xezebê bû ... Khilos* ji dehan giravkên di Behra Spî de li dû hev du ristik, giravek bû.

Ji qeraxên bejahiyê, di nava ava ken ê kewzî de Khîos* kelekeke ezingvanên Dîcle… Xweda Poseidon*  çendî bi Xwedayê Xwedayan Zeus re ne li hev be jî, wê kêlîkê di qesre-berqefên Behra Spî de li ser piştê vezilayî, li dora wî  Abarbareyên* avê; çavên 'wî li reqsa peqilk û belbelûsikên ku ji devên masiyan dertên… guhên wî miç li ser newaya awazekê ...
Bi zimane Îonî ye awaz.
Aodîos * beşek ji destana Îlyada distire.
Poseîdonê ku demeke xwestibû Qeranê Xwedayan Zeus li qeyd û merbedan bide, bi dengê şalûlî yê dengbêj re vegeriya rojen şer, şerê Troyiyan û Akhayiyan: 
 
"Xwadeyên di kêf û coşê de hev du dane ber fîtan.
Şerekî dijwar û giran rakirin di navbera xwe de.
Bave mirov û Xwedayan (Zeus) ji cihê xwe ê bala ezman li hev da, birûskan veda.  
Li jêr Poseîdon keribî, erd lerizand, hejiyan çiyayên herî bilind bi lûtkeyên xwe ve
Ricifîn ji erq de Îdaye ter-kanî,  hejiyan li dû hev bajarên Troyayê û keştiyên Akhayiyan...’

Dem berî zayînê ye!
Dem mîna aniha wextê bûkaniya xwezayê...
Pilingê bê berî çend rojan ket nava hewrîşimiya bê.
Li girava Khîosê bi ketina pilingê avê re kulîlkên behîvan spî spî, bûn sterkên berfê.
Wê kêlîkê bi wê pêl-nermiya Behra Spî re ezman sik î sayî, der û dor zarokeke şîre, di hêlana aramiyê de razayî…

Rhapsodosê* Îonî di deste wî yê çepê de Rhabdos*, mîna hafizekî Quran-xwên an jî wekî derweşekî qesîdebêj beşeke Îlyadayê ji beşekê vedixe…

Ew zarokek e.
Zarokek ji Zarokên Homeros*
Di girava Khîosê de bi sedan in.
Ew, dibêjin ‘em ji ezbeta Homerosê Evdal in...Zaroken wî ne em, vejînerên destanên wî….Ne em bûna’ dibêjin "rist bi rist, bêje bi bêje me
Îlyada venegota, me ji zimanan negihandibûya zemanan …îro ne Homeros hebû, ne jî stranan Evdêl

………

Ez î Evdal im
Evdalê Zeynikê bûm
Dengbêjê oda Surmelî Memet Paşa bûm,
Îro bûme pêkenokê qîz û bûkê Heyderan û  Zîlaniyan 
Hêy lêlê, lê heylêêêêê… 
……………………..

Zarokên Homeros bi qasî Homerasê kal  xwediyên Îlyada û Odysseîa ne.
Yên ku îro rûyê Evdêl spî bikin û bikin ku qîz û bûkên Heyderan û Zîlaniyan mest û ji xwe ve çûyî guh bidin dengê zingilî yê Evdêl; zarokên wî yên  hemdem: helbestvan, romannûs, çîroknûsên kurd in…

Mixabin; Zaroken Evdêl mîna yên Homeros ne li giravekê; her yek teriqî ne bi hêl û derekê de.
Yek ji van Zaroken "teriqî" Mehmed Uzun e.
Uzun bîst û tiştek sal e hêza romanûsiya xwe ji spehîtî û delaliya zimanê Evdêl digire; bi berhemên xwe yên bi zimanê zaravayê zimanekî (!) ji kevî û kelên vî welatî dûr, li  ...istaneke bi sir û seqem, navê berhemeke xwe dike “Rojek Ji Rojan Evdalê Zeynikê”, yê berhemeke din dike “Tarî Mîna Mirinê, Ronî Mîna Evînê”…. .

Her nivîskar - bi taybet her helbestvan- bi afirandin, şêwaz û hunera xwe nivîskarekî din bi xwe re diwejîne.

Nerûdayê rist-hesin û deng-guherçîlî wiha dibêje: “Kedkarê herî kedpîroz ê welatekî  hunermendên we bi xwe ne.”
Berî çend salan bû?
Di şeveke bi xwarin û vexwarin de li Amedê, min ev pêşniyaz kiribû:  
“Birêz Uzun, werin mîna Zarokên Homeros em jî bi Evdalî li vî welatî, seranser bigerin.”

Uzun ji ber axaftineke xwe 8’ê Adarê li Amedê di Dadgeha Ewlekariya Dewletê – ew ne amede-  tê darizandin.

Banga min e: Werin, em biçin pişgiriya Uzun! .

*Evdalê Zeynikê
*Ares: Di mîtolojiya Yûnaniyan de navê  xwedayê  şer.
*Ev benda destên Ji pirtuka Azra Erhat hatiye wergerandin.
*Khîos: Naye dêrîn ê 'girava Saqizê.
* Aoîdos: Di destana Îlyada de nave dengbêjiya Homeros. 
*Rhapsodos: Neve dengbejiyê.
*Rhapdos: Nave şiva/kopalê di deste dengbêjan  de.
*Poseîdaon: Xwedaye ava bahran.
*Abarbare: Ferîşteyên ave


*15/03/2002, Azadiya Welat, hejmar: 319

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Sala nû

  • 04 Rêbendan 2010

nîvê şevê saet duwazde, şevek j’ şevên zivistanêsalek nû tê ber bi me de, salek nû tê Kurdistanêbo sala nû me neqişand darek çaman...

Bayê Payîzê

  • 13 Rezber 2008

 ew qas asaq, û şîn û girîew qas hepsên tijî kirî;bayê payîzê ma çi nekir,ma çi hişt ne xerakirî!ji wê sibê heya...

Mar Efra’îm an jî bajar û mirov

  • 10 Gulan 2008

 Babîliyan bi navê Armîs û Nisîbîs bangî vî şûnwarî kirine…Mîtaniyan navê wî kirine ‘Waşşûkannî’ ! Hinekan...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kayûmê tîma kayûmê firot

ad

Weşanxaneyên kurd nîn in, pirtûkên kurdî çawa eleqe dibînin?

ad

Piştî 19 salan notên li ser gereke li bajarên kurdan

ad

Fîlmên Sergey Parajanov li benda we ne

ad

Çîroka serketina kesên dîrokî

ad

Fîlmên hefteyê: 'Borîyeke çawa tê teqandin' û yên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname