Diyarname
Serîlêdanên ji bo pêşberendamtiyê yên ji bo DTP'ê îro di roja xwe ya dawî de bû lê dem hate dirêjkirin.
Kesên bixwazin heta 13'yê mehê dê bikaribin ji bo pêşberendamtiyê serî li DTP'ê bidin.
DTP'ê serî li YSK'ê da
Her wiha Serokê Giştî yê DTP'ê Ahmet Turk serî li YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) da û xwest dema daliqandî mayîna lîsteyan bê dirêjkirin.
Lîsteya navên hilbijêran ku li muxtariyan daliqandî ne îro roja dawî bû. Turk ji YSK'ê xwest ku ev dem heta 19'ê mehê bê dirêjkirin ku hilbijêr bi rehetî bikaribin navên xwe qeyd bikin, yên heyî jî li navên xwe binêrin.