Bo romanivîsên din nizanim, ku helbet bo her yekî/ê ji wan qonaxa nivîsandina romana xwe bi serê xwe çîrokek e, lê ez a xwe bêjim, dema min romana xwe ya pêşî nivîsand tu hizreke min a romana diduyan tune bû, lê çawa ku min a pêşî dawî kir mijara ya diduyan tovê xwe di mêjûyê min de reşand. Piştî salan bi nivîsandina ya diduyan re mijara ya sisêyan hat; di vê heyama koronayê de min ew nivîsand; bi halê temambûyî di tûrikê min de ye, bo here ber destê weşanger dê dora wê jî bê.
Ez helbestkar im, min bi helbestê dest bi rêwîtiya xwe ya bi peyv û hevokan re kir bi helbestê didomînim û ez ê bi helbestê jî rêya xwe bi serî bikim. Min qet dil nekiriye dev ji helbestê berdim herim ser dînê romanê, bes dema mijarek di seriyê min de kemiliye qasî hêz xwe min hewl daye kirasekî romanê jê re bidirûm, gotina li ser çawaniya wê ya ew xwendine ye…
Weku romanûsên bes romanan dinivîsin hemû dema xwe nadim ser romanê; a min di ber helbestê re roman e. Yanê min helbest li wir nehiştiye û nahêlim, neketime pey romanê lê dema mijara romaneke hatibe ser balgiyê min jî, min negotiye de bi wê de here lêêê…
Bi vî hawî dudu derçû ne yek di tûrik de ye, bi dawîlêanîna ya di tûrik de çîroka ya çaran jî hat û got, gelo dikarî min jî binivîsînî?
Romanên min ên beriya vê, her sêyan an leheng hat mijar bi pê re yan mijar hat leheng bi pê re, lê ev a nû mijar hat leheng ne bi pê re ye; yanê jê re li lehengekî digerim!
Fermo, pîvanên ku mijara romanê bo kesayeta leheng danîne li jêr in:
“Bila ne kesê hem li dibistanê karê dewşîrmetiya zimanî dike hem li qadê diqîre dibêje asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye…
Bila ne parêzerê li hêla kurdan berîka xwe tije dike li hêla tirkan havîngehan…
Bila ne rojnamegerê nûçeya xwe rast lê bi xwe nerast-derewîn…
Bila ne kurdê hem antî-kolonîst hem bi gilîkirina li dadgeha kolonîstan gefan li dezgehekî kurd ê ragihandinê dixwe…
Bila ne kurdê bo benîştê xwe bifroşe li cem Apociyan Apocî, li cem Barzaniyan Barzanîcî, li cem Burkayciyan Burkaycî, ne jî li cem tirkên kemalîst humanist…
Bila ne siyasî be, nizanibe welatperwerî çi ye dagirker çi ye ûne jî anarşîst û quzilqurt be…
Bila ne mitehîdê li cem dagirkeran îhalecî li cem kurdên hilbijêr kurdperwer…
Bila ne siyasiyê doza kurdistanê dike lê miriyên xwe li axa tirkan vedişêre…
Bila ne ji wan kurdên wekî benîştê di dêv de timî kurd û kurdistanê û behsa rizgariyê dicûn lê bi jiyana xwe nimûneyêntêkçûyîna kesayeta ‘kurd’ in; yanê ne (kaşar) be.
Bila ne nexweşê bi rûpoşê merivê zana her tiştê kurdan dike navgîna xwe heyîkirina sanalî.
Bila ne ji qebrexên ku li evrûpa cih li qûna xwe xweş kirine ji ewladên kurd ên du êzingên dijmin şewitandine re dibêjin ‘ên ji avikên bejî’ ku xwe wek daristanparêz nîşan didin lê bo li tirkiyê bi rehetî tatîla xwe bikin û bajar bi bajar herin paş deriyê ‘qirix’an ji yên çiyayên kurdistanê didin ber êgir re devê xwe venakin, newêrin bêjin pil…
Bila ne yên tu jê re bêjî ‘binêrin ew qewad bi gora pakrawanêwe de dimîze, ku ew jî li te vegerînin bêjin, na pê de namîzegulên li ser gorê av dide!’
Bila ne ji yên bo bişixule aqilê xwe bi sosyal medyayê şarj dikin jî be.
Bila ne yên ‘mêjû Daişî’ ku gotine, ger ne ji xeta me ya kurdatiyê ba me yê serê te bifiranda!
Û bila ne yên dirûvê rewşenbîriyê didin xwe; li cihê bêjinspas, bo bêhtir biewitin tînin bi fisekî berê kerixiyan didinderiyê meriv… û bila ne hwd, hwd, hwd jî be…”
Ê kî ma? Helbet yên resen-xirab nebûyî mane, ger nemabin nexwe netewe me top avêtiye!
Yanê bila tu têkîliya lehengê romanê wekî çîroka romanê bi wan kesan re tune be; dixwaze bila şivan be gavan be esnaf be etar be, dîn be, yan di guhê gê de be, lê bila bi peyv û hevokekê jî qet behsa wan kes û derdoran neke; di ber deriyê wan re jî bila derbas nebûbe.
Lê, lê û belê dema xwende ew roman xwend û danî ber xwebila bêje, di romanê de qet behsa wan tişt û kesan nebû lê çima ew wêneyên rût tên ber çavên min… (ne pornografîk)
De ka li ku yî lehengooo…


